بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Barzanî Serxwebunê Dûr Nabîne

Serokê Herêma Kurdistan’ê Mesûd Barzanî ragihand ku cimûcûlên Serokwezîrê İraq’ê Nûrî Malikî li ser hevgirtina welat metirsî ne. Serokê Herêma Kurdistan’ê ragihand ku Nûrî Malikî berbi deshilatiyeke yekane ve diçe, ev jî dibe nakokiyek metirsîdar di navbera Serokwezîrê İraq’ê û hevpeymaniyê de. Di vê derbarê de Barzanî wiha dibejê: "Di deshilatdariyeke teng de wenda dibe, dema dibe deshilatdariyeke dijwar, tû xwe wenda dikî.”Di hevdîtinek yek sêtî ya li gel Rojnama Los Angeles Times a Amerîkî di penceraya nivîsîngehê re berfa li ser serê Çiyayê Zagros’ê diyar dibe. Barzanî ragihand ku Malikî hewldide ku Kurdan di nav hêzên asayîşa İraq’ê de nehêle. Li beranberî gûhertinên di destûrê de hatîn çêkirin jî nerihetiya xwe nîşan da û ew yek jî rednekir ku dibe Kurdistan ji İraq’ê cûda bibe. Di vê derbarê de Barzanî got: "Bêgûman em İraqeke bi dîktatorî rêvebiçe, qebûl nakîn.” Barzanî dixwaze ku serdana Malikî ya ji bo Kurdistan’ê bibe sedemê çareserkirina pirsgirêkan. Lê di wê hevdîtinê de Barzanî ew yek redkir ku hewldanek ji aliyê wan ve ji bo rakirina Malikî hebe.Barzanî ku bi cilên Kurdî bû, ragihand ku çawa di bihara 2008an li ber rakirina Malikî rêgirbû. Herwiha sala derbasbûyî jî piştgirî daye ku Malikî ferman bide hêzên xwe ku biçe nav Bajarê Basra’yê. Barzanî daxwaza eşkerekirina wan sedemên li gor nêrînên wî bûyîne sedemê piştgûhkirina Kurdan ya ji aliyê serokwezîr ve kir. Di vê derbarê de got: "Em dixwazîn bizanîn, ew ji bo me jî karekî bi xurûşe. Di Erebî de gotinek ya pêşiyan heye ku deshilatdarên dijwar û teng dibin sedemê wendakirina kesayetiyê. Bi wateyeke din karekterê mirov di nava deshilatdariya teng de wenda dibe.” Barzanî ew yek jî ragihand ku ew tevgerên Malikî rastî sersûrmanê hatine, netewek Ereb li dijî Kurdan bikaraniye û daxwaz kiriye hikûmeta navendî zêdetir bike. Ev jî dibe ku firsenda otonomiyê ji Kurdan bistêne. Barzanî berdewama axaftinên xwe de wiha dibêje: "Qet li benda wê yekê nedisekinîm ku ew dijberî Kurdan be yan jî dijî hebûna pêşmerge û kurdan ya di nava artêşê de be. Yan kêm bike, mixabin yên rû didin jî em bi wê yekê nebigûmanîn.”Gûherînên siyasî yên vê dawiyê, Kurd nerihet kirîne. Bi taybet jî li dawiya havîna derbasbûyî, siyasetmedarên Sunî û Şîe xwestin bêxin pêşişiya Kurdan û bi herdûyan çareseriyekê ji bo bajarê Kerkûk bibînin ku Kurd dixwazin vegere li ser Herêma Kurdistan ê. Li gorî gotina Kurdan ji wê demê ve Malikî serkêşiya vegûhestina batalyonên Kurdan bûye û li hinek wilayetên wekî Nînowa. Ew hemû bûne sedemên dirûstbûna şerê axaftinî yê navbera Barzanî û Malikî de. Ji meha 11 a sala derbasbûyî ve Barzanî ragihand ku hikûmeta Bexda berbi deshilatek yek partî ve diçe lê tû daxûyaniyek dijwar û rastûrast derbarê Malikî de nedaye. Piştî Malikî jî rexne li Kurdan girt ku bê pirs peymanên petrolê li gel şirketên biyanî mor kirine. Ev gûnehe jî daye pişt Kurdan ku hêzên wan li navçeyên ku pirsgirêk li ser heyîn, êş û îşkenceyê li Ereban dikin.Barzanî nakokiyên li ser zagona petrolê eşkere kir û ragihand Hikûmeta Bexda xelet e ku heta niha razînebûye ew herême peymanan li gel şirketên biyanî mor bikin. Di vê derbarê de Barzanî got: "Mixabin wiha diyar e Bexda karan paşve dixe û naxwaze ji bo vê pirsgirêkê çareseriyekê bibîne. Di rastiya xwe de ev tohmetane di wextekê de didin pal Kurdan ku hikûmet bi xwe siyaseta petrolê nîne, wezaret faşil e û siyasetekî serketî nîne.” Herwiha Barzanî hişyarî da ku eger serokwezîr di gûhertina destûrê de berdewam be, wê demê dibe ku Kurd daxwaza serxwebûna xwe bikin. Di vê derbarê de got: "Em gihane qonaxekê ku pêwîste li ser pireke re derbasbibîn. Ji ber di pêşgotina destûrê de hatiye û eşkirekiriye ji bo yekparçeya İraq’ê şerte ku girêdayî vê destûrê bin.”Rêveberên Partiya Dawa beranberî vê daxûyaniyê dibêjin: "Mesûd Barzanî serokekî girîng e. Divê wê berpirsyariyê li ber çav bigre û çi jê dixwazin, ji ber ew daxûyaniyane grafîkan digûherînin. Daxûyaniyên baş ji bo rewşê dibin arîkar, lê berevajî dibe ku ziyanên zêde hebin.” Ji rojnameya Los Angeles Times / Rudaw11/01/2009

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.