بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Li ser axivtina George Bushî

 Piştî ku naveroka rapora Baker û Hamilton hat belavkirin di rêz û refên gelê Kurdistanê de nerazîbûnek giştî peyda bû....Serokê Kurdistanê, Serokê Komara İraqê û Serokê Parlemana Kurdistan ew rapor bi navê gelê Kurdistanê ji binî ve redkirin..Hemû hêzên kevneperest û statûkoperest ên deverê û navnetewî bi giştî û dagirkerên Kurdistanê bi taybetî ew rapor bi realîst û pozîtif nirxandin...Lê ew rapora lijneya Baker-Hamilton wekî raporên lijneyên din pêşnîyarbûn ji bo Serokomarê George Bush li ser sîyaseta nû a DYA li İraqê...Qet kesekî ji bilî rapora Baker-Hamilton li ser raporên din neaxivt û nenivîsî....Hemû hêz û kesên navbirî li benda axivtina Serokê Amerîkayê bûn ku di derheqa sîyaseta nû a Amerîkayê li İraqê..Serokê Amerîkayê duh bi navê “Riyeka nû bi pêş de” axivtinek dûr û dirêj kir û sîyaseta xwe ango a DYA’yê li ser İraqê rûn kir....Min îro hemû axivtina Serokê Amerîka, George Bushî xwand û bi rastî jî ji bilî şandina 20 hezar dî ji bo İraqê tiştekî nû tê de tune bû..Her çiqas George Bush û gellek ji şîrovekarên din vê axivtinê wekî stratêjîya nû a Amerîkayê li İraqê dinirxînin, lê bi rastî jî di vê axivtinê de tiştekî wekî guherîna stratêjîyê nîne..Li gor naveroka beyannameya Bushî mirov dikare qala guherîna taktîkî a leşkerî bike..Sîyaseta Amerîkayê a beramberî Surîyê û îranê a berê ye... Holêrakirina hêzên El Qaîdeyê li İraqê sîyaseta Amerîkayê a kevn bû.. Entegrekirina Erebên Sine û Beh’sîyan li nav prosesa sîyasî jî ev demeke hewla serekî a Amerîka bû... Her wisa parvekirina neftê jî .......Şer windakirina Amerîkayê li İraqê xetereke ji bo hemû rejîmên deverê û ji bo asayîşa Amerîkayê a navxweyî jî... Ev jî tiştekî nû nîne.. Ew hevoka li ser PKKê û peywendîyên Tirkîyê û İraqê jî ev demeke di rojevê de ye... Meseleya Patrîyotan tiştekî nû ye..Lê Bush di beyana xwe de dibêje ku sûd ji rapora Baker-Hamilton werdigere.. Em dizanin ew rapor serî heta binî li dijî Kurd û destkeftên Kurdan bû..Lê di axivtina Bushî de hinek tişt zelal nebûn û qala wan bi awayekî eşkere nehatkirin.. Ew tişt jî ji bo gelê Kurdistanê gellek giring in, meseleyên man û neman in..Di axivtina Bushî de qet carekê qala İraqa federal nehatkirin... Hertim qala İraqê dihat kirin..Pirsa Kerkûkê qet tûne bû... Gellek caran Bush qala bi desttêwerdana Suriyê û Îranê di nav karûbarên İraqê de kir.. Lê qet carekê basa Tirkîyê nekir.. Tirk ji wan zêdetir û eşkeretir êrîşan dibe li ser Kurdên Başûr û dest li nav karûbarên wan de werdide.. Kurdistan wekî welatekî aram û demokratîk beşek e ji İraqa federal.. Lê Bush qet carekê behsa Kurdistanê û aramîya wê nekir..Di dawîyê de ez dikarim bibêjim hêj jî sîyaseta Amerîkayê beramberî Kurdistan û İraqê xûya nebûye.. Pêwîst e em gavên Amerîkayê ên pratîkî bibînin. Gellek pirs hene hêj jî bê bersiv in... Sala 2007 ji bo Kurdan sala çareserîyê ye, sala Kerkûkê ye. Ez ditirsim ji bo ku Amerîka dilê Erebên Sine xweşbike, wan razî bike ji bo beşdarîkirina wan di pêvajoya sîyasî de rapirsîya li ser Kerkûkê şûnda bavêje.Ev metirsîyek gellek mezin e......12.01.2007

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.