بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Parîsname | Ewdil Ararat

Berê 28 salan

Ne yê Parîsê, berê 28 salan halê me. Di sala 1989 an da li zîndana Amedê bi   eşkerebûna tûnelê ra em sed û deh dîlan sirgun kiribûn, avêtibûn hucreyên girtîgeha Eskîşehîrê.

Encax piştê birçîmayîneke dirêj a mirinê, zordarên dewleta Tirk ên wê demê pejirandin, ku li şûna îzolasîyona kesekê/î, heşt kesan bixin hucreyekê.

Êşkence, îzolasyon, xwebiçîkirinên dûr dirêj, enwayê çeşîd nexweşîyên can û derûnî peyda kiribûn li me dîlan.  

Bi çavvekirinê ra min xwe di morga nexweşxanêyê da dît. Dest bi kelepçeyê, lingên min bi zencîrê bi ranzayê va girêdayî di nava mirîyan da bûm.

Mîna balcanê ez qewirandibûm. Tamponekî 20 cm. kiribûn nava min, cîyê nişterîyê. Piştê nişterîyê ev halê min ê di morgê da bi serê xwe êşkenceyekê bû.

Li dijê vê halê çiqas biqêrîyama û hewarê bikira, birîna min ewqas jan dida û dixwînîya.

Di wan rojîyên mirênê da rûvî û hinav li min hatibûn xarê. Ji derdê giran basûr jî li min werimî bû, bibû mîna kindorekê. Zik li min nepixîbû, hew mabû biteqîyama.

Bi qêrîn û lêxistina li derîyê hesinî yê hucreyê ra tawilê zebanîyan ez anîm nexweşxaneya dewletê ya Eskîşehirê.

Yanê ji bo me dîlan qesapxaneya dewletê. "Doktorê" wan jî qesap. Bi kîn û rika kalikên xwe yên selçûqî, osmanî û kemalî ez qewirandibûm.

Wan piştê du rojan, du hebên êşbirînê xistin nava destê min û ez anîm avêtim hucreyê. Bilî min heft hevalên din jî hebûn di hucreyê da. Me rojên bi moral ên watedar derbas kirin bi hev ra, heta sirguna girtîgeha Aydînê.

Tampon mîna beton di min da hişk bibû. Ne dikaribûm biçûma tûwaletê, ne dikaribûm bixwara. Ji halê birçîbûnê xirabtir bû, ev halê min. 

Di hefteyê da carek nîv saet ji bo serşûştinê, ava germ berdidan hucreya li dawîya bloka ku em lê diman. Grub bi grub em diçûnê me serê xwe dişûşt.

Ji ber nexweşîyê nikaribûm biçûma "serşûştinê". Yek ji hevalên hucreyê ku min gelek hez jê dikir, bibû "hemşîreyê" min.

Dema ji banyoyê bihata di nava bîdonekî 5 lîtroyî da ji min ra ava germ dianî, berdida nava teştê û ez tê da rûdiniştim. Wisa çar pênc seans di nava ava germ da dimam, paşê min karî wê tamponê nerm bikim û derxim.

 

Wêne

 

Tabî derxistina wê ji nişterîyê jî zortir bû. Mîna jinekê ku zarokê xwe ters bîne dunyayê, ewqas ku jan dida min.

Ji alîyekî din jî hemşîreyê min bi henek dikir pitepit: "Apo derxe, êdî bes e! ava serê me hemû çû, ji bo qûna te!"

Hevaltîyên girtîgehê hêdî çêdibin mîna durên nav kêvcalê. Saxlem, hilû û pak in.  

Niha hun dê bêjin, di navbera van gotinan û Parîsê da çi tikilî hene? Hene.

Ez heta niha çend car çûbûm Parîsê. Birastî çûyîna îcar gelek taybet bû. Hem mêvanekî min ê ezîz ku min ew 25 sal in nedîtibû û wî jî Parîsê hîç nedîtibû, min ê bi xwe ra bibira, derxista Eyîfelê. Hem jî hemşîreyê min, ku li ba min hê jî mîna dur e, li wir bû lewma.

Ne Bastîla wî ku mîna otêleke pêncstêrk bû di ber zîndana Amedê ya salên 1980 an da. Ne jî şahesera Notre Damê ez kişandim Parîsê.

Em hevalên ji dema zîndanê mîna nokên ji tasê birije erdê, her yek bi derekî da pengizîn. Her yek berê xwe da xerîbîya welatekî, her yek li dûrîyek bû bîyan. Hin li welêt man, hin cangorî bûn..

Berlîn a min, Parîs bû para wî. Para hemşîreyê min, yanê Celal Avciyî. Celalê ku êdî mîna min hildikişe pêlikên kaltîyê. Celalê ku dilê wî hê jî mîna yê zarokekî pak û paqij lêdixe. Ma ser kal be, dil kal dibe?

Ne Viktor Hugo me, ku heta kanalîzasyonên vî bajarî jî bi melodîyeke lîrikî ji we ra biherikînim. Ne jî êdî ne ew evîndarê romantîk im, ku ji bo vî bajarê mîna keçeke hejdeh salî bedew e, serenadan bixwînim.

Parîs navenda Ewropayê ye. Bi 12,4 mîlyon niştecîyên xwe va piştê Londonê duyemîn bajarê mezin ê Ewropayê ye.  Îro piranîya xelkê wî êdî Ereb û Afrîkayî ne. Ji Ewropayê pirtir dişibe bajarekî Afrîkayî. Yanê wê orjînalîteya xwe ya estetîkî winda kirîye. Ne arîstokrat dixuyên, ne jî baloyên bi maske yên sosyeteyê.

Şanzelîze, Melenrûj êdî heta sibeyê ne şîyar in. 11 û 12 ên şevê qerebalix belav dibe, ji tirsa hêrîşên terorîstî yên îslamê. Êh! Ev jî asayî ye. Meriv evqas dagirkerî bike, tewîzê bide nexwşîyên ol û hîpnozê, mîna pîyonê wan bi kar bîne, dem wê were nexweşî bibe bela, bajarên meriv jî dê ji destî biçin..

Deh Sartre jî rabin nema dikarin nirxên ketî ji erdê rakin.

Dema tu bêjî Parîs, gelek sembol tên bîra mirov. Eyîfel, Notre Dame, Bastîl, Şanzelîze, çemê Senê, dêra spî, Louvre, metroyên wî, Elyesse û bi dehan tiştên din.

Parîs ji bo min hê jî bajarê evîn û romantîzmê ye. Carnan jî şûşeyekî Bordo. Her çiqas wekhevî û azadî wateya xwe tê da winda kiribe jî, hê jî bajarê azadîyê ye Parîs. Bajarê raman û hunerê. Ji Napolyon, Maria Antouneti pirtir, Jan Paul Belmondo, Dalîda mane di bîra min da ji vî bajarê rengemozayîk.

i duayê nefretê dikim. Dîsa jî mala wan îngilîzan ava be, Vê EysJetê çêkirine feqîr fiqare dikarin herin seferê. Bilêt, bordkart hemûyan meriv dikare di înternetê de hel bike. Ez û mêvanê xwe, em li Berlînê siwarê EysJetê bûn, me berê xwe da Parîsê. Piştê saetekê em li Orlîyê peya bûn.

Celal Avcî û hevalekî wî bi otomobîlê li ber derîyê firokxaneya Orlîyê em pêşwazî kirin. Bi hesret me hev hemêz kir. Bi îltifatên "tu hîn xort î, baş dixûyê.." henek, laqirdî, felan em siwarê otoyê bûn û me berê xwe da mala Celalî ya li navenda bajêr. Ji lezûbeza xwe tiştek kêm nekirîye, Celal. Mîna bager diaxife û em diçin.

 

wêne2

 

xirxalikê zêrîn li ser gerdenên şîn

Parîs, herdû pêsîrên Senê mîna xirxalikekî zêrîn xemilandîye. Çem ava jîyanê. Ew paqij dike, meriv wî qirêj dikin. Ji çeman çemê Senê li vir jî bi comerdî jîyanê li Frensizan bexişandîye. Hem jîyanê bexişandîye û hem jî qirêjîya wan paqij dike. Barên wan dikişîne. Zikên wan têr dike. Senê şahidê çûyî û mayîyên dîroka Parîsê. Gelek pireyên kevn û nûjen herdu qeraxên çemê gîhandine hev. Keştî û kelek li serê, şev û roj di seyir û seferê da ne.

Sen dema ji erdê Parîsê derbas dibe, mîna marekî dizivire û fetilan dide xwe. Ev fetla wî mezin biçûk gelek giravan çêkirîye li ser vê erdê. Girava herî mezin "Île de la Cité" ye. Navenda bajêr, salên berîya Îsa li ser vê giravê ava bûye.

Navê wî yê antîk Lutetia ye. Di dema împaratorîya Romê da navê Parîs hildaye. Parîs hem Keltan û hem jî Roman hewandîye. Paşê Frenk û Frensizên îroyîn û bi tevê bi mîlyonan bermayîyên wan ên ji kolonîyan, hildaye bin banê xwe.

Ji alîyê îdarî va 20 navçeyên wî hene. Ev navçe hem bi hejmar, Parîs 1, Parîs 3, P. 7, hem jî bi navên mîna Louvre, Temple, Palais Bourbon ûwd. tên binavkirin.                                                                                                                               

Avahîyên barokî ku îro hîn jî stûnên zexim ên bajêr in, di dema Ludwigê XIV. da ava bûne. Parîs piştê şoreşa frensî 1789 an hêdî hêdî dibe bajarekî îndusturîyê.

Pê ra Sen jî şîlo diherike.

Ramyarên wî mîna flîtreyê paqij kiribûn hewaya bajêr. Dîsa qirêj bû. 

Trênên şêlandî û Mösyö Celal

Di gel ewqas tengasîya trafîkê hebû jî, ji ber sohbeta me ya germ, me nezanî ka rê çiqas ajot. Em li ber derîyî rawestîyan. Havalê nasdar bi navê Zaza ku em anîn, bi otomobîlê vegerîya ser karê xwe. Em derketin mala Celalî ya li qata yekemîn.

Dema dibêjim mal, piştê şatoya M. Antounetî bila ya wî were bîra we. Qenebe dîsa du odeyên wî ji ya min zêdetir e. Em çi nivşeke bêsiûd û bêşans in. Malên teng, jîyanên rûxyayî tim para me ne. Dil negihîje kûrayîya deryayî wê çawa li ber xwe bide li tengayîyê. Bila ev jî tesellîyek be!

Axaftinên me bi do îro di nav hev da berdewam dikin li malê. Her çiqas di eyarê metbaxa frensî da ne be jî, Celalî ji me ra firavîneke xweş jî amade kiribû, bi tevê şûşeyekî heqîqî Bordo. Celal ji alîyê evîndaran jî, vê gavê ji min bi şanstir e. Qenebe yên wî yek-du heb hene.

 

Wêne3

 

Bi lez û beza axaftinê pakêtên Mallboroyan jî li pey hev vala dibûn. Li dawîyê cixareyekê mabû. Celalî got ez herim pakêtekê bînim. Min gotê: "Na, nîvek tu nîvê din ez, em ê bi hev ra bikişînin. Em dikenin. Salên zîndanê tên bîra me.

Di wan salên xelayîyê da berpirsê qawîşê li zîndana Amedê di rojê da sê   cixareyan dida me cixarekêşan. Me hevalekî dikir şirîkê cixareyê, nîv bi nîv di rojê da şeş car dikişand. Celal jî şirîkê min ê cixareyê bû. Me bi qelemê nîvê cixareyê xêz dikir, ku kes ji nîvê derbastir meke. Tam bihata xêzikê me bang dikir; "Mafê te xilas bû.." Carinan ji xêzikê derbastir bikira min digotê; "Celo binêr tu xêzikê derbas bikî, ez dê ji xwe ra şirîkekî din bibînim!" Carinan jî wisa, wî ji min ra digot. Ev ji bo me dibû henek û mijûlîyekî xweş di wê tengayîyê da.

Celal ji doza Kawayê hatibû girtin. Bi maddeya 125.ya îdamê hatibû darizandin. Paşê 24 sal cezayê giran dabûnê. Ji fîlmên kovboyan pir hez dikir. Cîyê wî tim li pêşîya têlevîzyonê bû. Serê xwe ji binê battanîyêyê derdixist, mîna pisîkên Wanê lê dinihêrîya. Dema kovboyan trênek bişêlandana, Celal ji cîyê xwe hildepîya..  

 

4

 

Piştê gireva birçîbûnê di nav "peymana" me ya bi îdareya Tirk ra têlevîzyon jî hebû. Di salên 1985 an da têlevîzyoneke biçûk a reş û spî dabûn qawîşa me ya ku em heştê kes tê da bûn. Vê jî carinan paşva digirtin. Dema maça futbolê heba me hemû xwe dida berê. Xwasma dema ku maça Tirkan bi welatên din ra heba.

Tabî leşker û gardîyanên zîndanê taxima xwe, me jî kîjan welat li hember wan bilîsta wê digirt. Rojek maça "Turkîye" û Îngilistanê bû. Tirk mîna jîyana xwe ya rojane di lîstikê da jî hêrişkar û agresîf in. Di deqeyên destpêkê da hêrîşekê birin ser qeleya Îngiliz, lê nekarîn gol bavêjin. Hê gol neavêtine bû qareqara gardîyan û leşkeran. Paşê Îngilizan li pey hev heşt gol avêtin qeleya Tirkan. Îcar ji şabûna heşt car qareqara me çû ezmên. Ji ber vê şabûna me û têkçûna wan, wan ew roj em ceza kirin, şîvê ji me ra neanîn û têlevîzyonê jî hefteyek nedan me.       

Em wiha pê da biçin em ê nikaribin Parîsê bibînin. Piştê firavînê em çûne gerê.

Ji ber nêzîk bû, pêşî me berê xwe da dêra Notre Damê. Berîya ku em herin wir li ser rê em çûn qehwexaneya Mailletisê xwedîyê wê ji Çepaxçûrê ye. Di salên 80 an da hatîye, vê qehwexaneyê vekirîye. Hema bêjim gelek esnaf û kesên Kurd Celalî dinasin û hez jê dikin. Kî wî bibîne, dipirse;"Xoce çawa yî, bi ku da diçî?

Dibêjimê; "Celal, evqas pirsdarên te hene, endamîya xwe ji bo şaredarîya Parîsê dayîne, bawer bike tu dê qezenc bikî. Me qehweyên xwe vexwar hinekî bêhn veda û daketin metroya Parîsê.

 

5

 

sitargeha belengazan

Hem kanalîzayson û hem jî metroya wî binê Parîsê qulqulî kirine. Wisa ku endezyar dibêjin metirsî heye ku rojek were Parîs bihilşe.

Wê bihilşe û hemû efsaneyan jî bixwe ra bihilşîne? Nizanim.

Metro navçe û serên bajêr digihînin hev û bi lez diherikin di bin erdê da. Ne ji wan ba, gelo çûn û hatina bi mîlyonan mirov dê çawa organîze biba?

Ji belengazên romana V. Hugo vir da, belengaz her zêde bûne li Parîsê. Berîya çend salan di şeveke sar a zivistanê da sê hezar feqîrên bêban ji sermayê hişk bibûn, miribûn. Ji wê salê vir da şevên zivstanê, metroyan ji bo wan vedikin. Ew jî berîya girtinê dadikevin metroyan tê da heta sibeyê serolingo radizin. Tabî kê zûtir tûrê xwe yê xewê avêt cîyên hinek germtir ji dervayî. Heke li ser bankên rûniştinê bi dest kê ket, ew, ew şev prens û prensesa Parîsê ye.

Hêjayê gotinê ye, heta berê çend salan jî J.Paul Belmondo wan belangazan ji kîsê xwe dişand hemamê serê wan dida şûştun, şorbeyeke germ dida wan.  

Xîmên metroya Parîsê di sala 1900 an da hatine avêtên. Îro bi 14 stasyonên xwe va dirêjîya wê gihîştîye 219,9 km. 303 rawestgehên wê hene û her roj 4,2 mîlyon rêwî tê da di seferê da ne. Metroya navenda bajêr, (Parîs 1-2) mîna gustîlê glover e, xetên din, bi vê gustîlê hemû digihîjin hev. Trênên wê jî mîna yên Moskowê bi lez in. Bilêtekî derbasbar e, heta meriv di metroyê da be. Bi bilêtekê meriv dikare here hemû stasyonan.     

 

6

 

zingilên lênedayî

Em di stasyona Seint Michelê da (Notre Dame) ji metroyê peya bûn, derketin  jorê. Piştê derbasbûna ji kolanên fireh û dirêj û ji ber avahîyên dîrokî, katedrala Notre Damê bi hemû îhtişama xwe li ber me vexuya.

Qaşo em bi hev ra dimeşin. Celal 20 mêtro li pêşîya me dimeşe. Serê xwe dide pey hulya û xeyalan diçe. Çawa dikeve bîrê? Nizanim. Carinan jî vedigere li du xwe dinihêre, ka em tên yan na. Di hepisxaneyê da jî wisa bû. Kes nikaribû pê ra voltayê biavêta. Heta em biçûna serîyêkê qawûşê, ew du car jê vedigerîya.

Notre Dam, yek ji şaheserên Frensayê ye. Bi navê wê yê frensî Cathédrale Notre-Dame de Paris, hema bi nihêrîna yekemîn ra qaîde û mîmarîya wê bendoreke giran li ser meriv dihêle.

Xîmê kadtedralê li navenda Parîsê, li ber çemê Senê, li ser girava Ile de la Cité di sala 1163 an da tê avêtin. Di sala 1345 an da jî temam dibe. Temam dibe, lê di her 50 û 100 salekê da parçeyek, bircek, beşek, wêneyek, peykerek lê tê zêdekirin. Pencereyên wê yên bi camên rengîn, her yek tîrêjên rojê bi delalîyekê dipalîne nava kadetralê. Avîzeyên wê yên krîstal çav dikirpînin.

Bi terza romantîk-gotîk bi kevirên granît û mermerê hatîye avakirin. Ji bilî kumbeta mezin çar bircên wê bilind dibin. Bilindîyên bircên pêşî 69 mêtro ne. Kadetral 130 m. dirêj 48 m. fireh e. Heta 10 hezar kes dikarin tê da bi cî bin.

Cara sêyemîn e, têm Notre Damê. Di ya ewil da mîmarîya wê ez matmayî hiştibûm. Weysî, di destan da maşîne, şeq ha şeq resiman dikişîne.    

Kadetral di çar pêvajoyan da temam bûye. Dema V. Hugo (1802-1885) romana xwe ya navdar Zengilên Notre Damê û Qasîmadoyê evîndar ê ku ji jora bircên katedralê li Parîsa reben a jêrîn dinihêre, dinivîse, avadanîya Katedralê jî êdî temam dibe.

Du orgên wê yên mezin muzîka ayînê bi akûstîkî digihîjînin her quncekê katedralê. Bîst zengilên wê hene, ku her yek, ton û nîvekî giran e. Her yek ji wan navekî xwe heye. Emmanuel, Marie, Gabriel, Anne-Geneviève, Denis ûwd.

Wan zengilan heta îro jî ti car ji bo şîyarkirinê lênedane, ji xeynê razandinê..

Em derengîya êvarê ji Notre Damê dertên. Hewa hinek sar û bayî ye. Çêtir e em biçin malê. Hîn gelek tiştên em nepeyîvîne hene.

Şîv, henek, muzîk, şûştina fereqan felan şev li me dibe dereng. Mijarên sohbetê rengîn in. Tiştên herî rengîn ên vê şevê helbestên Celalî bûn. Gelek helbestan nivîsîye Celalî. Biqasê tê bîra min, di dema hepsê da xuyekî wî yê wisa tinebû.

Helbet ev Parîs e, meriv dike delodîn jî, evîndar û şaîr jî. Celal çend helbestên xwe ji me ra xwendin. Tirkî nivîsîye helbestên xwe. Heta hunermendeke xanim helbestekê wî kirîye stran jî li Stenbolê. Me li wê stranê jî guhdarî kir ew şev.. Min ew rexne kir, çima bi kurdî nanivîse?

 

7

 

Birca ezmanqelêş

Sibeya roja duyemîn, Celal zû rabû çû ji çarşîyê penêr û bagetteyên frensî û pakêtek Mallboro anîn. Ji xwe mala wî li ser kolanê ye. Mîna hotêl çîçek palas. Dengên erebeyan, çarşî û bazarê tên jorê. Fîlimên Jean Gabin û Alain Delonî tîne bîra mirov. Jixwe taxa ku lê dimîne, berê cîyê artîstan bûye.

Me bi hev ra taştêyê amade kir û xwar. Piştê taştêyê armanca me sembola Parîsê, birca bilind Eyîfel e. Eyîfela ku gelê Frens çiqas pê bipesine, li cî ye. Di sala 1887 an da xîmê wê hatîye avêtin û di sala 1889 an da temam bûye. Komplet ji hesin û polayê ava bûye û bi vîdeyan bi hev va hatîye girêdan.

Dema meriv ji metroya Tracaduro yan jî Bassyê derkeve û ji pireya Senê derbas be, Birca Eyîfel, ew çîyayê ji pola bi hemû haşmet û qiraseyîya xwe mîna efsaneyekê bilind dibe. Ev birca ezmên qelêş heta îro jî sembola azadî û romantîzmê ye li cîhanê.

Gelek teqlîdên wê hatine çêkirin. Esnaf û seyyar firoşkerên Parîsê bi firotina mînyatorên Eyîfelê zikên xwe têr dikin. Celal bi bazarîyeke xirecir a bi froşkerekî Afrîkî ra, mînyatorekê Eyîfelê ji dehan dadixe şeş ewroyan. Em mînyatorê jê dikirin û diçin ber lingên Eyîfelê. Derheqê Eyîfelê da bi dehan fîlm hatine çêkirin, pirtûk hatine nivîsandin. Bi serê xwe sektorek e Eyîfel.

Hosta û xwedîyê projeya Eyîfelê, Gustave Eiffel e. Peykera Eiffelî li ber lingê bakûr ê Eyîfelê danîne. Mîmarê bircê Stephen Sauveste ye. Her duyan bi hezeran ton hesin û polayên Frensayê berhev kirine û di nava du salan da wan polayan bi hev va girêdane û vî çîyayî afirandine. "Ne hikimet û ne pif kirin", giştî bi aqil, hesab û zanînê, huner û berhemên xwe dîyarî kirine.

Gelek çavnebar jî, xayîn xayîn li lûtkeya Eyîfelê nihêrîne û dinihêrin. Heta dibêjin dema Hîtlerî Parîsê dagirtîye, xwestîye vê şahaneyê biteqîne. Sefîrê wê demê yê Swêdê yê Parîsê, bi generalê nazî ra peyivîye, wî serhişkî nerm kirîye, bûye asteng û nehîştîye ev berhem were teqandin û wisa jî cîyên dîrokî yên Parîsê.

Li ser çar lingan bilind dibe Eyîfel. Ji her çar lingan asansorên qerase diçin platformên wê. Heta lûtkeyê bilindayîya wê 324.82 mêtro ye. Platforma temaşeyê ya yekemîn li 57 mêtroyan, a duyemîn li 115 mêtroyan, li vir restorant û bar jî hene. Platforma sêyemîn li 276 mêtroyan e. Asansor heta platforma sêyemîn dertê. Ji wir şûnda jî bi pêlikên teng derdikevin lûtkeya ku antêna weşanên radyo û têlevîzyonê ye. Bi van pêlikan jî tenê teknîker dikarin hilkişinê.

Her sal mîlyonek turîst dertên birca Eyîfelê. Fotoyan dikişînin. Lûtkeya hundurên xwe ko, yan jî tûj dikin bi lûtkeya wê û jê dadikevin.  

Dema em hatin ber lingên Eyîfelê bayeke sar û bihêz şewqe difirand. Ji ber tirsa teqînên terorîstîyê ewlekarîyên tund wergirtibûn polêsên firensî. Min ji jêr va li lûtkeyê nihêrî, serî li min gerîya. Ji tirsa ku tansîyona min jî dê mîna Eyîfelê bilind be, newêrîm hilkişimê. Me mêvanê xwe şand jorê, ez Celal man li jêrê. Piştê du saet nîvan, mêvanê me tawilê ji bircê peya bû.

Piştê gera Eyîfelê em daketin metroyê. Vêca me berê xwe da goristana Père Lachaise. Goristana Père Lachaise dîrokî û navdar e li Parîsê. navdar û şoreşgerên Parîsê li vir bin ax kirine. Kêl û gor mîna monumentan hatine çêkirin. Li vê goristanê gorekê kirîn yan jî kirê kirin, ji xanîyekî bihatir e. Gora Yilmaz Guney û Ehmed Kayayî jî li vê goristanê ne. Pêşî em çûn ser gora Yilmaz, paşê ya E. Kayayî.

Li vir dixwezim bi çîrokekê, Y. Güneyî bi bîr bînim. Dibêjin; rojekî Yilmaz Güney û çend xort daketine metroya Parîsê. Pereyê xortan tenê têra bilêtekê kiriye. Bilêtek kirîne dane Yilmaz. Jê ra gotine kekê tu bi bilêtê derbas be, em ê bêbilêt derbas bin. Hemû qaçax yekoyeko ji turnîkeyê derbas bûne. Dema dor tê wî, Yilmaz, li xortên qaçax derbasbûyî dinihêre, li bilêta xwe dinihêre, bilêtê dixe bêrîka xwe û ew jî qaçax hema xwe ji ser turnîkeyê ra kil dike û derbas dibe. Xort jê ra dibêjin, "Kekê tu çima bi bilêtê derbas nebûyî?" Yilmaz dibêje wan:  "Ma mêranî mirîye! Hun qaçax derbas bin, ez bi rêbaz?"   

 

8

Monseniurê Parîsê                                                                            

Wek Kurdek meriv were Parîsê neçe wê derê nabe! Sibeya roja ku em dê vegerin Berlînê, em çûne serdana înstîtûta kurdî ya Parîsê. Kedkarê înstîtûtê hêja Şeref em pêşwazî kirin. Înstîtût li navenda Parîsê, navçeya Saint Denisê ye. Ji damezirandina xwe heya îro kar û xizmetên hêja kirine, dike, ji bo ziman, çand, perwerde û dîplomasîya kurdî.

Li dîyasporayê heta ji bo welêt jî, ji bo wan xizmet û karan hê jî navnîşana  yekemîn e, înstîtût. Heta niha gelek ciwanên Kurd bi bursa înstîtûyê xwendina bilind temam kirine, doktorayên xwe nivîsandine. Înstîtût di xanîyekî mûtevazî yê duqatî da xizmetên xwe dike. Qata yekê odeya rêveberî, lobî û dersxane ye. Ya duyan odeya serokê înstîtûtê û purtûkxane ye. Mixabin ji bêderfetîyê ev sazîya nirxdar, van demên dawîyê li zingilên xwegirtinê dixe! 

Di serkeftina vê sazîya me da bêguman para hemû kedkar û mamosteyên wê nirxdar e. Taybetî jî para mezin ya rêzdar Kendal Nezanî ye, ku layîqê seroktîya vê sazîyê ye. Herçiqas em bê randevu çûbûn û randevuyeke wî ya din bi rojnameya frensî ra hebû, dîsa jî me bi hêja K. Nezanî ra çayek vexwar. Cara yekemîn bû min ew nas kir. Kendal Nezan, bi zanayîya xwe, bi rabûn rûniştina xwe, bi centilmenî û kubarîya xwe birastî Monseniurê Parîsê ye. Ev şanenav lê hatine.

Vegera bi dijûn

Meriv li cem Celalî be, ne gengaz e meriv dijûnan jê nebihîze. Hema bêjin her kes di jîyana xwe da, çend car be jî bi awayekê dide dijûnan. A Celal ne wisa ye. Ew şahê dijûnbazan e. Hema tengav be, "ê de haydê .....!" dibêje û pêda diçe. Yê ku  ji dijûnan hez bike, hinekî Celalî tûj bike bes e. Ew dê dijûnên venegotî jê bibihîze.

Şeva vegerê sohbeta me dîsa xweş bibû. Bîranîn, muzîk, helbest, henek û ji bo me hebe nebe sîyaset li pey hev diçûn û dihatin. Di saetên dawîyê da ku êdî em ê vegerin, mijar hatibû ser sîyasetê. Me raman û rexneyên xwe digotin.

Rexneyên Celalî yên di derbarê sîyaseta kurdî, partî û rêxistinên wê da bêguman di cî da bûn. Kêlîyek şûnda rexneyê danî alîyekî. Kî hat bîr û berê, da dijûnan. Ji yên heqkirî ra dubare car.. Min dizanibû ew dê dijûnan bide. Lê ne biqasê wê şevê hişk û sert. Ne sûcê wî ye. Millet ji destê rewşa sîyaseta partîyan bêhizûr e. 

Xortê bi navê Remezan, ku dê me bibe firokxaneyê saet 02yê şevê hat û em hildan birin firokxaneya Orlîyê. Dema em li ber derîyê firokxaneyê ji otoyê peya bûn, hewayeke temîz a hênik li ser rûyên me vemalîya. Bîhn hinek li me fireh bû.

Dema jihevqetînê me hev hemêz kir, xatir xwest. Celêlî di vê kêlîyê da gote min: "Bibore ji bo wan gotinan." Wê jî zanî, ku dijûn hinek tehl û tûj bûn.

Celal ne ew heval e, ku meriv jê bixeyîde.

Tenê di mejarekê da pir hêrsa min tîne, ew jî tirkîya wî ye. Çima nivîsîna kurdî hîn nabe fêm nakim. Hêçku dayîka wî ya gorbuhuşt dema dihate dîtinê, li girtîgehê çi kurdîyeke xweşik û petî dipeyîvî..

 

9

Sibe saet 03 li firokxaneya Orlîyê. Em li xeta firînê, gateyê dinêrin. Çend deqe şûn da em ê ji hev veqetin. Em ê vegerin beyanîya Berlînê. Celal û Remezan wê herin û xwe berdin kûrayîyên Parîsê…

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.