بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Ronakbîr/İsmail Beşikçi







Ronakbîr, di welatên bişûnde hatine xistin de, kategorîya civakî ya ku herî pir hebûn û tunebûna wê tê his kirin bixwe ye. Herweha ronakbîr kategorîya ku herî pir tên nîqaşkirin, tên rexnekirin, hin caran tên kêmxistin û tawanbarkirin in. Lê tu civak, bi taybetî civakên ku hatine bişûnde xistin bê ronakbîr nabin. Pêşveçûnên civakî û sîyasî, bi hebûna ronakbîran re pir têkildar e.

Ronakbîr, ne kategorîyeke ku pirsgirêkên sîyasî çareser dike û ne jî pêşniyarên çareserîyê dike. Ronakbîr, kategorîyeke ku pêşveçûnên civakî û sîyasî dişopîne, pirsgirêkan datîne holê bixwe ye.

Çareserîya pirsgirêkan, karê sîyasetvanan e. Sîyasetvan li gorî hêza xwe ya civakî û ya sîyasî dixwazin pirsgirêkan çareser bikin, pêşniyarîyan ji bo çareserîyê pêşkêş bikin.

Di civakê de, ronakbîr ne kategorîyeke bi rêxistin in. Birêxistbûna ronakbîran ne bi wate ye jî. Ronakbîr û koma ronakbîran yek bi yek mirovên serbixwe ne. Bêgûman wê siyasetvan bi rêxistin bin, di nav gel de bingeha xwe bi rêxistin bikin.

Îro pirsgirêka Kurd, hatîye asteke ku pir tê axaftin û nîqaşkirin. Mirov dikare di telewîzyon, radyo û rojnameyan de van axaftin û nîqaşan bişopîne. Rêxistinên sîyasî, cûr be cûr rêxistinên civaka sifîl, civîn, panel û konferansên ku pirsgirêka Kurdî tînin ziman, li dar dixin. Raya giştî ya Kurd û ya Tirk, bi baldarî vê yekê dişopîne. Ev pêvajoya ku di nav Kurdan de pêk tê, bandorê li Ermenîyan, Asûrî-Suryanîyan, Çerkezan û Lazan jî dike, ew jî hewl didin li mafê xwe yê netewî derkevin. Weke xirûbeke derveyî musulmanan, Qizilbaş (Elewî) jî tekoşîna jîyana bawerîyên xwe dikin. Vana giş, tê wateya ku vê pirsgirêkê xwe spartîye derî, çareserî ketîye rojevê. Hiştina pirsgirêkê bê çareserî, hiştina di şolîkirinê de, berî her tiştî piştgirîya gel ya ji bo hikûmetê, kêm dike, pirsgirêkê hîna mezintir dike, bêtir tevlihev dike.

Îro di derbarê pirsgirêka Kurdî de, hew çareserî tê axaftin. Lêbelê di pirsgirêka Kurdî de tiştê herî girîng naveroka bingehî ye. Di navenda Rojhilata Navîn de, tu 40 mîlyon e, hatîye perçekirin û parvekirin, di tu sazîyên navnetewî de tu heq û hiqûqê te tune ye, dema ku bahsa azadîyê tê kirin navê te qet derbas nabe. Di tu sazîyên navnetewî de tu tune ye. Di Netewên Yekbûyî de, Konseya Ewrûpa de, Yekîtîya Ewrûpa de, Konferansa Îslamê de, di Rêxistina Pêşxistina Îslamê de, tu tune ye, tu ne çavdêr e jî. Di Teşkîlata Ewlekarî û Hevkarîya Ewrûpa (AGIT) de tu tune ye. Navê te, tenê dema ku bahsa "teror"ê dibe, tê gotin, dibêjin "em ê terorê wenda bikin, bieciqînin" û hwd... Lê Andora, San Marîn, Monaco, Liechtenstein û hwd ku nifûsa wan li dor 30 hezara ye, di derbarê dîyarkirina pêşeroja te de xwedî gotin in.

Weke mînak, di Konseya Ewrûpa de, di biryarên mîna "Em li Rojhilata Navîn dijî avakirina dewleta Kurd in", "Em dijî guhertina sînorên Rojhilata navîn in" îmza van dewletan hene. Eşkere ye ku ev yek tenê ji bo Kurdan tê gotin. Ji bo Erebên Filîstînî avakirina dewleteke serbixwe, xelasîya Erebên Filîstînî ji bin destê Israîlîyan, pêvajoyeke ku Netewên Yekbûyî, Konseya Ewrûpa, Yekîtîya Ewrûpa, Konferansa Îslamê, Konferansa Ewlekarî û Hevkarîya Ewrûpa piştgirîya wê dike.

Gelekî eşkere ye ku ev statuko li Rojhilata Navîn li dijî Kurdan hatîye avakirin. Tê zanîn ku di navenda Rojhilata Navîn de, perçekirin û parvekirina Kurd û Kurdistanê, planeke ku bi zanebûn hatîye fikirandin û ketîye jiyanê ye. Tê zanîn ku ev yek bi pisporî xistine jîyanê. Bêgûman ev yek rewşeke girîng e û divê li derveyî çareserîyê were fikirandin, vekolîn û nîqaşkirin.

Sedema nivîsandina vê nivîsê, nivîsên Hasan Bildirici ku di kurdistan-postê de bi navê "İktidarın Kürt Yazarları (Nivîskarên Îktîdarê yên Kurd)" (21.04.2010), "Tetikçi Atalarım (Pêşîyên min yên Tetîkcî)" (25.04.2010), "Burkay ve Anıları (Burkay û Bîranînên wî)" (29.05.2010), "Evetçiler (Mirovên "evet"ê)" (26.08.2010), "Kürt İsmi Sayarak (Bi Gotina Navên Kurdan)" (12.09.2010) û nivîsên wiha ne.

Herweha di referandûmê de nivîsên ku di derbarê ronakbîrên ku gotin em ê "evet" bidin, kêm dixin û bi tawanbarî hatin nivîsandin bixwe ne. Ev nivîs, hinekî jî nivîsên bi çilşibaqî hatine nivîsandin. Ev jî, bûne sedemê vê nivîsandina min.

Di van nivîsan de ronakbîrên weke Ümit Fırat, Kemal Burkay, Orhan Miroğlu, Muhsin Kızılkaya û hwd, raman û pêkanînên Ronakbîrên Kurd tên gotin.

Ev nivîs, ne nivîsên rexnekirinê ne. Nivîsên ku wan kêm dixe, tawanbar dike bixwe ye. Derketina van nivîskar û Ronakbîran di telewîzyonên Tirk de, weke "dewlet Kurdên xwe diafirîne", "vana rantîye ne" tên gotin. Ev nirxandin şaş in. Ez jî van hevalan nas dikim. Jîyaneke wan ya mutewazî heye. Ümit Fırat mirovekî bi malbat û hevalên xwe ve girêdayî ye. Hevalên wî yên 50 salî, belkî jî hîn kevintir hene. Mirovekî bixwe re aşitiyê de ye. Bi nirxên Kurdî ve girêdayî ye.

Êdî pirsgirêka Kurdî, xwe spartîye derî. Di telewîzyon û radyoyan de çêkirina programên bi vî awayî, kirina şiroveyan di rojnameyan de, kirina nîqaşan, dîyar dike ku bi awakî pirsgirêk ketîye rêya çareserîyê. Mijara ku wê çareserî bibe an nebe, kengî bibe, wê pêşniyarên ku tên kirin herkesî memnûn bike an na mijareke cûda ye. Ji vî alî de, nirxandina "dewlet Kurdên xwe diafirîne" şaş e. Di eslê xwe de, nerîneke dewletê ku tu Kurdan nahimilîne heye. Dewlet, tenê Kurdên mirî dihimilîne. Heger ku pirsgirêkê xwe hewqasî spartibe derî, dîyar dike ku nerîna dewletê jî êdî hildiweşe.

Dewlet, weke mînak Wezîrê Karê Hundir, heger ku bi Kemal Burkay re hevdîtinan dike, bang li Kemal Burkay dike ji bo hatina Tirkîyê, divê mirov di hikûmetê de weke işareta bayê guhertinê binirxîne. Lew Kemal Burkay siyasetvanekî ku dibêje "bi kêmanî federasyon" e. Hem wek nivîskarekî, hem jî wek Ronakbîrekî her dem van gotinan tîne ziman. Eşkere ye ku di hevdîtinên xwe yên bi hikûmetê re wê vana bîne ziman. Hevdîtina Wezîrê Karê Hundir bi siyasetvanekî wiha re, bi kêmanî tê wateya ku ew ji bo nîqaşan amade ne. Dibe ku ji van hevdîtinan tu encam dernekeve lê hevdîtin bi xwe girîng in.

Hasan Bildirici, gelek caran bahsa cefa û tahdeyîya ku di 12’ê îlonê de lê hatîye kirin dike. Tu Kurdên ronakbîr û nivîskar ku cefa û tahdeyî ne dîtibin tune ne. Temama Kurdên ku doza mafê Kurdan yê ji bûyîna civaka Kurdîtîyê tê, kirine, her dem di bin eciqandin û çewisandinê de bûne. Weke mînak mirov dikare bêje xirûba 49’an ya 60’îyan, hîn bêtir cefa û tahdeyî dîtine.

Hasan Bildirici, dibêje çapkirina pirtûka min ya bi navê "Dönüşü Olmayan Yol (Rêya bê Veger)" ji alîyê Ümit Frat ve hatîye astengkirin. Di Dozê de di derbarê birêvebirina Ümit Frat de agahîyên min tune ne lê Dozê ev pirtûk çap kiriye. Dibe ku weşanên wiha pêrgî ceza werin. Di rewşeke wiha de, paraztina nivîskaran ji bo van weşanan tê rojevê. Bêgûman divê ev paraztin di cîh û wextê xwe de were kirin. Girîng e ku mirov di wextê xwe de li qereqolê, emnîyetê, dozgeriyê û mahkemê amade be. Azadiya ramanî, azadîyeke ferdî ye lê di heman demê de alîyên wê yên civakî jî giran e. Ji ber vê yekê, her kes, temama nivîskaran, ronakbîran, siyasetvanan vê yekê diparêzin. Ev yek pir eşkere ye. Lê berî her tiştî, divê nivîskarê weşanê bixwe vê paraztinê bike. Dibe ku ev yek jî hin cezayên din bi xwe re bîne. Dema ku nivîskar li dozgerîyê an li dadgehê amade be, dibe ku di derbarê nivîskêr de hin cezayên din jî têkevin rojevê. Îhtîmala van cezayan jî, hatina nivîskêr ya Tirkîyê asteng dike. Ligel ku vana tevan tên zanîn, tawanbarkirina Hasan Bildirici ji bo Ümit Frat şaş e. Ji bo ku Weşanxaneya Dozê ji bo pirtûka Dönüşü Olmayan Yol (Rêya bê Veger) nekeve girtîgehê, mejbûr mane gelek pere dane.

Divê naveroka fikrên nivîskar, ronakbîr û siyasetvanan were nîqaş kirin. Bêyî ku mirov vê yekê ji xwe re bike derd û wan tawanbar bike, kêm bixe, ne helwesteke etîk e. Eşkere ye ku ev yek mirov kanih nake. Dema ku Ümit Frat bahsa telefona Öcalan dike, xwe dispêre daxuyanîyên Öcalan bixwe. Helwesta Hasan Bildirici ku vana na nirxîne, tune dihesibîne, hêjayî baldarîyê ye.

Li Ser PKK’ê…

Em dibînin ku van çend salên dawîyê, pirsgirêka Kurd bi kûrayî tê axaftin, tê nîqaşkirin. Ev rewş çawa hat çêkirin, em çawa gîhan vê rewşê? Eşkere ye ku di hatina vê rewşê de, rolê tekoşîna gerîla mezin e. Heger ku îro Kurd zimanê Kurdî, wêjeya Kurd, çanda Kurd, pirsgirêka Kurd bi giranî diaxivin, di vêderê de rolê PKK’ê mezin e, lê divê ev rol li hember rexneyên li PKK’ê ne asteng bin.

Di salên 1990-91’ê de, hevalên di qawîşê de bahsa Saliha Şener dikirin. Berxwedana Saliha Şener ya li hember polîs û leşkeran, xebata wê ya li ber derîyên nîzamîyê, hunerên xebatên wê yên di nav malbatên girtîyan de, xebata wê ya di greva birçîbûnê de bi bûyerên dewlemend dihat gotin. Hewqasî bi pesindan, bi heyran bahs dikirin, ji ber ku min heta wê demê Saliha Şener nas ne dikir, ez mahcûp dibûm. Heman hevalan di nava salên 1990’î de dest pê kirin Saliha Şener weke diya ajanekî, hevkarekî emperyalîzmê vedigotin. Dest bi gotina "Saliha kor", jineke ku bi lawê xwe yê ajan re hevkarî kiriye, kirin.

PKK dibêje aşitî, dixwaze dewlet destê wê yê aşitîyê bigre. Rêxistineke bi navê Türkiye Barış Meclisi (Meclîsa Aşitiyê ya Tirkiyê) jî heye. Dixwaze komîsyona Hakikatle Yüzleşme Komisyonu (Komîsyona rû bi rû bûna Heqîqetê) were avakirin û Tirkîye bi paşeroja xwe re were rû hevdû.

Di nav PKK’ê de, bi sedan înfazên weke Mehmet Şener hene. Yên ku kur û qîzên wan ji alîyê hêzên dewletê hatine kuştin, yên ku gundên wan hatine şewitandin û xerakirin, yên ku pêrgî cinayetên faîlên wan ne diyar hatine, bi şiklekî dikarin doza mafên xwe bikin, dengên xwe bilind bikin. Yên ku kur û qîzên wan ji alîyê PKK’ê ve hatine kuştin, di bêdengîyekê de wenda bûne, bi temamî ji jiyanê qut bûne. Meqamekî ku ev malbat serî lê bidin tune ye. Berî ku PKK di nav xwe de li aşitiyê bigere, berî ku bi rêxistinên Kurd yên din, bi sazîyên Kurd yên sifîl re têkiliyên bi aheng ava bikin, ne mumkune bi dewletê re aşitiyekê pêk bîne. Kurdên PKK’ê, bi nepejirandina rêxistinên Kurd, bi tifaqên rêxistinên çep yên Tirk, tiştekî ciddî bi dest naxin.

PKK, di navên rêxistinên xwe de, di nivîsên xwe û axaftinên xwe de gotina "demokratîk" pir bi kar tîne. Bi pir bikaranîna vê gotina, dixwaze xwe demokrat rê bide. Bikar anîna gotinên weke netewa demokratîk, welatê demokratîk, xweserîya demokratîk û hwd mirov demokrat nabe. Pîvaneke demokratbûnê tenê heye. Ew jî azadiya axaftinê ye. Bê ku mirov azadiya axaftinê di jiyanê de pêk bîne, mirov nabe demokrat. Divê di jiyanê de pêkanîna azadiya axaftinê ji bo PKK’ê girîng be.

Mirovên ku di rojnameyên nêzîkî PKK’ê de dixebitin, hin caran daxwazên hevpeyvînan dikin, di derbarê bûyeran de daxwaza fikran dikin. Lê dema ku gotineke derveyî fikrên wan tê gotin, wî perçeyî jê derdixin û diweşînin an jî qet naweşînin. Dema ku mirov ji wî rojnamevanî dipirsê çima wiha kiriye, dibêje "me ji ber tengbûna cî, ew kin kir", hin caran jî dibêje "min weke ku hatiye nivîsandin amade kir lê birêvebiriyê ew sansur kiriye".

Helwesta Îrfan Aktan ku di kovara Expresê de dixebite, hinekî cûda ye. Dema bersiveke ku naxwaze ji pirsên wî re tê dayîn, wî beşî tev pirsa xwe ji hevpeyvînê derdixe.

Bêgûman vana, helwestên şaş in. Pêdiviya PKK’ê ne ji pesinandinê, ji rexneyan heye. Tiştê ku PKK’ê pêş ve bixe, rexne ne. Bêgûman, xwe bixwe rexnekirin jî girîng e. Hêja ye ku serokê PKK’ê Abdullah Öcalan, Barış ve Demokrasi Partisi û Demokratik Toplum Kongresi li vê mijarê bifikirin.

Di kurdistan-postê de hevpeyvîneke hêja ku Hülya Yetişen bi Hüseyin Turhallı re kiriye heye. Bêgûman di vê malperê de, hebûna hevpeyvîneke wiha gelekî baş e.

Mijara sisiyan di derbarê xweserîyê de ye. Têgeha Demokratîk özerklik hin caran weke Kurdistana xweser tê bikar anîn. Bi raya min têgeha rast ev e. Xweserî, berî her tiştî li hember hebûna navendî, serbestîya der û dorê ye. Îro Barış ve Demokrasi Partisi, daxwaza xweseriyê li dewletê dike. Heger ku BDP li hember Îmrali xweser tevnegere, ji vê pêvajoyê tiştek dernakeve.

Îro pirsgirêka Kurd tê axaftin, tê nîqaşkirin. Min di vê pêvajoyê de, hewl da bi kurtayî rolê gerîla bêjim. Di van salên dawîyê de du heb pêşveçûnên din jî bûne. Yek ji vanan, daxuyanî û mukur hatinên Abdülkadir Aygan nın. Ev mukur hatin, bi serê xwe, xwe rexnekirinek e. Bêgûman, ev daxuyanî bi serê xwe girîng in lê bandorên vê pêvajoyê girîngtir in. Ev mikur hatin, daxuyanî, bandorê li hin din jî dike ku ew jî heman tiştî bikin. Ev yek, heta gotina ku dibêje me di sala 1962’an de "di hereketa Kibrisê de, heta bi camîyan jî bombe kirin" dihere. Eşkere ye ku wê ji îro pê ve mukur hatinên bi vî rengî hîn bêtir bibin.

Bûyera duyem jî, destpêka weşana rojnameya tarafê ye. Nêzîkî sê sala ye, taraf weşanê dike. Taraf li Tirkîyê li ser çêbûna îktîdara sîyasî rexne û vegotinên giranbuha dike. Di sîstema sîyasal ya Tirk de, di çêbûna îktîdara sîyasî de, rolê arteş û dadgeha bilind hatîye vegotin, li ser van adet û pêkanînên antî-demokratîk ku bi vî awayî ji zûde berdewam kirine, hatine heta îro bi israr hatîye sekinandin. Taraf bi alîyê xwe, di pêşveketina demokrasîyê de xwedî rolekî girîng e. Bi raya min divê mirov zanîngehan jî têxe nav hevkarîya leşker û dadgeha bilind.

Dema ku bahsa tarafê dibe, yekser pirsa ku dibêje "di paş tarafê de kî heye" tê rojevê. Ev nerîn, nerîneke nêzîkî alîyekî ye. Nîqaşa nivîsandin û kiryarên tarafê bêtir girîng in. Ji ber vê yekê, pirsên wiha, pirsên bingehî jî şolî dike. Ez weke şexs, li ser navê xwe dikarim wiha bêjim. Di paş tarafê de, qadroyeke ku ji zanyarîyê, demokrasîyê, edaletê, mafê mirovan nirxê herî bilind e û ji rastîya vê fikrê bawer dikin heye. Taraf xwe dispêre van nirxan. Taraf, bi çapa xwe ya li dor 50 hezarî, di çapemenîya Tirk de, xwedî ciyekî gelekî girîng e. Divê mirov tarafê ji alîyê kalîte de binirxîne, ne ji alîyê hejmarê de. Taraf ne 50 hezar, hezar hebî jî biweşîne, wê dîsa di civakê de bandora xwe ya guhertinê dîyar bike. Heger ku 300 hezar – 400 hezarî jî biweşîne, ji bandora xwe ya îro hîn girantir bandorekê nake. Hebûna tarafê, wê bike ku çapemenîya Tirk jî xwe sererast bike. Êdî taraf kevirekî qozîya ye.

Li gel vanan tevan, bêgûman taraf perçeyek ji çapemenîya Tirk e. Bi şiklekî îlana digre. Ji Sazîya Îlanên Çapemenîyê îlana digire. Di înternetê de, di malperên cûr be cûr de, dema bahsa "rojname"yan dibe, di nav rojnameyên rojane de, ji bo tarafê jî cîh tê dayîn. Hin pasaj ji nivîskarên wê tên xwendin. Ji Yeni Ülke û Özgür Gündem vir de, li gel ku zêdeyî 20 salan derbas bûye, rojnameyên Kurd nebûne xwedîyê van derfetan. Vekolîna vê rewşê jî, wê agahîyên me zêde bike.

İsmail Beşikçi

Werger: Salih Agir Qoserî

[email protected]

Ji Kurdistan Post

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.