[i]Ji ber hovîtiya rejîma Îranê di zindanan de[/i]
[b]Kurdan dest bi grêva birçîbûnê kir[/b]
[img]http://www.allthingsbeautiful.com/all_things_beautiful/images/atomic_ir…]
Ji roja 25 meha tebaxê saet 10 an pê ve, girtiyên Kurd di zindanên Îranê de dest bi grêva birçûbê kirin. Sedema berxwedana kurdan, li dijî hovîtiya rejîma Îranê ya di zindanan de ye. Li gorî daxuyaniya ji aliyê dezgeha CHAK ve hatiye kirin, rewşa girtiyên kurdan di zinadnê de pir xirab e. Li wan îşkence tê kirin, neheqî û alîgirî pêk tê û girtiyan qetil dikin. Hejmarek kesên hatine girtin, li ser şûpheyan e, û ji ber xebatên xwe bi dezgehên mafê mirovan re nayên berdan. Beşek ji wan kesan rojnamevan in. Kesên ku ji ber çalakiyên polîtîk hatine girtin jî hene. Ew bi cezeyên giran mehkum kirin.
Ji bo tirsê di nav xelkê de peyde bikin, dijîtiya heye çavtirsandî bikin û dengên wan kêm bikin, kesan gelek caran bi şêweyekî bê edaletî li kolanan îdam dikin. Gelek ji wan bê suc in.
Armanca berxwedana birçîbûnê ya kurdan û mehkûmên din bi destxistina van xalan e: Li ser bingeha normên navnetewî muamelekirin, bê şert û merc rawestandina cezayê îdamê, rawestandina îşkence û nêzîkbûnên ne însanî, xwenûkirina dadagehên îranê li gorî normên navnetewî û betalkirina biryarên kevin.
Beşek ji kurdên ku îdam ji wan re hatiye xwestin ev in:
Adnan Hassanpur (rojnamevan), Hiwa Bwtimar (rojnamevan), Farzad Kamangar (rojnamevan), Anwer Hussein Panahy (mamoste), Farhad Wakily (çalakvanê mafê mirovan), Ali Haidrian (çalakvanê mafê mirovan), Arsalan Awliaiy (çalakvanê mafê mirovan, Habibulla Latify (çalakvanê mafê mirovan)
Mehkumên ku cezeyên giran girtine:
Muhamad Sadiq Kabudwand - çalakvanê mafê mirovan - 11 sal ceze. Hana Abi - çalakvanê mafê jinan - 5 sal ceze. Zainab Baiazidy - çalakvanê mafê jinan - 4 sal ceze. Fatima Gwftary - çalakvanê mafê jinan - 18 meh ceze. Amir raza Ardalan - xwendevan- 2,5 ceze. Ali Shakry - xwendevan - 2,5 ceze. Suhrab Jalaly - çalakvanê mafê mirovan.
Kesên ku pêşeroj û qedera wan ne diyar e:
Kawa Jwanmard –rojnamevan. Ysir Guly – çalakvan. Hidayet Gazali – çalakvan. Sabah Nasry – çalakvan. Masud Kurdpur – rojnamevan û çalakvan . Rwnak Safarzada - çalakvanê mafê jinan. Kamaran Alaiy - mamoste . Arsh Alaiy – mamoste. Khdir Raswl Marwat – xwendevan. Salar Yare – xwendevan. Farhad Haji Mirzaiy - çalakvanê mafê jinan. Muhamad Kahby - çalakvan . Sasan Babaiy mamoste û çalakvan
Dezgeha CHAK
Dezgeha lêkolînê ye. Armanca xwe ronîkirina buyerên qirkirin û tevkujiya Kurdan e. Girtin û mehkumkirina qatil û mêrkujan e. Navenda xwe li Helebceya şehîd e. Li gelek cihên din niwêneriyên xwe hene.
[b]Eurokurd.net[/b]
[center][b] * * *[/b][/center]
Hejmara 94 an ya Rojnameya Agirî belav bû
Rojnameya Agirî ji 15 rojan carekê li Kurdistanê çap û belav dibe û yekemîn weşana bi zaravayê kurmancî li rojhilata Kurdistanê ye. Giraniya nevaroka xwe, polîtîk û çandî ye. Hejmara nû a 94 an î, di 31.08.2008 de ji çapê derket û belav bû. http://kurdistanmedia.com/kurmanci/ navnîşana elektronîkî ye ji bo têkiliyan. Naveroka hejmara 94 an ya Agirî ev e:
SIYASÎ
â— Girtiyên Siyasî Ên Kurd Di Girtîgehên Komara Îslamî A Îranê De Dest Dan Gireva Birçîbûnê
â— Xelkê Mehabadê Di Meşekê De, Piştevaniya Xwe Ji Gireva Girtiyên Siyasî Yên Kurd Diyar Kirin
â— Daxuyaniya Deftera Siyasî Ya PDK Îranê Bi Boneya Gireva Birçîbûnê A Seranserî Ya Girtiyên Siyasî Ên Kurd
â— Kêmkirina Radeya Tundî Yan Heke Çê Be Tunekirina Nexweşiyeke Kurdane
â— Bizava Neteweyî A Kurd Ji Nêrîna Dîroka Siyasî Ve(Beşa 6)
â— Şiroveya Peyvên Siyasî
HEVPEYVÎN
â— Dara Natiq: Rewşa Siyasî A Gelên Îranê Û Nexasma Gelê Kurd Û Nifşa Ciwan Yê Bûye Goriyên Berjewendiyên Aborî Yên Navbera Wan Dewletan
CIVAK Û JÎN
â— Kuştinên Namûsî Li Îranê
â— 13 Kesên Din Li Îranê Hatin Îdamkirin
â— Zarokên Ser Şeqaman
â— %90 Ji Zarokên Ku Kar Dikin, Nexwendevan İn
â— Teqîna Mayînê, Canê Du Zarokên Kurd Stand
â— Angela Merkel Bihêztirîn Jina Cîhanê
â— Giravên Gola Urmiyê Digihîjin Beravê
ÇAND Û HUNER
â— Perwerdehiyeke Çawa ? (Adar Jiyan)
â— Kaniya Helbestan
â— Şivan Perwer, Sembola Muzîk Û Hunera Kurdî
â— Ji Mehabad Ta Bi Mehabad: Xewna Kurdiya Şêrîn!
â— Bêdengî Ango ’Kerî Bê Şivan Nabe'
â— Pirtûkek Nû Û Têra Xwe Balkêş: Heqîqet Û Ciwanî
â— Heftemîn Festîvala Şanoya Kurdî Li Seqizê Hate Lidarxistin
[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]