Kurdistanî - RAGIHANDINA SEROKATÎYA HERÊMA KURDISTANÊ YA DI BAREYA XWEPÊŞANDANA CEMAWERÎYA BAJÊRÊ KERKÛKÊ DE
28-Jul-08 [16:27]
Peyamner PNA – Di bareya ewê kirdara terorane de ya ku li dijî xwepêşandana evroja bajêrê kerkûkê hat kirin, serokatîya herêma kurdistanê ragihandinek da û wêneyek jê gihijt ajansa PNA. Di evê ragihandinê de hatiye, ku evê xwepêşandanê aştîxwazîya gelê kurdistanê û binemayên jîyana bi hev re da nîşandan, belê mixabin li beramber hilwestê nûjen û şaristanîyê cemawerê kerkûkê, terorîstan û dijberên gelê kurd teqîn di nav xwepêşanderên kerkûkê de encam dan. Herweha, gulle jî bi ser serê evan xwepêşanderan de barandin û ev jî teksta ewê ragihandinê ye:
Di heman demê de ku li Baxdadê pîkol ji bo çareserkirina rewşa dijwara piştî derbaskirina qanûna encûmenên parêzgehan dihên kirin, evroj duşembê 28 ê tîrmehê cemawerê bi rûmet û niştimanperwerê bajêrê kerkûkê bi awayekî nûjen û şaristanî, ji bo dîyarkirina nerazîbûna xwe li bermaber derbaskirina evê qanûna girêdayî pirsa kerkûkê, bi bêtir ji 200.000 kesan hatin ser cade, panav û cihên giştîyên bajêr û xwepêşandanek hêmin, aram û aştîyane saz kirin û daxwazên xwe yên qanûnî dîyar kirin. Di evan daxwazan de, bi cihanîna maddeya 140 û retkirina projeyê qanûna hilbijartina encûmena parêzgeha kerkûkê hebûn.
Ev hilwestê niştimanperwerî yê xelkên bajêrê kerkûkê carek din dide xuyakirin, ku gelê kurd aştîxwaz e û jîyana bi hev re ya birayane dixwaze. Em jî di demekê de ku evê xwepşandanê bi bilindî dinirxînin, em spasîya xwepêşanderên bajêrê kerkûkê bi hemû pêkhatên xwe ve jî dikin. Belê mixabin, ku li beramber evî hilwestê şaristanîyê cemawerîyê xelkên kerkûkê, carek din terorîstan û dijberên gelê kurdistanê, kirdarên terorizmê bi kar anîn û teqîn di nav cemawerê xwepêşanderan de encam dan û gulle jî bi ser xwepêşanderan de barandin. Evê gullebaranê jî çend kes şehîd û birîndar kir û pirranîya wan bajêrvan in.
Ev kirdara han jî belgeyek e, ku ewan terorîstan berê xwe ji bo evê kirdarê amade kiribûn. Em jî evî karê terorane riswa dikin û em daxwazê ji dezgehên peywendîdarên bajêrê kerkûkê dikin, ku lêkolînên qanûnî ji bo aşkirakirina evan terorîstan encam bidin. Em hemû alîyan jî dilhêsayî dikin, ku ev kar û kirdara teroraneya evroj û hemû planên dijminan li beramber xweztek û daxwazên gelê kurdistanê yên ku di xwepêşandana kerkûkê de hatin tekezkirin, dê nikaribin rêgir bin. Eva han rijdbûna (israra) gelê kurdistanê li ser dadwerîbûna doza wî û bi cihanîna maddeya 140 dide nîşandan.
Em daxwazê ji Xwedadyê mezin dikin, ku cihê şehîdan bike beheşta berîn û em hêvîdar in, ku zû birînên birîndaran çak bibin.
Serokatîya Herêma Kurdistanê
28 ê Tîrmeha 2008
KÜRDİSTAN BÖLGE BAŞKANLIĞI'NDAN KERKÜK'TEKİ TERÖRİST İNTİHAR SAL