Skip to main content

Belgefîlmek nû Li ser “Kurdên Bênasname” li Suriyê (Vîdyo)

Submitted by Rêvebir_E on 10 August 2010

Rûdawnet – San Sebastian / Zinar Ala

Belgefîlmek Spanî “Un Pueblo Invisible” ango „miletekî nexuya“ rewşa penaberên Kurd li herêma Kurdistanê vedibêje. Malbata Selahedîn Bilo, di sala 2006‘an de ji bajarê Qamişlo reviyabû û berê xwe dabû Herêma Kurdistanê. Li wir li kampa Moqabilî jiyana xwe di nav konan de domandin.

Malbata Selahedîn yek ji qurbanên jimartina awarte ya sala 1962’an ku bi deh hezaran malbatên Kurd li başûrê rojavayê Kurdistanê ji nasnameyên wan tecrîd kiribûn, ew li Sûriyê wek “Kurdên bê nasname” tên naskirin.

Belgefîlmê herdu rojnamevanên Bask Borja Portuondo û Karlos Zurutuza, di meha Gulanê de li festîvala bi prestîj ya Belgefîlmên Mafên Mirovan Cinestrat li bajarê Valencia hatibû nîşandan.

Rojnamevanê Bask Karlos Zurutuza ji Rûdawê re axivî û got: “Me xwest bi riya vî belgefîlmî em ronahiyê bidin ser rewşa trajîk ya gelê Kurd yê ku di bin zordariya rejîma Şamê de dimîne”.

Ko-derhênerê fîlmê Karlos Zurutuza, gelek gotar û reportaj li ser Kurdên rojavayê Kurdistanê di media Spanî de weşadibû. Heman reportaj ji bo gelek zimanan hatibûn wergerandin: Holandî, Danîmarkî, Inglîzî û Almanî. Karlos xwest xebata xwe ya nivîskî bi deng û wêne jî biweşîne, lê ji ber negengaziya kişandina fîlmekî li Suriyê li ser pirsa Kurdî, Karlos berê xwe dabû kampa Moqabilî ya li parêzgeha Duhokê, cihê ku penaberên Kurdên Sûriyê lê bi cih dibin.

Lê kişandina fîlmê li Kurdistanê jî ne hêsan bû, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel rojnamevanan wezîfadarek şandibûn kampa Moqabilî, ew herdem li gel wan bûn û livandina wan kontrol dikir. Belam Karlos û Borja ji hev vediqetiyan û li gel her kesekî ji wan kamîrayek hebû. Dema wezîfedarê hikûmetê li gel yekî bû, yê din jî perçeyên kurtefîlm dikşand û wiha xebata xwe bi serî kiribûn. Karlos ji Rûdawê re diyar kiribû: Wezîfedar bi behaneya “paraztina penaberan” ji bo kampê hatibû şandin, lê nizanim eger mebesta wan ku em zirûf û mercên xerab yên penaberan nekşînin.

Li ser rewşa Kurdên penaber li kampa Moqabilî Karlos dibêje: Ez di sala 2007 û 2008 an li kampê bûm û her wiha di Çileya Paşîn de dîsa min serdana kampê kir. Malbat di heman rewşê de bûn, tiştek nehat guhertin.

Rojnamevanê Bask axaftina xwe li ser penaberên Kurd wiha didomîne: Min li gel rêxistinê ne hikûmî wek ACNUR’ê têkilî danî. Hem li Şamê hem jî li Spanya, min ji wan re xebata xwe pêşkêş kir, şehadeta xwe, wêne û vîdyo lê wan guhê xwe nedan min.Tekane tiştê posîtiv ez pê hatim agahdarkirin ku Berxwedan niha di televîzyonek Kurdî dixebite. Ew jî ji ber ku ew keçek jêhatî ye. Berxwedan Selahedîn sembola berxwedana miletê Kurd. Belgefîlm bi Kurdî ye û 7 xulkan li berxwe dide.

Ji bo temaşekirina belgefîlm: http://vimeo.com/10638447