بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Ferhenga Kurdî - Almanî

Submitted by Rêvebir_E on 27 June 2010

Li Almanya ji alî Însitituta Kurdî de bi amadekirina, Ferhengek Kurdî-Almanî û Almanî-Kurdî derket. Ferheng ji du beşan pêk tê Kurdî-Almanî û Almanî-Kurdî û 263 rûpel e. Armancên Ferhengê ji Ali Nivîskar Mamoste Abdulkadir Ulumasan de di pêşgotinê de waha tê gotin.

Ez dixwazim berî her tiştî bibêjim ku ev ferhenga di destên we de, tevî hemû kêmasiyên xwe xebateke heft salan e. Dema min dest avêt vê xe­batê, kêçeke me hat dinê û me navê Berfînê lê kir. Niha Berfîn heft salî ye. Temenê Berfînê û destpêka vê xebatê bi qasî hev e.

Heta ji min hat min xwest ez berhemeke bi kêmasîyên hindik amade bikim. Bêguman dîsa jî kêmasî wê hebin. Ez hêvî û bawer dikim ku wê di demên pêş de hevalin berhemên hîn binirx û hêjatir amade bikin. Gava ku min dest bi karê amadekirina ferhengê kir, min dixwest li ber destan bes wek ferhengokeke biçûk hebe. Lê di pêvajoya nava xebatê de ev helwesta min hinekî hate guhertin. Ji ferhengokê bêtir, îcar min xebatên xwe hêdî hêdî ber bi ferhengeke berfi­rehtir domand. Lê armanca min ji ferhengeke akademîk zêdetir amadekirina li gor pêdivî û bikaranîna rojane bû. Heta dawîyê jî ez bi vê mabest û aweyî xebitim. Heger ez hinekî be jî, bigihêjim armancên xwe, ezê gelekî bextewar bibim.

Armancên min yên di xebata ferhengê de bi kurtî ev bûn: Min bala xwe dayê ku hejmareke mezin Kurd li Awrûpa û bi piranî jî li Almanya bi cîh bûna û di ser vê re demeke dirêj derbas bûye. Li hin welatên Awrûpa yên din jî wek Awistûrya, beşek ji Belçîqa û Swîsre jî bi zimanê Almanî dipeyivin. Lê di destên me de di wî warî de zêde ferheng tune ne. Yên hene jî di nava gel de pir kêm in û ji bo bikaranîna rojane jî, ne zêde hêsan in.

Çend fehegên ku hebûn jî, ji yek beşê pêk dihatin. Ango an Almanî û Kurdî an jî Kurdî û Almanî bûn. Lê beranberî vê ji bo zarok û ciwanên Kurd yên ku demek dirêj e li derveyî welêt dijîn an jî li wir bûne, ji zimanê zikmakî bêtir zimanê biyanî (Almanî) bûye resen. Ev jî pewistîya ferhengên du beşî, yane him Kurdî-Almanî û him jî Almanî-Kurdî bi xwe re tîne. Tev vê jî ji bo kesên zimanê wan almanî ne û bi Kurdî re têkil­darin jî, fehengên waha hewce ne. Bigiştî ji ber wan armanc û hewcedariyan min pê­wîstî bi amadekirina ferhengeke Kurdî-Almanî û Almanî-Kurdî dît û biryara vê xebatê da.

Dixwazim bi çend gotinan jî li ser awe û bikar­anîna ferhengê rawestim. Ji ber ku zimanê Kurdî hîn baş standart nebûye û min nexwest li gor xwe an jî bi serê xwe standartekê çêbikim. Ji ber vê yekê min xwest peyvên hevwate, lê di nava Kurdan de cuda cuda tên bikarînin di ferhengê de bên bicîhkirin. Ji bona vê jî min reqem (nimre) dan peyvan. Di hin ferhengên din de gava peyvên hevwate zedê bin û bên nimrekirin, her nim­reyekê wateyek cihê ye. Lê ji ber taybetîya rewşa zimanê Kurdî ya ku min bahs kir, di ferhenga me de hin mînakên wer hebin jî, bi tevayî wek awe ne waha ye. Her reqemek teqez ne wateyek cihê ye. Dîsa hin peyvên pirwate hene û di ferhengên din de wateyên wan yên din pirê caran bi reqe­man tên şanîkirin. Le me ji ber sedemên ku hatin qalkirin, ne reqem di nava kevanokan de dest­nîşan kirine. Wek: zerik (nexweşî) ûhw. Cardin di beşa Kurdî -Alamynî de zayendên Kurdî, wek jêr hatine nîşankirin; bi „m `mêza`, bi n yê `nêrza`, û bi „nt.“ `netar` (nêrmo) hatine dirûvandin. Beşa zayendên almanî jî; bi „m maskulin (männlich), bi „f“ yê feminin (weib­lich), bi „n neutral, ji bona herdu za­yenda jî m/f (männlich/feminin) û yên pirjimar jî bi tîpên Pl.(Plural) hatine nîşandan. Ji ber ku di beşa Kurdî-Almanî de zayendên Kurdî hatine dest­nîşankirin, min hewce nedît ku di beşa Almanî-Kurdî de jî careke din nîşan bikim. Her wiha beşa Almanî-Kurdî jî, ji ber taybetmendiya zi­manê almanî di herdû beşan de jî zayend hatine destnîşankirin.

Berî ez gotînên xwe bi dawî bikim, ez dixwazim hin kesên ku di amadekarîya vê ferhengê de ji min re bûne alîkar, çêyîyên wan bi minet bişê­kirînim û ji hemûyan re, bi tabyet jî ji ber keda wî ya zêde û giranbuha, endamê rêvebirîya Yekitiya Mamosteyên Kurd û cîgirê serokê Însitituta Kurdî birêz Mamoste Fevzî Özmen û hevalên dinê re sipasî û rêzên xwe pêşkêş bikim. Bi hêvîya ku ev xebat ji we re hinekî bibe alîkar, serkevtin û silav.

Abdulkadir Ulumaskan

Almanya, Gulana, 2010