بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Parêznameya Konferansa Komara Kurdistanê/ Îbrahîm GUÇLU

Darizandina Konferansa Komara Mehabadê ya Kursdistanê îro (21. 07. 2010) pêk hat. Min bi kurdî û bi nivîskî, Halis Nezan û Şeyhmus Aykol jî bi tirkî û bi devkî parêzname pêşkêşî dadgehê kir. Her çiqas parêznameyên me ne bi dilê dadgehê bû û nerînên min li dijî dewletê hat şirovekirin jî, di derbarê me de biryara beraatê hat dayîn.

Ez parêznameya xwe pêşkêşî reya giştî dikim.

*****

“Dadgeha we li ser navê miletê tirk darizandinê dike. Loma jî ji bona me kurdan ne meşrû ye…”

Ji Dadgeha Cezayê ya Asliya ya 7-emîn a Diyarbekîrê re,

Neteweya kurd, neteweyekî kadîm e û miletekî runiştvan e li Rojhilata Navîn. Miletê tirk pişt re di sala 1071-an de ji Asyaya Navîn hat li Rojhilata Navîn bi cîh bûn. Dema ku tirk ji Asyaya Navîn hatin Rojhilata Navîn kurdan deriyê xwe ji wan re vekir û ji Alpaslan re bûn alîkar. Lê pişt re Kurdistan ket bin bandor û hegamonyaya wan. Ji bona ku tirk, civateke herêmî nebûn, ji bona bêbaweriya xwe, li hemberî kurdan helwesteke nexwezayî nîşan dan. Erdên li ser rûdiniştin ji bona ku ne erdê wan bû, her tim êrîşker û zilumkar bûn.

Pişt re jî li Kurdistanê desthilatdariya Împeratoriya Osmanî dest pê kir. Împeratoriya Osmanî, li Rojhilata navîn ji derveyî erdên farsan li ser hemû erdên miletên din desthilatdar bû. Dewleta cîran a Împeratoriya Osmanî ya xurt jî Împeratoriya Farsî bû. Di encamê de Kurdistan di sala 1639-an de bi Peymana Qesr-î Şêrînê di navbeyna herdû împeratoriyan de parve bû. Dîsa di navbeyna herdû împeratoriyan de reqabeteke mezin û şerekî dijwar ê berjewendiyê hebû. Loma jî Kurdistan her demê di şerê navbeyna herdû împeratoriyan de bû qada şer. Kurdan ji van şeran zerarên gelek mezin dîtin û pir caran jî kîtlewî hatine kuştin.

Rojhilata Kurdistanê di bin nîr û hegamonyaya împeratoriya Farisî de bû. Bakurê-Başurê - Başurê Rojavayê Kurdistanê jî di bin nîr û hegamonyaya Împeratoriya Osmanî de bûn. Ev statuya Kurdistanê ya dubeşî heta piştî Şerê Cıhanê yê 1-emîn domand. Împeratoriya Osmanî beriya Şerê Cîhanê yê 1-emîn welatên Belqanan û yên li Afrîqayê wenda kiribûn. Di sala 1915-an de jî miletê ermenî ji jenosîdê derbas kiribû. Bes Kurdistan û Erebîstan di bin hegamonyaya Împeratoriya Osmanî de mabû. Piştî Şerê Cîhanî yê 1-emîn jî, bi Peymana Sewrê hatibû qebûl kirin ku di nav pêvajoyekê de Kurdistan û Ermenîstan wek du dewletên serbixwe ava bibin. Hezar mixabin Peymana Sewrê neket jiyanê. Encama Peymana Lozanê Kurdistan bû çar beş: Lewra Piştî Şerê Cîhanê yê 1-emîn di bin mandateriya Fransê û Engilîstanê de Dewleta îraqê û Suriyeyê jî ava bibû. Du beşên Kurdistanê jî ketin bin hegamonyaya Dewleta Suriyeyê û Iraqê. Di tûxuba Îranê û împaretoriya Osmanî de guhertineke esasî/bingehî pêk nehat. Bes di serîhildana milî ya kurd a Agriyê (!932) de, dema ku dewleta tirk dît ku nikare zora kurdan bibe, bi Îranê re guhertina tûxubê kirin ku derûdora serîhildana milî ya kurd bipêçin û serîhildanê bitemirînin. Di encamê de jî dewleta tirk biserket.

Kurdan ji bona mafê xwe yê çarenivîsiyê pêk bînin, welatê xwe azad û dewleta xwe ya serbixwe ava bikin, piştî Kurdistan parçe bû jî li sê parçayên Kurdistanê serîhildanan dest pê kir û tevgerên rizgarîxwaz hatin organîze kirin. Hezar mixabin ew serîhildanan hatin temirandin. Serokên tevgerên milî yên li Kurdistanê hatin kuştin. Miletê kurd hat qetil kirin û ji bona kurd wek milet ji holê rabe, çar dewlet ketin nav tîfaqeke qelek xeter û qirêj. Kurd kîtlewî û girseyî hatin sirgûn kirin. Li beşa Bakurê Kurdistanê û Başurê Rojavayê Kurdistanê hemû mafên neteweyî yên kurdan hatin qedexe kirin. Li Rojhilata Kurdistanê û li Başurê Kurdistanê bes nisbî be jî, mafên kurdan yên çandî û civakî dihatin pejirandin.

*****

Kurdan her dem li derfetê geriyane ku welatê xwe azad bikin. Piştî Şerê Cîhanî yê 2-emîn jî dinya jinûve di navbeyna Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA-yê) û Yekîtiya Sovyetan de hat parve kirin û li dinyayê pergeleke nû ava bû. Desthilatdarên dinyayê hatin guhertin. Desthilatdariya dinyayê ji Engilîstanê derbasî DYA-yê bû. Îran jî, ji aliyê desthiladarên dinyayê de hat dagirkirin. Di van şertan de kurdan li Rojhilatê û Başurê Kurdistanê xwestin ku statuya xwe biguherin û azad bibin.

Serîhildana kurdan li Başurê Kurdistanê di bin serokatiya Berzaniyan de dom dikir. Hezar mixabin serîhildana Başurê Kurdistanê şikest xwar û serokatiya Başurê Kurdistanê hatin li Rojhilata Kurdistanê bi cîh bûn.

Li Rojhilata Kurdistanê bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetan, bi erêkirina DYA-yê û Engilîstanê Komara Mehabadê ya Kurdistanê, di sala 1946-an de di bin serokatiya Qadi Mihemed de ava bû. Di avabûna Komara Mehabadê ya Kurdistanê de serokatiya Başurê Kurdistanê, Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî, hemû kurdên beşên din piştgiriya komara kurd kirin. Hezar mixabin jiyana komara kurd dirêj nebû. Di heman salê de encama lihevkirina dewletên desthilatdar yên dinyayê ku xwe ji Îranê vekişandin, Dewleta Îranê êrîşî komara kurd kir. Piştî êrîşa Dewleta Îranê Serokatiya Komara Mehabadê yê Kurdistanê dîl ket.

Serokê komarê Qadi Mihemed, birayên wî Sadrî û Seyfî, gelek berpirsiyarên komarê, encama darizandineke milîter û nehiqûqî hatin derve kirin. Serokê komara kurd Qadi Mihemed li hemberî dadgeha farisan bi lehengî neteweya kurd, Kurdistan, mafên neteweya kurd, makezagona komara kurd, piştgiriya Berzanî û hevalên wî, piştgiriya hemû kurdên beşên din bi komara kurd re, parast.

Qadi Mihemed vasîyeta xwe ya dîrokî ji bona neteweya kurd nivîsand û pêşkêş kir. Wek serokekî netewekî li ber xwe da û ruyê neteweya kurd spî kir. Dema hat darizandin qadî û dozgerê dadgehê rezîl û rûsva kir. Lewra qadî û dozger li hemberî serokê Komara Kurd bê edebî dikirin.

Dema ku Qadi Mihemed biryar da ku bi miletê kurd re bimîne û qedera xwe bi miletê xwe re bike yek, di heman dem de biryar da ku Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî muhatabê hêzên Îranî nebin. Loma Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî biryar dan ku derbasî Yekîtiya Sovyetan bibin. Dema Berzanî û hevalên wî xwestin derbasî Yekîtiya Sovyetan bibin, mecbur bûn ku di Bakurê Kurdistanê re derbas bibin. Dewleta kolonyalîst ya tirk jî, ji bona bi Dewleta Îranê re di nav hevkarî û tîfaqê de bû, xwestin ku pêşî li Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî bigrin. Lê di vê hewildana xwe de bi serneketin. Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî, bi tenduristî û bi awayekî gelek ostatî derbasî Yekîtiya Sovyetan bûn.

*****

Hîç şik tune ye ku hilweşandina Komara Mehabadê ya Kurdistanê ji bona hemû kurdan hem trajediyek û hem jî dersek mezin e. Hîn îro jî, ev êşa di dilê her kurdekî û di dilê neteweya kurd de gelek zindî ye. Her kurdek ji ceribandina Komara Mehabadê ya Kurdistanê ders derdixe.

Komeleya Kurd a Diyarbekîrê (KURD-KOMê), ji bona ku ji mafên neteweya kurd re xwedî derkeve, hatibû ava kirin. Loma KURD-KOM, ji çanda, dîroka, edebiyata, ji hemû hêjayiyên kurdî re xwedî derket, ji bona ku hêjayiyên kurdî pêş bikevin xebat kir.

Komara Mehabadê ya Kurdistanê hêjayiyeke mezin ya kurdistanî ye. Serokên komara kurd jî, serokên hemû Kurdistanê ne. Bi hilweşandina komara kurd û dervekirina serokên komarê, neheqiyeke mezin li hemû kurdan hat kirin û dewleteke kurdî hat hilweşandin.

KURD-KOMê, di çarçeva armanca xwe de ji bona Komara Mehabadê ya Kurdistanê konferansek, di 03. 05. 2005-an de amade kir. Ev konferansa aşkere û li salona şaredariya Baxlaran pêk hat. Bi sedan kes beşdarî vê konferansê bûn. Beşdarên konferansê ji hemû beşên civakê bûn.

Hezar mixabin hêzên ewlakarî ji bona ku vê civîne provake û belav bikin, hewildanên nehiquqî û qirêj pêk anîn. Lê bi serneketin.

Di konferansê de gelek kesên pispor û berpirsiyarên dezgeh û rêxistinên kurd axiftin kirin. Ez jî yek ji axevtevanên konferansê bûm.

Min jî li konferansê di axiftina xwe de, li ser dîroka Komara Mehabadê ya Kurdistanê, li ser zilm û zordariya Dewleta Îranê, li ser piştgiriya dewletên kolonyalîst yên cîran (Tirkiyeyê-Iraqê-Suriyeyê) ji Dewleta İranê re, li ser şexsiyet û nasnameya serokê komara kurd Qadi Mihemed û hevalên wî, li ser dadgehkirina wan ya ne însanî û ne hiqûqî bîrûreyên xwe anîn ser zimên.

Min di axiftina xwe de, di heman dem de dersên ji ceribandina komara kurd bên derxistin jî anîn ser zimên.

Ez nûha jî ji axiftina xwe re xwedî derdikevim. Ez li ber serokên Komara Mehabadê ya Kurdistanê serê xwe ditewînim.

Qadi Mihemed, hiquqzaneyekî bi navûdeng û şexsiyetekî dîrokî bû. Ew serokekî Kurdistanê ye. Ew îro jî ji bona hemû kurdan serokekî hêja ye. Her kurdek ji wî re rêz digrin. Ew gelparêz û neteweparêzek bû. Kesekî leheng, zana, serbilind bû.

Qadi Mihemed û hevalên wî, ji bona neteweya kurd, ji bona Kurdistanê canê xwe fêda kirin. Em ji bona wan ceza jî bigrin, ev hîç tiştek nîn e. Ev cezaya ji bona me serbilindî, şerefek, vezîfeke dîrokî ye.

*****

Dozger îdia dike ku me bi konferansa Komara mehabadê ya Kurdistanê, gelê kurd teşwîkî serîhildanê kiriye. Me xwestiye ku di navbeyna kurd û tirkan de cudatiyê pêk bînin. Me xwestiyê di navbeya nijada kurd û tirk de ferqiyetê çê bikin.

Kurd, hîç şik tune ye, miletek e û bi taybetiyên xwe ji miletê tirk cûda ye. Wek min li rêzên jorîn jî behs kir, neteweyekî kadîm e û li Rojhilata Navîn rûniştvan e. Her çiqas îdeolojî û siyaseta fermî ya dewleta tirk, bi dehan salan îdia dike ku kurd tune ne û kurd tirk in; ev nerîna, nerîneke nîjadperest û derevîn e.

Neteweya kurd, neteweyekî ji tirkan, ereban, farisan, ji hemû neteweyên dinyayê cûda ye. Li Bakurê Kurdistanê û di tuxûba Dewleta Tirk de jî ji hemû mafên xwe yên neteweyî bêpar e.

Welatê me Kurdistan, di bin nîr û hegamonyaya çar dewletan (Dewleta tirk, Iraq, Îran, Suriye) de ye. Kurdistan, di heman dem de ji aliyê dewleta tirk de hatiye dagirkirin û hatiye kolonî kirin.

Loma jî mafê kurdan heye ku li hemberî ev statuyê û neheqiyê serîhildin, şoreşa xwe ya milî pêk bînin. Ev serîhildana di vê qonaxeyê de serîhildaneke sivîl, demokratîk a neteweyî ye.

Ji bona vê yekê îdiayên dozger xwediyê wateyekê nîn in.

*****

Wek min di diruşmeya dawî de jî anîbû ser zimên, dadgeha we jî ne meşrû/rewa ye û mafên dadgeha we tune ye ku min, hevalên min, kurdan dadgeh bikin. Lewra Dewleta tirk, dewleta kurdan nîn e. Loma jî ji bona kurdan dewleteke meşrû nîn e. Dewleteke li ser neteweya kurd zilumkar û dagirker e. Hemû mafên neteweya kurd xesip kiriye. Kurdan bi zor û zulmê di bin hegamonyaya xwe ya kolonyalîst de digre. Her tevgerek mafxwaz ya kurdan bi şidet û zora dewletêhatiye temirandin. Piştî ku M. Kemal Ataturk û hevalên wan desthilatdariya dewletê girtin destê xwe, navê dewletê û karaktera dewletê guhertin, tunebûna kurdan îlan kirin û otonomiya sînorkirî ya Kurdistanê ya di dema Împeratoriya Osmanî de jî, ji holê rakir.

Neteweya kurd jî li hemberî vê neheqiyê derket û ji bona ku welatê xwe azad bike serîhilda. Hezar mixabin ev serîhildanên di sala 1919-an de li Koçgîrîyê, di sala 1924-an de li Beytûlşebabê, di sala 1932-an de li Agiriyê, di sala 1938-an de li Dersîmê pêk hatin, bi qetlîaman hatin temirandin.

Van bûyeran gelek aşkere derxist holê ku dewleta heyî na ya kurdan e. Dewlet ji bona ku dewleta kurdan nîn e, dadgeh jî ya kurdan nabe. Lewra dadgeh dezgeha dewletê ye. Tê zanîn ku dadgeh di heman dem de li ser navê neteweya tirk darizandinê dikin û li ser navê kurdan darizandin nakin.

Loma jî dadgeha we ne meşru ye û nikare me dadgeh bike.

([email protected])

Diyarbekîr, 21. 07. 2010

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.