بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Parlamentoya İraqê kîmyabarana Helebce wek jenosaîd nas kir

Rûdaw.net - Parlamentoya İraqê di rûniştina xwe ya îro de bi fermî karesata Helebce wek jenosaîd nas kir. Di vê derbarê de Parlamenterekî Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê jî dibêje: ''Evna li ser pêşniyara parlamenterekî Şîe yê Hevpeymaniya Niştimanî bû.''Berdevkê Fraksyona Hevpeymaniya Kurdistanê li Parlamentoya İraqê Mueyed Teyîb ji Rûdawê re got: ''Li ser Helebce gotarên hemû fraksyonan baş û xweşik bûn, dema ji bo karesata Helebce gotara Lîsta Hevpeymanî û hemû grubên Kurdî ji aliyê rêzdar Bekir Sedîq ve hat xwendin, parlamenterekî Şîe yê Ereb daxwaz kir ku parlamento bi awayekî fermî kîmyabarana Helebce wek jenosaîd nas bike.''

Teyîb wiha axifî: ''Navê wî parlamenterî Welîd El-Hilî ye, Şîe ye û ji fraksyona Hevpeymaniya Niştimanî ye, parlamento jî pêşniyara wî qebûl kir û bi tevahiya dengan biryar hat dayîn.''

Bi baweriya Mueyed Teyîb, piştî vê biryara Parlamentoya İraqê êdî hîç kesek nikare jenosaîda Helebce înkar bike û dibêje: ''Dema parlamento biryarê li ser tiştekî dide, kes nikare red bike, wate her kesek bibêje Helebce ne jenosaîd e, divê hikûmet wî ceza bike.''

Cavkanî: http://www.rudaw.net/kurmanci/kurds/6215.html

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.