بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 3 August 2008

[b]Roj baş...[/b]

- [b]Goran Candan Pirsa zimanê kurdî -2-[/b] bi we re ye
- [b]Amnetsy International rapora 2008 an:[/b] Li Herêma Kurdistanê bipêkirina mafê mirovan didome...
- [b]Pirtûkek nû[/b] li ser Kerkûkê ....
- [b]Îranê bi îdamkirina mirovan[/b] ber bi rekorê ve diçe....

Silav û rêz

[b]Zarathustra News[/b]

[b]Eurokurd.net[/b]

[center][color=#CC0000][b]* * *[/b][/color][/center]

[center][color=#990000][b]LI SER PIRS Û GELSHÊN ZIMANÊ KURDÎ -2-[/b][/color][/center]

[center][img]http://img297.imageshack.us/img297/7862/gorancandanhg6.jpg[/img][/center]
[center][b]Goran Candan[/b][/center]

Van demên dawiyê, ji hêla kurdan ve kampanîne ji bo Zimanê Kurdî divebin.
Em serkeftinê ji bo van kampaniyan dixwazin û me hêviyek xurt heye, ku van kampaniyan bikaribin bigehîjin armancê û piraniya wan kur û keçên me yên ji nifşên nuh, ku li ber xetera jibîrkirina Zimanê xwe yê Dê ne, bikaribin hişyar bikin.

Bêguman Kampaniyên wilo ji bo Zimanê Kurdî, me pir gerek in. Ji lew re wek dihêt zanînê; hîna li seranserê Kurdistanê ew gelş û astengên li ber pêşveçûna zimanê kurdî ji holê ne rabûne. Bi taybetî jî, ji ber ew xetera ku bi riya mediya hewayî yên kanalên televîzyonî yên wek zimanên bi tirkî, farisî û erebî, zarokên me dikevin ber pêlên asîmîlasyonê û Zimanê xwe yê Dê ji bîr ve dikin!

Ji hêla din ve jî, ew gelş û pirsên rojane yên li jiyana me kurdên li dûriya welêt, her wisan ew jî kargêriyek neyînî (menfî) li ser derfetên bikarhanîna zimanê dayikê dike. Wek me pirî caran dîtiye û hay jê bûye, ev xeter jî dikare Zimanê Dê hem qels û lawaz bike û hem jî bi giştî bi meriv bide jibîrkirinê!

Pirr rast e: Ziman Hebûna Milletek e. Heger ronakbîr, siyasetmedar, avahî û dezgehên pêşde yên milletê, xwedîtî li zimanê xwe ne kin, hingê ew ziman dikeve ber xetera asîmîlasyon û windabûnê.

Ev nêzîkê sed salan e, ku dewlet û dolîwgeriya tirk kampaniyên cûrbecûr li ser zimanê kurdî digerîne û na hêle, ku zimanê kurdî jî wek zimanên din pêş ve here. Lê hezar supasî û sukur, ku Zimanê Kurdî xwe gihandiye ta vê rojê û ji nav ne çûye.

Li Başûrê Kurdistanê, her çend nakokiyên ramyarî (siyasî) di navbera kurd û dewleta Baasî de hebûn jî, dîsan serdestên Iraqê çi car gelş û astengên wek serdestên Jön-Türk û Kemalîstan li pêşiya Zimanê Kurdî der ne hanîne. Wek em baş pê dizanin, li başûrê Kurdistanê, li bin dîktatoriya desthilatdariya Baasî jî, her dem Weşan û Rojnameyên bi kurdî hebûne. Radyoyên Kurdî programên bi kurdî weşandine. Pir hindik li Rojhilata Kurdistanê jî her wisan bûye. Radyoya Kurdî ya li Kermanşanê ta ji hêla me kurdên bakurî ve jî dihat guhdarkirinê. Mafek sembolîk be jî - hebû.

Piştî kadkirina mêjûyî, em vegerin ser rewşa îroyîn. Dirûşma me gerek ev be: Welatîno Bi Kurdî Bipeyivin! Gava ku du kurd werin nik hev, pir şerm û guneh e, ku bi zimanê desthilatdaran bipeyvin.

Em ji bîr ve ne kin, ku ziman hîmê netewebûnê ye. Piraniya nirx û hêjayiyên netewebûnê di nav zimanî de veşartî ye.

Hin kes carinan hebûn û cudatiyên zaravayên kurdî ji xwe re dikin hincet û sedem û dibêjin, ku "em bi zaravayê hev ni zanin, loma em bêgav dimînin ku bi zimanê tirkî, erebî yan bi farisî bipeyivin." Ev kes jî Xwedê giravî ronakbîr in (!) Me bersivek ji van kesan re heye: Heger tu mirovek bêperwerde û kesek ji gundek li bin quntarên çiyayên Kurdistanê bî, hingê em pê dizanin û dipejirînin, ku tu çima zaravayên kurdî (=zimanê kurdî) nas na kî, lê heger tu ronakbîrek bî, wê gavê em qet fam na kin, ku ji ber çi sedemî ye tu zimanê kurdî (=zaravayên kurdî) nas na kî!?

Bi kurtî pirs, pirsek rewşenbîrî ye. Formula wê ya hêsan jî ev e: Gava ku tu bi zaravayê xwe baş bizanibî, tu bi otomatîkî ji zaravayên din ên kurdî jî têdigehî. Lê gava ku tu zaravayê xwe BAŞ NAS NE KÎ - wek nimûne em bibêjin gava zaravayê te bi kurmancî be - tu hingê bi soranî yan bi dimilî qet jî ni zanî, zaravayên din ên kurdî di guhê te de dikare wek frensî yan rûsî bêt bihîstin! Lê gava ku me zaravayê xwe baş nas kir, em bêguman hingê ji zaravayên din ên kurdî jî pir û pir baş têdigehên. Hingê yên bi dimilî, soranî û kurmancî dipeyivin, wê bêyî astengek bi hev re bipeyivin û ji hev xweş têbigehên.

Gava tu bi kurdî bipeyivî, hingê tu bi her kurdek dinê re jî bi kurdî didî û distînî. Bêguman bi zarûyan re jî...

Bersiva me ev e ji bo vê pirsa ku; "Tedbîr û gavên pratîk dikarin çi bin ku axaftin, xwendin û nivîsandina kurdî di nav kurdan de belav bibe?"

Ronakbîrê Welatî! Gerek ronakbîr zaravayê xwe baş nas bikin û di nav hev de bi TENÊ bi kurdî bipeyivin! Gava ronakbîr pêşengiya vê paradîgmayê bikin, wê hergîz (muhaqqaq) gel û millet jî bêdudilî li pey ronakbîrên xwe herin.

Ronakbîrên welatî! Bi kurdî bipeyvin! Bikevin pêş û rê vekin ji xelkê re, ku gel û millet li ser şopa we herin!

Ji axiftina bi kurdî pratîktir û hêsantir tiştek din nîn e.

[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]

[center][color=#CC0000][b]* * *[/b][/color][/center]

[center][i]Rapora Amnesty International ya 2008 an:[/i]
[b]“[color=#990000]Li Herêmê binpêkirina Mafê Mirovan didome[/color]“[/b][/center]

[center][img]http://www.messiah.edu/external_programs/agape/service_mission/human_ri…]

[center][img]http://img93.imageshack.us/img93/9152/krgnewlogo2dt3.jpg[/img][/center]

Li gorî raporên ji li bakurê Iraqê, herêma ku ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê tê kontrolkirin tên, li wir binpêkirina mafê mirovan, girtina kêfî, îşkencekirin û îdamkirina mirovan berdewam e. Hişkî û şideta li dijî jinê berfirehî dibe.

Mohammad Siyassi Ashkani, rojnamevanek ji Silêmaniyê ye. Ew, di serê salê de, ji aliyê karmendek fermî yê asayîşê hate girtin û 6 mehan bê lêpirsîn û dadgehkirin,hate zîndanîkirin. Wî, 55 rojan di hucreya îzolekirinê de girtin, mafê wî yê parastinê û parêzvanekî hate red kirin. Ew, di 19 tîrmehê de hate berdan.

Di 29 gulanê de, Heman Mohamed,Osman Abdelkerim, Sherwan Ahmed, Qaraman Resul li Hewlêrê hatin îdamkirin. Ew, di hezîrana 2006 de, ji ber beşdarbûna çalakiyek bombekirinê, berî salekî hatibûn girtin.

Di mijdarê de, wezareta ji mafê mirovan mesûl diyarkir ku, di navbêra tebax û mijdarê de ji ber pirsa namusê 27 jin hatine kûştin. Lê ji bo pirsa girtin û dadgehkirina sucdaran çi zaniyarî nehate belavkirin.

[b]eurokurd.net[/b]

[center][color=#CC0000][b]* * *[/b][/color][/center]

[center][i]Pirtûkek nû li ser:[/i]
[b][color=#990000]Hunerên folklorî û millî yên Kerkûkê[/color][/b][/center]

[center][img]http://img403.imageshack.us/img403/4514/hunerenmillikerkukix8.gif[/img]…]

Li stana (wîlayeta) Kerkûkê her du zaravên soranî û goranî tên axiftin. Folklora ev her du zaravên he di hiş u hizra xelkê vê devera navbirî de dijît, ku beşek ji folklora derverên dewr û ber e û bandoreka pirr bi ser hevdu ve heye. Lê ji ber siyaseta nijadperistiya rijêma Îraqê di vê deverê de wek em dibînin ku folklor wek deverên dewr û ber geş ne bûye û kêm pûte pê hate dayîn. Li her gund, bajar û bajarokên vê deverê dengbêjekî navdar lê helketiye û gelek zanyarî di folklorê de hebû. Di wê serdemê de ku jiyana lawîniya xwe li bajarê Kerkûkê bo mawa deh salan bi ser bir, ez pirr mijûlî stiranên folklorî bûm. Ji ber hindê dikarim bibêjim ku her pîrekî dengbêj bimira, ziyanek bû, ku ji samanê netewayetiya me diket. Çunkû ev huner wek pêtivî, ne hatiye komkirin û ji nemanê ne hatiye rizgarkirin.

Belavkirin: ARAS, hejmar: 734
Deranîna hunerî: Dezgeha çap û belavkirinê – ARAS
Çewtgirî: Ferhad Ekberî
Deranîna hunerî ya di nav de: Karzan Ebdul-Hemîd
Berg: Miryem Muteqîyan, Çapa yekê, Hewlêr – 2008
Komkirin û nivîsîna notan: Beşîr Sebrî Botanî
Pêdaçûna têkstên kurdî: Ewrehman Mela Seîd Zengene

[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]

[center][color=#CC0000][b]* * *[/b][/color][/center]

[center][i]Îran bi biryarên hovane ber bi rekorê ve diçe:[/i]
[b][color=#990000]Di mehekê de 29 kes hat îdamkirin[/color][/b][/center]

[center][img]http://img221.imageshack.us/img221/4949/irantodaygs0.jpg[/img][/center]

Dezgeha Mafê Mirovan, Amnesty International-AI ji ber pirîdamkirinên li Îranê bi beyanekî hêrsbûna xwe anî zimên. Beyana AI wisa ye:

Li Tehranê, di zindana Evînê de, di meha dawî de 29 kes hatin îdamkirin. Bi giştî îsal hetanî niha 187 kes hatin darvekirin. Di sala 2007 an de hejmara kesên hatin darvekirin 317 bû. Bi vê hejmara bilind di nav welatên cîhanê de, welatê duwê ye ku li wir pirîdamkirin hatiye kirin...

Li gorî zaniyariyên hatiye destxistin, îdam piştî dadgehkirinên ne edeletî û sînorkirina mafê xweparastinê hatine kirin. Li gorî beyanên Îranê, kesên îdamkirî sucên xwe narkotîka û kûştin in.

Îran, li dijî pêşketinên giloverî yên li dijî îdamê radiweste. Li hemberî biryara UN ê ye ku di dawiya 2007 an hatiye girtin. Li gorî wê, ji welatên endam tê xwestin ku îdamê û cezekirinên wisa ji holê rakin. Biryar bi erêbûna gelek welatan hatibû girtin.

Amnesty International çi bend û şertan ji bo hiştin û bikaranîna qanûna îdamê di cî de nabîne û pê ne bawer e ku bikaranîna cezayên wisa pirs bêne çareserkirin. Ji ber ku, hedefa îdamê jiholêrakirina jiyana mirovan e, ew çalakiyek hovane ye û ne însanî ye.

[b]Eurokurd.net[/b]

[center][color=#CC0000][b]* * *[/b][/color][/center]

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.