بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Navdarên Kurd binasin (1) - Jiyana Tofîq Wehbî

Navdarên Kurd   binasin!!!!(1)

 

 

 

Nivîskarê jêhatî û zimanvanê hûrbîn û dîrokvanê navdar ê Kurd, Tofîq Wehbî Begê Kurê Maruf, li yekê kanuna   duyemîn a sala 1891-ê de   li bajêrê Silêmanîyê ji dayîk bû.

Wê dema ew hêj zarok bû bavê vî koça dawîyê kir. Wî xwendina xwe a destpêkê li bajêrê xwe temam kir û     li sala   1904-ê de   çû ji bo Bexdayê û li wir xwendina xwe   navendî û   amadeyîya leşkerî bi zîrekî temam kir.

Paşê jî   çû ji bo   bajêrê Stenbolê, paytextê dewleta Osmanî   ji bo temamkirina xwendina bilindtir.. Tofîq   Wehbî wekî xwendevan   ji alîyê Koleja Erkanî ve hate wergirtin û bû   efserê rukin   di arteşa Osmanî de..

Wê dema Şerê Cîhanê ê Yekem   li sala 1914-an de destpêkir, Tofîq Wehbî di şerê “Çanaqelê” li Derdenîlê de beşdar bû. Paşê   Tofîq Wehbî   ji bo Başûrê İraqê hate şandin, beşdarî   di enîya şerî   li “Şihêbe”   li dijî îngîlîzan kir. Wê dema hêzên Osmanî beramberî arteşa Îngîlîz şûnda vekişîya, Tofîq Wehbî   di enîya şerî a   Rumadîyê de   beşdar bû(Meha Îlonê a 1917).. Wê dema bajêrê navbirî ket destê Îngîlîzan   Tofîq Wehbî bi hêzên xwe ve ber bi   bajêrê   Hît çû..

Di sala 1918-an de Tofîq Wehbî   hate şandin ji bo enîya Filîstînê, pileya wî   leşkerî hate bilindkirin ..   Li wê demê   Tofîq Wehbî   madayaya qehremanîyê   ji serokên leşkerî ên Alman wergirtibû.. Hez jî gotinê ye wê demê piranîya fermandeyên tîpên Osmanî generalên Almanî bûn. Ji ber ku di vî şerî de   Osmanî û   Almanya   hevpeyman bûn, li dijî Brîtanya, Fransa, Îtalya û Amerîka di şer de bûn.

Wê dema ew şerê cîhanê bi şikestina dewleta Osmanî û hevpeymanên wê di teşrina duyemîn a   sala 1918-an de bi dawî hat, Tofîq Wehbî Beg vegerîya ji bo Kurdistanê û îca çû Bexdayê û bû   yekek ji   efserên navdar   ên   di 6-ê kanuna duyemîn a sala 1921-ê de   di damêzrandina arteşa İraqê de beşdarbû.. Wê dema Şêx Mahmudê Hefîd di sala   1922-ê de ji Hîndîstanê ve vegerîya ji bo Silêmanîyê û bû bi Mîrê Kurdistanê, Tofîq Wehbî Beg    di meha teşrîna yekem a sala 1922-ê de çû li nav tevgera   ku Şêx Mahmud   serokayetî   dikir. Wekî tête zanîn tevger û desthilatê   Şêx Mahmud   ji alîyê   Îngîlîzan ve hate ruxandin.. Tofîq Wehbî jî hate girtin û   42 roj di zindanê de ma.. Paşê dewletê   Tofîq Wehbî azad kir, kir   kargêrê tevgerê   li Şalyarîya Bergirîya İraqê û di meha tebaxa   1925-an de kir bi rêveberê   dibistana leşkerî li bexdayê… Îngîlîzan pileya wî   a leşkerî bilindkirin(muqeddem) û   li sala 1929-ê   ji bo bilinkirina şarezabûna wî leşkerî   şandin   ji bo Îngîlterêyê.. Di sala 1039ê de   pileya   eqîd dane wî û kirin parêzgerê parêzgeha Silêmanîyê.. Lê   ji ber   bûyerên   6-ê îlonê li ber “Derga Sera”   li Silêmanî   ji karê xwe hate dûrxistin.   Piştî   ku di sala 1931-ê de   Şêrê Şêx Mahmud li Awbarîk li dijî Îngîlîzan, bi tawana     handana xelkê ji   fermanberên Kurd hate girtin..   Ew demeke dûr û dirêj bê kar ma.. Lê   li sala 1946-an de   dewleta İraqê ew kir   şalyarê aborî di   hukumeta Hemdî Çelebî de. Heta    sala 1958-ê   çendîn car bi navê Kurd   ew kirin şalyarê Bergirî û perwerde..

Di destpêka sala 1958-an de   ew bû   endamê   Encumena Rûsipîyên İraqê..   Piştî   darbeya leşkerî a sala 1958-an   İraq hîşt û çû   li Îngilterê li Londrayê nişteçîbû.. Tofîq Wehbî   salên xwe   ên dawîyê   li Londrayê derbazkir û   bi hemû hêza xwe   li ser dîroka Kurdan û zimanê Kurdî   nivîsî. Tofiq Wehbî     di 05.01.1984-ê de   li Londrayê   koça dawîyê kir, li ser daxwaza wî   termê wî   ji bo Silêmanîyê hate şandin   li keleka   rûsîpeyên Kurd   li çîyayê Pîremegrûn hate veşartin.

 

Berhemên Tofîq Wehbî Beg

 

Mamoste Tofîq Wehbî,   li ser ziman û dîroka kevn a Kurdistanê bi zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî û Îngîlizî gellek pirtukên bi nirx nivîsî û piranîyan wan jî   çapkiribû..

Berhemên wî ên bi Kurdî   çapkirî:

  • Desturî Zimanî Kurdî, Bexda, 1928, 114 rupel
  • Xwendewarî baw, Bexda, 1933, 44 rupel,
  • Qisnek le Kurdistan, Bexda, 1947 18 rupel,
  • Ferhengî Kurdî-îngîlîzî(hewbeş) London 1965, 179 rupel,

 

Berhemên bi Erebî çapkirî:

Mamoste   T. Wehbî li ser ziman û dîroka Kurdan 7 pirtuk bi zimanê Erebî çapkir.

 

Mamoste T.Wehbî   pirtukên wekî Eşkewtî Gindok(1949), Paşmawey Êzîdîyekan (1962) û xwendinî Kurdî(1968)   bi zimanê Îngîlîzî belavkir..

 

Hez jî gotinê ye, Mamosteyê nemir   wê dema “Korî Zanyarî Kurd”   li sala 1971   li Bexdayê hate damêzrandin, ji alîyê wê sazîyê ve wekî endamê şanazîyê hate hilbijartin û gellek gotarên bi nirx   di kovara “Korî Zanyarî Kurd”   de belavkir..

 

Çavkanî kovara   “Xozga”

 

Wergêr:   rojgar   merdoxi

 

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.