بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Îro min di malpera NetKurdê de Hevpeyivînek xwend, ku ji alîyên birêz Eşref Okumuş / Mûrad Ciwan hatiye kirin.. Birêz Murad Ciwan xwedan û rêvebirê Netkurdê ye.. Birêz Eşref Okumuş jî di rojnameyekî SwÊdî de kardike.. Ango herdu birêzan jî rojnamevanên Kurdnijad in.. Bi rastî jî ez gellek kêfxweşbûm wê dema min ev hevpeyvîn dît.. Ji ber ku rojnamevanên Kurd bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re çavpêkevtin dikin û dengê Kurd belavdikin.. Bi taybetî jî wê dema çavpêketin bi xwe bi zimanê Kurdî hatebe kirin ev yeka hanê kêfxweşîyeke din dide xwendevanên Kurdziman.. WÊ dema min destpêkir hevpeyvînê bixwinim, di destpêka wê da behsa hevpeyvînek "bêsansur" dihat kirin.. Ev yeka hanê jî li gor dilê min bû.. Du rojnamevanên Kurd, hevpeyvînek bêsansur bi Serokvezîrê Kurdistanê re..!!! Bir rastî tiştekî xirap nîne.. Wê dema min hevdîtin xwand ez şaş û metal mam.. Tê bibêjî rojnamevanên me li ser erdê najîn..!!! Ji cîhaneka din hatine! Haya wan li ser rojeva Kurdistanê tune... Ev demeke pirana Kurdan bi taybetî jinên Kurd li ser biryara Parlemana Kurdistanê qisedikin... Nêzîkî 40 rêkxistênên jinan û mafên mirov serdana Serokê Kurdistanê dikin, ligel wî liser vê mijarê diaxivin.. Ji vî daxwazdikin ku vê yasaya navborî îmza neke.. Lê herdu rojnamevanên me li ser vê mijarê qet tiştekî ji Serokwezîr napirsin..!! Ew projeya a Hukumeta Kurdistanê bû, ku Kek Neçirvan Barzanî serokayetîyê dike.. Rojnamevanên me dikaribûn bir şiklekî eşkere û vekirî ji wî bibirsiyana Ji bo çi Hukumetê di projeya xwe de helwestê xwe vêkirî nîşan neda.. Hukumetê dikaribû ji bo qedexekirina firejinîyê projeyek pêşkêşbikira û wekî helwestê kabînê bişanda bo parlemanê... Lê wisa nekir.. Li ser projeyê helwestê xwe nîşan neda.. Rojnamevanan dikaribûn dîsa li ser vê mijarê ji Kek Neçîrvan birpirsîyana ji bo çi piranîya endamên PDK li nav Parlemanê deng ji bo vê yasayê dan..? Demokratî, wekhevî û yekzanî û azadî ev e... Li ser peyvenîyên Tirkan û Kurdistana Başûr li ser hinek babetan hatîye axivtin.. Bi rastî jî başbû... Lê pewîstbû rojnamevanên me ji Kek Neçirvan bipirsîyana "qala peymanek nêhînîan û Kurdis di nabeyna Tirktana Başûr de tê kirin" an jî hinek kes Kurdên Başûr ji bo tiştekî wisa tawanbardikin.... Ev yeka hana çiqa rast e? Dom dike...

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.