بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Polîsê berê Çarkin: Me karsazên Kurd kuştin | AkNews

Hewlêr, 23 Adar (AKnews) – Li Tirkiyeyê, tetîkêşê berê yê dewleta kûr û endamê berê yê hêzên taybet Ayhan Çarkin, li xwe mukur hat ku karsazên Kurd bi fermanên fermî hatine kuştin.

ayhan-carkin1Endamê berê yê hêzên taybet Ahyan Çarkin, ku bi salan li herêmê Kurdan, kar kiriye, duh êvarê ji CNN Turkê re, daxuyaniyên balkêş da.

Çarkin, got, di operasyonên salên 1990î de, kuştinên bêdaraz hatine kirin û bi fermana dewletê, karsazên Kurd kuştine.

Çarkin, gotina Serokwezîra Berê Tansu Çiller ya "Navên karsazên ku alîkariyê didin terorê, li gel me ne" bi bîr xist û got, "Heke xwînek rijiya be jî, bi destê dewletê bûye."

Wek tê zanîn, di salên 1990î de, hinek karsazên Kurd wek Behçet Canturk, Savaş Buldan, Haci Karay û Adnan Yildirim, hatibûn revandin û piştre termên wan hatibûn dîtin.

Ayhan Çarkin, piştî ku 20ê Adarê li Stenbolê, beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûbû, ji AKnewsê re axivîbû û wiha gotibû, "xiyanet li gelê Kurd hat kirin. Mirovek li ber çavên 10 zarokên wî, rût kirin, ev ne şerê dijî terorê bû, ev xiyanet bû."

Çarkin, her wih diyar kiribû, dema li herêmê bûye, "nînokên Kurdan kişandiye", "êşkence li wan kiriye" û "zimanê wan tune kiriye" û wiha domandibû:

"Me ew jina ku xwarin da me, kuşt. Ji me re gotin ‘Li wir gundek heye, divê bê rizgarkirin’, lê me ne rehm li zindiyan kir ne jî li miriyan."

Ayhan Çarkin, piştgirî dabû avakirina "Komîsyona Lêkolîna Rastiyan" ya ji aliyê PPK, KCD û BDPê ve hatiye pêşniyarkirin û anîbû ziman, hemû agahiyên ku li gel wî hene, dê bide vê komîsyonê.

Çarkin, her wiha, gotibû, "Êdî ez tenê ji gelê Kurd bawer dikim. Tenê Kurd dikarin vî welatî rizgar bikin. Em kujerên dest bixweîn in. Li vî welatî, pirsgirêka terorê nîne. Heyf nîne ev qas xweîn bê rijandin?"

Çarkin (46), li bajarê Erizrumê hatiye dine. Wek endamê hêzê taybet, li Diyarbekir, Dêrsim, Mêrdînê û bi giştî li herêmê 4 sal kar kir û beşdarî gelek operasyonan bû. Navê wî ket nav bûyerên "înfazên bêdaraz" û li dijî wî doz hatin vekirin.

Hat gotin ku Çarkin, digel zilamê dewleta kûr Abdullah Çatli yê ku di bûyerek şikber a trafîkê de mir, erka kuştina rewşenbîr û karsazên Kurd girtine ser xwe.

Ayhan Çarkin, ku wek pêkhênerê çalakiyên Çeteya Susurlukê hatibû sûcdarkirin, 20 mehan ketibû zîndanê.

Çarkin, beriya niha, di bernameya "Arena" ya rojnamevan Ugur Dundar û gotinû, "Min di şerê dijî terorê de, hezar kes kuştiye."

sm (AKnews)

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.