بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 25 October 2008

[center][b] [color=#990000] [size=x-large]General Bababekir û Mesûd Barzanî[/size] [/color] [/b]

[img]http://www.pen-kurd.org/kurdi/ismail-besikci/ismail-besikci-h132.gif[/i…]
[b]Dr. Ismail Beşikçi[/b][/center]

Rojnemaya Hürriyet ê di bin serbabeta “Dema axaftin pêk were dê sînor bêne guhertin“, di 20 cotmeha 2008 an de, nûçeyek hate belavkirin. Di nûçeyê de, Serfemandarê Giştî yê Artêşa Iraqê General Bababekir Zibarî wisa dibêje:

“Barzanî, hemu daxwazî û bendên Tirkiyê bêje û bixwaze dê bêje erê. Tenê, rêvebiriya Tirkiyê bi Herêma Kurdistanê re rûne, wan muhatab bigire, bes e. Helwêstek wisa, û guhertina helwêsta Tirkiyê dê gelek tiştan bide guhertin. Dikare sînoran jî bide guhertin“.

Nûçe û beyanên wî, ez ecêp mayî hiştim. Ez şaş mam. Mirovek, wisa bi hêsanî nikare çiftlika bavê xwe bide ber bazarê.

Birayên wan yên din, Kurdên din dikarin li dijî vê beyanê nerazîbûna nîşan bidin, dikarin li dij derkevin. Li hemberî vê rastiyê, çima wisa dike?

Tê wê wateyê, dihêne wê wateyê ku, rêvebiriya Tirkiyê dê Barzanî muhatab bigire û pê re rûne. Barzanî jî ji bo helwêst û fedekariya Tirkiyê ya mezin û giranbûha dê ji sînor nêzî 30-40 km weke yadîgarî pêşkêşî Tirkiyê bike.

Belê, ji beyanên wî wisa tê fêmkirin, ev beyanên General Bababekir Zibarî ne, ew dibêje ku, “tenê Barzanî muhatab bê nasîn û bi rêvebiriya Hikumata Herêmê re bê axaftin“...

Gelo, wezîfeya bingehîn ya Parlementoya Kurdistanê çi ye? Rol, giringî, giranî û helwêsta Hikuma Herêmê çi ye? Her wisa wezîfe, rol, giringî, giranî û helwêsta Parlamentoya Iraqê û Hikumeta Iraqê çi ye? General Bababekir çawa wisa pir bi hêsanî dikare li ser navê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beyanan bide û biaxife? Çawa dikare bêje ku, “Tirkiyê çi daxwaz bike, Barzanî dê bêje erê“? Ma Barzanî ji pîvanên mantiqî û rastiyê dur ketiye?!.

Divê neyê jibîrkirin:

“Tirkiyê heta niha hemu biryar û kirinên li dijî Kurdan pejirandiye û ji bo biryarên li dijî wan, gotiye: Erê“.

Pêkanîna têkiliyên bisihet û rêkûpêk yên Hikumeta Herêmê bi Tirkiyê re pirsek pir giring e. Divê ev alî rêz jê re bê girtin, û bê fêmkirin. Lê divê ev yek ne bi şêweyê xwe biçûkkirinê, û xwe kêmkirinê pêk were. Helwêstek wisa dê welatperweran bihêşîne, û birîndar bike.

Awirek din di beyana General Bababekir de heye ku, pir balkêş e û divê bê qalkirin:

Ziman û beyanên Serfermandarê Giştî yê Iraqê General Bababekir Zibari li dijî şervanên PKK ê, mîna yê dewletê ye. Uslûba wî li dijî şervanên PKK ê ji biçûkirin, sucarîkirin, xerab û nebaş nîşandanê pêk tê.

Ev kirin û ûslub qet bi kesekî nekeve, ku wî kesî bi salan li dijî faşîstên ereban weke pêşmereyan şer kiriye.

[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.