بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Çend têbînî li ser “Hevpeyivîna taybet bi N. Barzanî re” a M.Civan û

 Çend têbînî li ser “Hevpeyivîna taybet bi Nêçîrvan Barzanî re” a Murat Civan û Eşref Okumuş Îro min di malpera NetKurdê de Hevpeyivînek xwend, ku ji alîyên birêz Eşref Okumuş / Mûrad Ciwan hatiye kirin.. Birêz Murad Ciwan xwedan û rêvebirê Netkurdê ye.. Birêz Eşref Okumuş jî di rojnameyekî SwÊdî de kardike..Ango herdu birêzan jî rojnamevanên Kurdnijad in..Bi rastî jî ez gellek kêfxweşbûm wê dema min ev hevpeyvîn dît.. Ji ber ku rojnamevanên Kurd bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re çavpêkevtin dikin û dengê Kurd belavdikin..Bi taybetî jî wê dema çavpêketin bi xwe bi zimanê Kurdî hatebe kirin ev yeka hanê kêfxweşîyeke din dide xwendevanên Kurdziman..WÊ dema min destpêkir hevpeyvînê bixwinim, di destpêka wê da behsa hevpeyvînek "bêsansur" dihat kirin.. Ev yeka hanê jî li gor dilê min bû.. Du rojnamevanên Kurd, hevpeyvînek bêsansur bi Serokvezîrê Kurdistanê re..!!! Bir rastî tiştekî xirap nîne..Wê dema min hevdîtin xwand ez şaş û metal mam..Tê bibêjî rojnamevanên me li ser erdê najîn..!!! Ji cîhaneka din hatine! Haya wan li ser rojeva Kurdistanê tune...Ev demeke pirana Kurdan bi taybetî jinên Kurd li ser biryara Parlemana Kurdistanê qisedikin... Nêzîkî 40 rêkxistênên jinan û mafên mirov serdana Serokê Kurdistanê dikin, ligel wî liser vê mijarê diaxivin.. Ji vî daxwazdikin ku vê yasaya navborî îmza neke..Lê herdu rojnamevanên me li ser vê mijarê qet tiştekî ji Serokwezîr napirsin..!!Ew projeya a Hukumeta Kurdistanê bû, ku Kek Neçirvan Barzanî serokayetîyê dike..Rojnamevanên me dikaribûn bir şiklekî eşkere û vekirî ji wî bibirsiyana Ji bo çi Hukumetê di projeya xwe de helwestê xwe vêkirî nîşan neda.. Hukumetê dikaribû ji bo qedexekirina firejinîyê projeyek pêşkêşbikira û wekî helwestê kabînê bişanda bo parlemanê... Lê wisa nekir.. Li ser projeyê helwestê xwe nîşan neda..Rojnamevanan dikaribûn dîsa li ser vê mijarê ji Kek Neçîrvan birpirsîyana ji bo çi piranîya endamên PDK li nav Parlemanê deng ji bo vê yasayê dan..?Demokratî, wekhevî û yekzanî û azadî ev e...Li ser peyvenîyên Tirkan û Kurdistana Başûr li ser hinek babetan hatîye axivtin.. Bi rastî jî başbû... Lê pewîstbû rojnamevanên me ji Kek Neçirvan bipirsîyana "qala peymanek nêhînîan û Kurdis di nabeyna Tirktana Başûr de tê kirin" an jî hinek kes Kurdên Başûr ji bo tiştekî wisa tawanbardikin.... Ev yeka hana çiqas rast e?Li ser pirsa jin û jinkujîyê tê axivtin.. Lê qet tiştek zelal nebû .. ji sala 1991-ê ve heta niha behsa kuştin û sutandina 13 hezar jin tê kirin. Bila 13 nebe 5 hezarbe... Rojnamevanan dikaribûn ji Serok Wezîrê Kurdistanê bipirsayana "Heta niha çend tawanbar hatin mehkum kirin?" Tê gotin gellek jinkûj dost û xizmên karbidestanê kes nagire ev yeka hanê çiqas raste?Pirsgirek here mezin li Başûrê Kurdistanê "Gendelî" ye.. Ji bo çi li ser vê mijarê yek pirsyar ji wî nehat kirin? Hukumeta Kurdistanê heta niha li dijî gendelîyê çi kir?Rojnamevanên me dikaribûn ji Kek Neçîrvan Barzanî bipirsayana "Ev çend mehin Parlemana Kurdistanê bangî çend wezîran kiriye... Hun van Wezîran çima naşînin?Pêwîste Parleman bizane Wezir çidikin? Ew butçeya ku di destê wan da ye çawa kirin... Erkekî Parlemanê jî kontrolkirina çalakîyên hukumetê ye..Rojnamevanan dikaribûn ji Kek Neçirvan bipirsayana ji bo çi heta niha ew girêbest an peymanên nefte neçûn ji bo Parlamana Kurdistanê.. PÊwîste parleman li ser wan agadar be... PÊwîste xelkê Kurdistanê li ser van girêbestan agadar be... Hukumeta İRaqê li ser wan girêbestan ji xelkê Kurdistanê û ji Endamên parlemana Kurdistanê zêdetir agahdar e...Li ser kuştin û arişa kuştina rojnamevanên KOvara Livîn e... Asayişa Partîyê tê tawankirin... We dikaribû çawa tê gotin usa bipirsîya? Wê dama birêzEşref Okumuş " Cara yekê sala 1991-ê ez û rojnamevanekî swêdî em di ser Sûriyeyê re derbasî Kurdistanê bûn, di ser çem re… Zilamê yekê ku me ew dît yekî 70 salî bû. Min rêya Zaxoyê jê pirsî, got: “Wa, tu bi eslê xwe kurd î?” Min hemêz kir û got “Tu bi xêr hatî Kurdistanê, ser çavan.”Duh êvarê li nêzî Hewlêrê pêşmergeyekî pasaporta min kontrol kir. Wî jî pirsî: ”Tu bi eslê xwe kurd î?” Min got ”Belê!” Got ”Careka din neyê Kurdistanê.” Min got ”çima?” Wî got ”Kurdistan îdî welatê dewlemendan e û feqîr jî îdî kurd nînin.”Belkî min ji 10 şofêrên teksiyan pirsî, ”hûn ji bo hukumetê çi difikirin?” Pirraniya wan dibêjin ”hukumet bes ji bo xwe dixebite…” Mesafeyeka gelek mezin di navbera hukumet û xelkê de peyda buye. Gelo sebeb çi ye?" dipirse û Şoferan wekî şahid nişan dide, dikaribûn li ser meseleya rojnamevanên Livînê jî rageyandina KUrdî wekî belgê nîşanbidana...Na... Rojnamenivîsên me li der û dora pirsgireke bingehîn, tên û diçin... Raste raste naçin li nav kûrayetîya mijarê..Wê dema birêz Serokwezîrê Kurdistan digot: "Li Kurdistanê me medyayeka kamil azad heye. Partiyen me azad in, heryek ji wan televizyon, radyo û rojnameyên xwe hene. Tebîî ye ku xelk rexnan digirin. Di demokrasiyê de esas e ku xelk karibe rexneyan bigire, nerazîbûnên xwe diyar bike û daxwazên xwe pêşkêş bike."Wê demê pêwîstbû ji wî bihata pirsin "Hemû televîzyon û rojname di destên partîyan de ne..!!!! Serbixwe nîne û azad nîne.... Sondaj jî hene xwendavanên rojnmayên hizbî jî gellek kêm in... Ew rojnameyên nîvserbixwe zêdetir tên firotin... Wekî hawlati, Awêne û Livîn...Lê birayê Eşref vê yekê napirse... Ew destpêdike û dibêje:"Eşref Okumuş: Gava ez ji Swêdê hatim min biryara xwe dabû ku ez serdana sê rojnameyên mixalif ên ku li Silêmaniyê ne; Awêne, Hawlatî û Livînê bikim. Min ew dîtin ji wan pirsî, min ji gelek rojnamevanên din jî pirsî û ez hîn bûm ku li Kurdistanê take rojnamevanek jî di zîndanê de tune. Bawer nakim li tu welatekî Rojhilata navîn, Tirkiye jî tê de, rewşeka wiha hebe. Ev pîvanek e, û sedemê serbilindiyê ye."Karê pesna hukumeta Kurdistanê di çavpêketînê de tiştekî bicih nîne.. Birêz Eşref dikaribû şîroveyek taybetî li ser vê mijarê binivîsîya.. Wî dkaribû ji Kek NÊçirvan bipirsîya ji bo çi "ê rojnameyên mixalif ên ku li Silêmaniyê ne"?Na ew wisa nake... DEstpê dike li pêş çavên serokwezîr pesna hukumetê dike.. Navê vê yekê tiştekî din eWê dema birêz Serokwezîrê Kurdistan digot: "Li Kurdistanê me medyayeka kamil azad heye. Partiyen me azad in, heryek ji wan televizyon, radyo û rojnameyên xwe hene. Tebîî ye ku xelk rexnan digirin. Di demokrasiyê de esas e ku xelk karibe rexneyan bigire, nerazîbûnên xwe diyar bike û daxwazên xwe pêşkêş bike."Wê demê pêwîstbû ji wî bihata pirsin "Hemû televîzyon û rojname di destên partîyan de ne..!!!! Serbixwe nîne û azad nîne.... Sondaj jî hene xwendavanên rojnmayên hizbî jî gellek kêm in... Ew rojnameyên nîvserbixwe zêdetir tên firotin... Wekî hawlati, Awêne û Livîn...Lê birayê Eşref vê yekê napirse... Ew destpêdike û dibêje:"Eşref Okumuş: Gava ez ji Swêdê hatim min biryara xwe dabû ku ez serdana sê rojnameyên mixalif ên ku li Silêmaniyê ne; Awêne, Hawlatî û Livînê bikim. Min ew dîtin ji wan pirsî, min ji gelek rojnamevanên din jî pirsî û ez hîn bûm ku li Kurdistanê take rojnamevanek jî di zîndanê de tune. Bawer nakim li tu welatekî Rojhilata navîn, Tirkiye jî tê de, rewşeka wiha hebe. Ev pîvanek e, û sedemê serbilindiyê ye."Karê pesna hukumeta Kurdistanê di çavpêketînê de tiştekî bicih nîne.. Birêz Eşref dikaribû şîroveyek taybetî li ser vê mijarê binivîsîya.. Wî dkaribû ji Kek NÊçirvan bipirsîya ji bo çi "ê rojnameyên mixalif ên ku li Silêmaniyê ne"?Na ew wisa nake... DEstpê dike li pêş çavên serokwezîr pesna hukumetê dike.. Navê vê yekê tiştekî din eBirêz Eşref dikarîbû li ser 1 milyon û 200 hezar muçexweran pirsîyar bikar e... Lê mafê wî nebû xelkê wisa piçûk nîşan bide.. Çawa pirsyara xwe formule dike... De Fermo: "şref Okumuş: Ez bi teksiyê çûm derekê, şofêr adres nedît, got ”hukumet niye”, teksî li ber lampeya sor a ser riyê hinekî rawestiya, got ”kak hukumet nîye”. Yek li ber deriyê zankoyê şemitî ket, vegeriya ser hevalê xwe got ”hukumet niye.”Li Swêdê tiştek heye dibêjin ”muptelayê alîkariya sosyal a dewletê”. Fenomeneka pirr cidî ye, wek muptelatiya narkotîkayê lê tê nihêrtin. Mesele ne pere ye. Mesele gava ne berhemhêner be însan, çawa tê guhertin, mejiyê wî çawa tê guhertin.Li Kurdistanê milyonek û 200 hezar însan meaş werdigirin û ne şert e ku li hemberî vê karekî bikin.Ev rewş wek nexweşiyekê diyar dibe, miletekî xerîb bi vî awayî tê çêkirin. Fikra serokwezîr li ser vê diyardeyê çi ye?"Pêwîst bû Kek Neçirvan bipirsyana we çawa kir bazara navxwe holê rakir? Hûn çima bazara Kurdistanê wekî sergoyê Tirkan û Farsan kartînin? Çi tedbîrên we hene? Hûn ê çawa bazara kurdî biparêzin?Heke ji derzîyê heta makînan ji Tirkîyê bê.... erzan be.... Kurdên başûr qet nikarin tiştekî bikin.. Birêz Eşref piştgirîya desthilat dijî xelkê digere... Rojnamevanî wisa nabe..LÊ di dawîyê de gavek başbû... KÊmasîyên wê pirbûn... Emê hêdî-hêdî fÊrbibin...Bi rêz û silavKajîn

Sihet xwesh destê te saxbin hêja Kajî, Birastî jî em Kurd ciqasî em bibêjin em peshketîne lê Mixabin em li pash xelkê maîne û em li kü jî bijîn jî dîsa em xwe nagihînin mustewa gelên dî gelô emê kengî ji gelên dî bi tehinin?... Her weha em ci binivîsînin em kêmasîya têde dihêlin ji rastîyê bêhtir em tishtên xêyalî di pirsin tistên kü civak pêsh bikevê em qet nakin. Mixabin cicvaka me Tîyê Zanyarî û perwerdêye heye kü civaka me perwerde nebê em jî pêsh nakevin û em qet rizgar nabin Dîsa di bêjim sipas ji bo van bîr û hizrên te fikr û ramanên te Bavê Nujîn

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.