بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Şêweyên namo û nenaskirî di silav û nîşankirina bi dest û tiliyan/Dilawerê ZENGÎ

Silavkirina bi destan, bûye riya pate û silavê di nav hemû gel û welatan de. Ji welatekî ta bi welatekî din û ji miletekî ta bi miletekî din ve, ne tenêcidayî û ne wekhevîheye belê gelek caran dibin cihê sergêjî û dilmayînê jî.
Xelkê bakurî Ewropa û Emerîkayê, dema pêrgî hevûdû dibin, li çavê hev dinêrin û bi xurtî destê hev digrin û digvêşin.Nemaze xelkên wîlayeta (Tiksas)ê, ya Emrîkî. Lê linik xelkê Yabanê û Kûriyayê, di silavkirinê de, nerîna li çavan; (bê toreyî ye). Emerîkî ne tenê bi xurtî destê hev digrin û digvêşin, belê bi herdû destan jî silavê lihev dikin, destekî pê silavê dikin, û yê din jî dispêrin yê dî û li ser hev digvêşin. Ev silava germ, nîşana nêzîkbûn û razîbûnê ye. Linik ramyariyan (siyasetvanan) bi (silava ramyariyê) tê naskirin. Lê tiştê xweş ev e, her ku Ferensî pêrgî hev tên silavê li hev dikin. Heger silavkirina bi destê çepê nebû, dikarin silavê bi destê rastê an bi enîşka xwe bikin !.
Di nav miletan de, ne tenê silavkirina bi dest riya silavkirin û xêrhatin û çûnê ye. Li welatê Hind û Taylandê, riwê herdû destên xwe didin hev û dispêrin sînga xwe, û pêre bejna xwe ditewînin. Lê linik (Melîzyan) destê xwe dirêjî destê hev dikin,û tenê tiliyên hevûdû digrin,û vedikşînin sînga xwe. Li nav hin hozên Ereban silavkirina wan girtina dest û maçîkirina serê difin (poz) e. Li nik hin hozên din, dema pêrgî hevûdû dibin, çi jin, çi mêr, diçin riwên hev, û hevûdû himbêz dikin. Li nav Kurdan, pêvî silavkirina bi dest, hin caran maçî piyên hev dikin. (Bi taybetî dema tu pêrgî mirovekî mezin an rîsipiyekîdibî). Li başûrî Efrîqiyayê û linik hin hozên wan, di silavkirinê de destê xwe li destê hev dixin, û tiliyên hevûdû digrin. Lê linik hin hozên dî, tif li ber lingê hev dikin. Li welatê (Iskîmo)ê, de silavkirinê de, zimanê xwe ji hev re derdixin, û silavkirina bixêrhatinê ne wek ya xatirxwestinê ye. Pir cidayî di navbera herdiwan de heye, û gelek caran nîşankirin û silavkirin bi rengekî şaşî têye hevotin û lêvarqilkirin.
Li welatê Îtalya û Yûnanê mirov piyê xwe dide pêş, û destê xwe li pêşiya hev çend caran digre û vedike... Lê heger mirovê xatirxwestî Emrîkî be, wê gavê ew xwe paş de vedikşîne, ji ber ku ev nîşan nîşana (were vir). Lê heger yê Emrîkî bi destê xwe ji xelkên bakurî Ewropa an ji Emerîka Latînî xatirxwestî be, wê çaxê mêvanê wî li ber gotina (na)... dikeve, ji ber ku Emerîkî herdû piyên xwe, li hemberî mêvanê xwe, hildidin û destê xwe ber bi rast û çepê dihejînin. Lê hemû Ewropiyên başûr tenê destê hildayî bê hejandin, ber bi jêr û jor vedikin.
Di salên şêstî de, hin nîşanên nû diyar bûn. Mîna destgirtina hildayî ya ku nîşana (hêza reş) dide xuya kirin... Hê jî li pireya deverên cîhanê bi vê angoyê têye diyarkirin. Lê ev destgirtina hildayî bi angoya berberî û qarîşê tê liberxistin, heger berê destgirtinê li hemberî mirovî bixwe be, ne li hemberî xelkê din be.
Nîşana bê axiftin ne tenê li nav mezinan heye, belê hemû zarokên cîhanê çaxê herdû destên xwe dixin guhên xwe, û tiliyên destên xwe li pêş dihejînin, nîşana(Tu bê hişî) diyar dikin!.. Lê tiştê herî xweş ev e, di nîşankirina poz û guhan de, linik Hindiyan girtina guh (lêbûrînê) dixwaze... û girtina bezê guh linik Berazîlan (xêrxwaziyê) dixwaze... û çaxê yê Berazîlî pir neçar dimîne û hêviya xêrxwaziyê dike, destê çepê dirêjî serê xwe dike û bezê guhê xwe yê rastê bi destê çepê, an vajî hev digre!. Lê gava yê Ingilîzî dixwaze ji hinekan re bibêje: (Ev raz (sir) bila di nav me de bimîne), tiliya mezin (beranê) li serê pozê xwe dixe. Lê heger yê li hemberî wî Îtalî be, angoya vê nîşanê: (hayê te ji te hebe), dide xuya kirin. çaxê ku ew mirov ji elfabeya nîşankirinê fêrkirî be. Jê tê xwestin ku zû hayê xwe ji derdora xwe bike. Lê tiştê xuya, ne lêvarqilî û ne liberketina nîşankirinê, dibe ku pir caran tevlihevî û nexweşiyan bixwe re bîne.
Tiştê herî namo û nenaskirî, ne hevotin û ne wekheviya wan nîşankirina ye.
Di xatirxwestinê de, çîroka herî xweş, çîroka nûnera Siwêdî (Lîf Olman), ya sazûmana (Yonîsîv)ê ye. Dema diçe serdana bajarê Bengiladêşê... riya xwe bi pîrejinekê dixe. Di vegerê de, xatir jê dixwaze û ew himbêz dike. Lê (Lîf Olman)ê lê hay dibe ku pîrejinê pir jê dilgiran bûye.... dipirse sedemê vê dilgiranî û nexweşiyê çiye?.. -di riya wergêr re- pîrejinê lê vedigerîne: Li welatê me xatirxwestin maçîkirina herdû lingan e. Wê gavê (Lîf Olman)ê xwe ditewîne û herdû lingên wê maç dike,û pîrejin jî bi germî wê himbêz dike.
Li Yabanê, mirovek Emrîkî diçe serdana malekê Yûnanî. Ji ber ku herdiwan bi zimanê hevûdû nizanîbûn, bi nîşankirina tiliyan bi hev re dipeyivîn. Mirovê Emrîkî her ku tiliya xwe ber bi xwe ve vedikir (ez).., xelkê malê jî berê tiliya xwe ber bi cihê destavê (xaricê) vedikirin. Her ew nîşankirin dûbare dibû, ewî ew bersiv werdigirt. Di dawiyê de mêvanê malê têgihişt ku nîşankirina tiliyê (ez).. linik Yûnaniyan angoya: (ez dixwazim herim destavê) ye.
Nîşankirina bi tiliyan gelek caran sînorê têgihiştinê derbas dike, û sergêjî û aloziyan çêdike. Di vî warî de, bûyerek pir xweş tê bîra min.

Dema Rîtşard Nîkson cîgirê serok Izinhawer bû, diçe serdana dewletên Emerîka Latînî. Li wir, gotinekê li hember milet dixwîne. Piştî ku gotina xwe bi dawî tîne, bi tiliya mezin giroverek nîşan da û çêkir... Milet tev zehî man û pir pê êşiyan. Wêneya wî di hemû kovar û rojnameyên roja dî de belavkirin û ew pirotesto kirin. Dipirsîn çima Nîkson miletê Emerîka Latînî pirotesto dikin?!. Diyare, ev nîşankirin linik wan angoya: (Herin dojehê) ye. Lê linik Emerîkanan nîşana(erê), (her tişt baş e) dide diyar kirin. Ev nîşan bixwe linik Elmaniyan jî (Îhane-tehqîr) e, nîşana (bê hişî)yê ye... lê linik Ferensiyan- bi taybetî xelkên quble- nîşana (xal=sifir), an (ne tiştek).... ango dike. Lê linik Yabaniyan ev nîşana (pera) ye.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.