بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Derfeteke mezin û rewşeke aloz | Hesenê Dersimî

Îro neteweya Kurd yek ali bi tewaya hêz û derfetên xwe dijî dijminê xwînxwar şerekî giran û dijwarde ne. Serketin û binketina gelê Kurd di deste rêxistînên Kurdistana başûr de ye. Mixabin heke rêxistinên Kurdistan'a basur PDK, YNK, GORAN û YEKGIRTU ligel hev ne civin û ser pirsgrêkên aborî û ramyarî çareserîyekê nebînin, ewê vê derfeta dîrokî bo bi destxistina Kurdistaneke serbixwê ji dest derbikevê. Berpirsyarîya vê pêvajoyê ser milê tevaya rexistanan de ye. Hêz û şexsîyetên Kurd berjewendî û mafên xwe yê rêxistinî dixin pêşîya yê neteweyî Kurd û Kurdistan.

Ev rêxistinên Kurd divê di bizanin ku îroj hene û siba tine bibin. Heke ev rêxistin jibo azadbuyina netewe Kurd u serxwebûna Kurdistanê dirûst kar bikin, wî wextî emê tev ligel wan alîkar bin û piştevanîya wan bikin. Lê heke ev rêxistin di kar û xebatên xwe de xirabîyeke mezin bidin doza neteweya Kurd, wê demê divê tevaya welatperêzên Kurd wan rexne bikê, nabe ku nirxên serokê rexistinan ji yê neteweyî Kurd û Kurdistane ne zêdetir e. Dive em ji kakayan û maman re bêhtir neteweyî Kurd û Kuristan hez bikin. Ev zêdetirî saleke ku başûrê Kurdistan buye du beş û du rêvebirî. Heman demê de parlemena Kurdistan nayê şuxulandin. Rêxistina GORAN û YEKGIRTU naçin û nikarin biçin parlemenê. Berpirsyarê van bûyeran rêxistina PDK ye. Ev welat û parlemento ne tenê ya PDK ye. Ev welat welatê gelê Kurd e. Ev parlemento îradeya neteweya Kurd e. Tenê yek hêz nikarê fermana dûrxistina rêxistinekê ji parlemento bide. Divê tevaya gelê Kurd vê baş bizane ku PDK nikarê rêxistinekê qedexe bike an jî ji karê parlemento dûr bixe, di heman demê de ti rêxistin nikarê PDK qedexe bike û karê wê rawestênê, jiber ku her rexistin bingeha xwe ji civaka Kurd digirê. KDP nikarê iradeya gelê Kurd bi reça zorê ji parlementoya Kurdistanê dûr bixê. Tenê yek alternatif  û çareserî ber me de heye. PDK divê rêya encamên hilbijartinan û îradeya gelê Kurd nas bike u GORAN divê vegerê parlemento, da ku van derfetên dîrokî  ligel hev di xeteke neteweyî de çareserîyekê bibînin. Ew trêna derfeta dîrokî di rê de ye, heke em karibin lê suwar bibin, ewê karibê bibe encama azadbûyîna neteweya Kurd û serxwebûna Kurdistan. Tenê welatperêz û şexsîyetên Kurd karekî xirab dikin, bi gotina bijî Serok û bijî Mam: qîyameta Serokan û Maman qîyamete gelê Kurd û Kurdstanê re ne zêdetir e, heke hûn ji welat û neteweya xwe ji wan zêdetir hez bikin, wî wextî dengê xwe bilind bikin û wan rêxistinan rexne bikin û ji wan daxwaz bikin da ku ligel hev bicivin û çareserîyê jibo berjewendîyên Kurdan re bibînin!!!

HER KAR Û XABAT JIBO NETEWEKE AZAD Û SERXWEBÛNA KURDISTAN.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.