بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Di Kovara Hawarê de Folklor û Edebîyata Gelerî

Di Kovara Hawarê de Folklor û Edebîyata Gelerî

Destpêk

Netew bi çand û folklora xwe hebûna xwe eşkere dikin. Netewbûn li ser koka folklorê tê avakirin. Dewlemendîya zimanan jî li gor dewlemendîya çandê ye. Çand bi awayekî sirûştî avadibê. Folklor, mejî û canê civakêye. Folklor ji nav kanîya gel dizê, di demên duvdirejde dibê derya. Her ferdekî civakê xwe wek parçeyek ji wê deryayê dihesibênê.

Bi taybetî di demên ku dewletên netewî derketin ser rûye erdê mirov ji qedr û qîmetê edebîyata gelerî haydarbûn. Piştî ku împaratorî hilweşîyan netew û komen kêmjimar pêdivîya ku xwe bi bingehekê girêbidin derket meydanê. Ji ber vêna her rewşenbîr kete ser şopa jiyana gel. Rewşenbîra dizanîbû kû zimanê zelal û torevanîya paqij li ba gel e.

Bi heman armancê zana û hişmendê kurd ji bo ku gelê kurd hişyarbikê berê xwe da çanda gel yanî berê xwe da folklora gel. Ku dinav folklorê de çîrok, stran, metelok, gotinên bav û kalan, biwej, nifir, siqêf, lorîn, heyranok... hebûn. Ji bo komên ku civakê avadikin bibin netew peşî dibê çandeke hevpar bijîn. Ji bo vêna zimanekî zelal û zimanekî ku her kes jê fêmdikê pêwist e. Rewşenbîrê kurd jî ji bo ku kurd ji asîmilasyone rizgarbibin folklora kurda bi kurdan dane naskirin. Heta wê demê heya kurda ji dewlemendîya çanda wa nebû. Erê di jiyana civakî de ev tev tişt bikardianîn lê awayekî dewlemend lê nenerîne.

A- Folklor / Zanista Gelerî

Folklor bi wateya xweyî sereke torevanîya gel e. Bi zimanekî dî zanîna gel ya sirûştîye. Lê dema ki bûye şaxekî zanistê bi wateya zanista gel hatiye navkirin. Naxwe folklor; zanista netewekî an komen hevraman ya berhemên çandîye. Wek edebîyata devkî, tore, bawerî, xwarin, mûzîk, listik, bijijkîya gel, cil û berg ...

Bejeya Folklore bi zimanê fransevîye. Folk tê manaye gel, lore jî tê wateya zanist e. Lê belê cara yekem bejeya folklore ji hêla lêkolînêrê Britanî William Thoms (1803 – 1885) ve hatîye bikaranîn.

Folklor, çiqas belavdibê dewlementir dibê. Folklor li devera ku belavdibê hîmên nû digrê û carna hîmên xweyî kevin windadikê an rûyên wa diguherê. Folklor, herikbar e, yanî ne statîk e. Folklora mirovan an ya netewan çiqasî kevîn bê wilqasî dibê delîl ji bo îsbatkirina hebûna xwe.

Bi heman armancê rewşenbîrên kurd ê ku li der dora Hawarê gihiştibûn hev folklora kurdî ji zimanê devkî derbasî zimanê nivîsê kirin. Bi saya vê nivîsandinê gelek tişt ji ber windabûnê xilasbûn. Hawar ev misyona giran li gor şart û mercên dewra xwe anîn cîh.

B- Hawar (15 Gulan 1932 – 15 Tebax 1943)

Kovara ku 15ê Gulana 1932 heta 15ê Tebaxa 1943yan di bin berpirsîyarî C. A. Bedirxan de li bajarê Şamê wek 57 hejmara derketîye. Heta hejmara 23yan bi alfabeyên latînî û erebî derdiket. Ji hejmara 24an pêve tenê bi latînî weşana xwe doman.

Hawar entellektûêlen dema xwe yên Kurd li dora xwe civandin. Di serî C. A. Bedirxan, K. A. Bedirxan, Cegerxwin, Qedrîcan, Osman Sebrî, Dr. E. Nafîz û her wek va na bi dehan kes li dora Hawarê kom bûn.

Dema Kovara Hawarê derdiket Şam dibin fermandarîya Fransa debû. Ji ber vêna di tev hejmarê Hawarê de beşa Fransî heye. Ji bilê vêna hin nivîsên dîyaletîkên kurdî wek soranî û dimilî jî di hin hejmaran de cîh girtine.

Kovara Hawar di sala 1998 ji hêla Firat Cewerî ku berpirsîyarê Weşanên Nûdemê bû, tev hejmar bi awayekî 2 berg da weşandine.

Girîngîya Hawarê ji her alî ve bandorek mezin li ser jiyana kurdewarîye kiriye. Hawar bi taybetî li ser dîrok û erdnîgarî û çand û folklor û edebîyata kurdî rawestîya ye.

Taybetmendîyekê dî ya Hawarê ew e ku alfaba latînî li gor hizr û ramana kurdî sazkir. Ev tenê jî girîngîya Hawarê derdixê berçava. Îro jî pirranî kurdên ku bi latînî dinivîsênin alfabeya C. A. Bedirxan bikartênin. Alfabe ya têkuzkirî di hejmara Hawarê ya 24an de xwe nîşanda. Di hejmara 24an de dengkirina tîpên K û Q pevhatin guhertin. Piştî vena ev alfabeya îroyîn saz bû.

Rewşenbîrên Kurd, ji bo hişyarkirin û perwerdekirina gelê kurd gelek xebatên hêja kirine. Hawar wê demê bûbû deng û qîrîna zanayên kurd. Ji bo dengê xwe bilindtir bikin xebatê rengîn kirin. Ji bo ku kurd ji teralîyê û nezanîye şiyarbibin û bibin xwedî hestên netewî gelek şîret hatine nivîsandin. Gilî û gazincên xwe anînê ziman. Rewşenbîrên Hawarê hewl dane ku gelê kurd hinî şaristanîyê, azadîyê, kurdperwertîye bikin.

Ji bo ku kurd zanabibin ew perwerdekirin. Wek Gramera Kurmancî, Rewşa Dinya ye...
Hawar ji bo ku hestên netewî avabikê ji dîroka kurdan kesên girîng dane nasandin. Wek Selahaddînê Eyyûbî el-Kurdî, Cizîrî, Xanî...
Edebîyata kurdan da naskirin. Wek Mem û Zîna Xanî, Dîwana Cizîrî...
Dîroka kurdan bi kurdan da naskirin. Wek beşên Tarîxa Kurd û Kurdîstan...
Îslamîyeta rast nişanî mirovan kir. Wek Tefsîra Quranê, Hadîsên Peyxember...
Dinya bi kurda da naskirin. Wek Yewnanîstan, Ûkranye...
Folklora kurdan da naskirin. Wek gotinên bav û kalan, çîrokên gelerî, stranên gelerî...

C- Di Kovara Hawarê de Folklor

Bejeya folklora di hejmara yekem de di beşa Frensevî de derbasdibê. Di nav nivîsa ‘Buts et caractères de la revue’ wek xala seyemîn ‘3- Folkolore’ derbasdibê. Duvre di hejmarê 3, 4, 5 û 6an di beşên frensevî de bahsa folklora kurdî dibê. Navê nivîsê ‘Le Folklore Kurde’ e û wek nivîskar ‘D. A. Bedir-Xan’ tê nişandan.

Di beşên kurdî de tenê di hejmara 29an de bi navê ‘Ji Folklorê Lavijên Mîr Mihemê’ li ser navê Hereko Azîzan hatîye nivîsîn. Ji bîlî vana bejeya folklore derbasnabê.

D- Ji Kovara Hawarê Mînakên Folklora Kurdî

Çîrok: Ber Tevna Mahfurê, C. A. Bedirxan, hejmara 4.
‘Rîndè û Zîzê xwehî hev û ji bavé xwe sèwî bûn.’ destpêdikê.

Çîrok: Besreya Zêrîn, Qedrîcan, hejmara 5.
‘Êdin ji bona xwe jiyîn bikêr ne dît; Serè xwe li zinarekî xist û perçivand, mejiyè xwe teqand...’ bi dawî dibê.

Stran: Sê Malo Gundo, hejmara 6. (Beşa Fransevî)
Mînak: Ez çûme derê çeman,
Çemê sar in.
Zozanê bavê te bilind in,
Berf û baran lê dibarin.
Isal, sala hefta ye,
Ben lawikê min ketiye
Welatê xerîb û xurbet,
Sîng û berê min Fadilê
Bê mihas û bê tîmar in.
Yar, yar, yar, xopano gundo.

Çîrok: Dîk û Rovî, Çîrokbêj, hejmara 6.
Dîk û Rovî
Di gundekî xerab de, dîkek hilkişiya bû ser dîwarê xanîkî û banq dida. Rovîyek daborî, xwe da berdîwêr û deng li dîkî qir û got: Keko, dîko çî diqî hir? Dîk lê vegerand û got: Rovîyo ma tu nabînî gundê me xerab bûye, ez jî bang didim, dixwazim çend gundî û cotkaran bidim hev û gundê xwe ji nû ve ava bikim. Heke welê ye, ma tu nizanî ko ez ji cotkarekî kêrhatî me, de were cihekî nîşanî min bike, ji xwe re koxekê ava bikim û dest bi xebatê bikim. Dîk kaîl bû, qet pêşîyê, rovî dapey, ko herin nik kefxwêyê gund ji rovîre erdekî bibijêrin. Dîk danehati bû, di ser dîwaran re derbas dibû, diçû. Gava gehiştin kavilekê, dîk xwe dahilanî deng li ketxwé kir. Kelxwô rabû, rovî dîl. Kefxwêyê te tajiyekî fêris bù. Rovî baz da, tajî ket pey, da heta kuna wî. Sibetir rovî dîsan daborî. Dîk ew nas ne kir. Çiroka ava kirin gund je re got. Rovî kenî û lê vegerand: Bextreşo dîko. hetanî ku tu kizîrê vî gundî yî û tajî jî kefxwêyê wî ye, ev gund tucar ava nabe.

Çîrok: Mar û Mirov, Çîrokbêj, hejmara 6.

Stran: Delalî Eyşê, hejmara 7. (Beşa Fransevî)
Mînak:
Delalê Eyşê. Delalê Eyşê,
Çiya bilind in, ez te nabinim
Destê xwe ser sînga le bigerînim
Li dinyayê weka te ez nabînim

Delalê Eyşê. Delalê Eyşê!
Ezê tenbûrkê çêkim, ji çarde perdan
Ezê tôlan bêxim è, ji kul û derdan
Jinê dêlal, ji mêre xerab
Têtine kuştin, nayine berdan.

Çîrok: Mîr û Keşe, Koçerê Botan, hejmara 9.
‘Careke Mîrê Cizîrê derketibû gerê. Riya xwe xistibû Tora Hevêrkan.’ destpêdikê.

Stran: Bêmalê, hejmara 10.

Bêmalê
Bêmalê, dinê li te ker e, li min fat e
Hawar li te ker e, li min fat e
Li ser serê min û bejna bilind tavekê barana hûr tô
Wezê nakim terqa bejna bilind, çavê reş û belek
Heta serê min bikeve li ser darê vô tabûtô
Ax rebî rebî

Bêmalê! dinê sibe ye, roj derketî ji alîye Botan
Rebî! sibe ye, roj derketî ji alîyè Botan
Tavô da û bedena Diyarbekra şewitî qîzan û xortan

Xwezî mirazè min û bejna bilind hasil bikira
Mine kirasè ber bedena xwe bilirota
Ax eman, eman
Bêlome ye.

Ax rebî! megrî megrî tu delal î
Hawar çavê reş û belek ji kilo sibhanî meke xalî
Hema tu min î, kirâsê di min i, kirascanô min î, helalmal î
Ax eman, eman
Bêlome ye.

Çîrok: Çîrçîrok Bîngolê, hejmara 11. (Beşa Fransevî)

Stran: Strana Gulê, K. A. Bedirxan, hejmara 12.
Mînak:
Were; were ser singê min,
Ez gorî te me, texte te pêsîra min e,
Li ser pêsîra min de rakeve,
Ezê bibim dergûşa te û ji te re serêlok û pehîzok bibèjim.

Çîrok: Ker, Gûr û Rovî, hejmara 12.

Çîrok: Sîyabendê Silivî, Herekol Azîzan, hejmara 13
Mînak:
‘Çirçîroka Siyabendè Silîvi bi nav û denge. Ev ji wek Memê Alan yek ji çîrçîrokên me en kevn û spebî ye.’ destpêdike.
Lorîya Mirinê
‘..........
Siyabendo tîrzêrîn û zîvkevan
Min go meçe ber sehar û delavan
Ger nèçirek te gerek bû hin caran
Ma ez ne bûm nèçîra te hem kurban’
‘........
Keçê megrî, keçê megrî, delalê
Berde mirin wek bûkekè bila bè.’

Çîrok: Kîroşk û Qosî, Bekir Kotreş, hejmara 15.
Stran: Lawiko!, Stranvan, hejmara 19.
Mînak:
Lo lawiko!
Bira li me ne hata ji ba, bayo va riyan
Bira lènexista li pozê çiyayo Şingalè
Serè newalan devè van gelîyan
Min sund xwarî di pey lawikè smokî
Serè xwe nadim ser tu ban û tu balgihan.

Çîrok: Eloyê Pîr, K. A. Bedirxan, hejmara 21.
Ji çîrokê:
‘Mîr Tacin pîr bû. Lè di kesra wî de carîyén spehî ù ciwan hebûn hemîyan hej mîr dikirin, çimkî ew xweyagir ù xurt bù. Maçèn wî sèrîn ù germ bùn. Jin hej ramùsanèn serin û germ dikin. Ji xwe jin ji zelamén hevingerm ù hiskûr hez dikin ew zelam ciwan an pîr in yek e.’

Stran: Besna, hejmara 22.
Ji Stranê:
Bi şerani, bi delalî ji min ra dibèn Besnayè
Xwedîya kulan û derdayê
Şerina li ber dilê xortayo
Li min porsorê, porbelayo
Li darè dinyayê tu nemaye
Li mimkedkirî, tabwindayè
Li min kihèla serê tewlayo
Qaxez û nivisen min windayê
Qetim tora mêrê xerab
Kirim bergirek, ji bergîrè tatayê
Bi Sèrani, bi delalî ji min ra dibên Besna’

Stran: Strana Keleha Xursê, hejmara 23.

Stran: Delala Berîyê, hejmara 24.
Ji stranê;
‘Huylo dilo!
Rabe berê xwe bidin welatê Kurdistanê
Herin Diyarbekra xopan, korta gidîya
Ezè vè sibekê herim, kevirki rakini, ji bedena hewşa xwinîya
Ezê wî kevirî téxim navbeyna xwe ù ber vî dilî
Di pey bejna délal, li welatè xeribiyè sebra dilê xwe pê bînim
De bajo emrê dilê min pè ra, tim lo lo!
De bajo rédùro, bajo xempiro.’

Çîrok: Çûk û Fîl, M. E. Botî, hejmara 24.

Çîrok: Xurşîd, Nuriddîn Usif, hejmara 27.

Stran: Lorîya Fatê, hejmara 27.
Ji stranê;
‘Dergûşa min ji dér e
Min daye kewê ér e
Ez çi bikim ji vé dergùşé
Dergùşeke bê xêr e
Lorî, lorî dergùş lorî
Lorî dikim lorî naye
È sêwi ye kedî nabe
Ê ariya ye aşi nabe
Lorî, lorî dergùş lorî
Mi dest daye hawîrdorê
Mi rebené li min koré
Celad dike li dila zorê
Lorî lorî dergùş lorî’

Lawij: Lawijên Mîr Miheme, hejmara 29.
Ji lawijê;
‘Dinyayê xerabê, ji tu kesî re ne mayê.’

Çîrok; Melik û Koçer, hejmara 33.

Stran: Şahîno, hejmara 37.
Ji stranê;
‘Şahîno malwêrano tu dîn î, tu ne dîn î...
Tu kaxez pê kaxeza dişinî
Qelenè mi giran e, té ji kû bînî?
Şahino tu dînî, tu ne din î,
Tè xweyé ca'nîka bozheşîn î,
Ti ne ew mêr î, mi bixwazî yan mi birevînî.’

Stran: Xerabo, hejmara 38.

Gotinên Bav û Kalan, Tawusparêz, hejmarên 45, 46, 47, 48, 49, 50 (Di beşa Fransevî)
Hin mînak;
Her warek biharek e.
Berxê nêr li ber du maka ye.
Bextê nér kerê jî dike nér.
De û dot ê şer dikir, kêmaqila bawer dikir.
Du hespé nér li ser alifkî nabin.
Masî ji serê xwe genî dibe.
Mêrê çê li navê xwe té.
Mirov bi zimané xwe té girêdan.
Mirov xwîndar bit, kerdar nebit.
Mû bi mû, rihek çêbibe.
Şev radizin, dijmin ranazin.
Ava hêdî hêdî me ecêb je di.
Nanê sêlê durû ye.
Wextè leglegê çû bi leqleqê.
Mirov biçùké biran nebê, seyê gundan bê.
Berf ù baran dahat, rêç winda kir.
Berxê çê ji ber kozikê xuya ye.
Bi lavlavê mirov ji ber jina xwe nake der.
Çiyayên bilind bé berf nabin, ne walên kûr bê av nabin.

Encam

Folklor, jiyaneke hevpar e, gencînîyeke weşartîye ku mirov çiqas dikolê wilqasî dewlemend dibê. Ji bo ku civat an netew şîn û şahîye xwe rûmet û dînê xwe hebûn û îspatkirina xwe di nav pelen folklorê de dibîne folklor ji bo sazkirina yekîtîya netew tiştê herî girîng e.

Folklora di kovara Hawarê de ji bo nifşê nû serfîrazîyeke û bingeheke girîng e. Dinav wan stran û çîrok û gotinên bav û kalan de dinyayeke veşartî heye.

Dilazad A.R.T
[email protected]

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.