بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Piştgirî ji bo Gulseren Demirel...

  Ji Bo Raya Giştî Di nav çend hefteyan de li Bajêrê Munixê hilbijartinên deverî hene... Li nav vî bajêrî de dehan hezar Kurd hene, ku ji her çar parçeyên Kurdistanê tên..Heta niha gellek kesên bi Kurdnijad xwe ji bo Encumena Şarevaniya Munixê wekî kandît nîşan dan.. Lê hemûyan nasnameya xwe a netewî, ango Kurdbûna xwe weşartin û xwe wekî Tirk nîşan dan... Îro dîsa xwedanên helwestî navbirî , şanoya kevn dubaredikin... Ew wê dema ligel Kurdan diaxivin, xwe Kurdnijad nişan didin, lê wê dema ligel Tirkan diaxivin xwe Tirk nîşandidin û lijêr alaya Tirkan resim dikişinin û sond dixwin..Gulseren Demirel wekî jinek Kurd bi şanazî nasnameya xwe a netewî di hilbijartinên 2 meha adarê de beşdarî dibe... Wê di dema hemû çalakîyên xwe ên hilbijartinê de û dehan çavpêketinên xwe de bi awayekî eşkere û vekirî nasnameya xwe a netewî destnîşankir... Ji ber vê yekê jî ew bû hedefa êrîşên nijadperest Tirk, ku ji alîyê balyozê Tirkiyê ve hatine rêkxistin. Dehan hezar Kurd li vî bajêrî dijîn... Kurd jî wekî hemû koçberan , belku zêdetir ji wan di nav gellek girûgirft û astengan de dijîn.. Îro sedan Kurd li Almanyayê niştecîbûne... Sedan hezar Kurd bûne hevwelatîyê almanî, zarokên wan li vî welatî ji dayîkbûne... Kurd jî bûne beşekî vê civatê... Hemû pirsgirêkên vê civatê, ango pirsgirêkên aborî, perwerdeyî, niştecîbûnê, koçberan û penaberan htd... pirsgirêkên Kurdan in jî... Li keleka van pirsgirêkên navxweyî, erkên Kurdên dîyasporayê beramberî niştimanê xwe jî hene...Em dizanin ji bo çareserkirina pirsgirêkan sîyaset kilîl e.. Pêwîst e Kurd jî bi nasnameya xwe derkevin li ser gorepana sîyasetê dewra xwe bilîzin... Gulseren Demirel jî bo vî karî xwe li ser lîsteya Bundnis 90/ DIE GRÜNNEN kandît kiriye... Roja hilbijartinê biçin li ser sanduqa û dengên xwe bidin wê... Silav Rojgar Merdoxi 

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.