بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Dîsan dujminayetîya Kurdan..

  Îro di rojnameya Bugün de nûçeyek bi navê ‚Mercên Paşayî ji bo koordînatorê‘ bala min kişand...Min ji xwe pirsî gelo Paşa ji bo çi û kê mercan datîne.. Ev çend rojin li Tirkîyê herkes li ser „koordînator“ diaxive.. Herkes li gor dilê xwe vê peyvê û dewra wê şîrovedike...Wekî tête zanîn ku di van rojanan de ji bo çareserkirina „Pirsa PKK’ê“ ji alîyê dewleta Tirkîyê, Iraqê û Amerîkayê ve 3 koordînator tên tespîtkirin..Amerîkayê û Tirkîyê koordînatorên xwe destnîşan kirin... Dewleta Iraqê jî koordînatorê xwe dê destnîşan bike..Serokê Kurdistanê jî daxwaza damêzrandina koordînatorekî Kurd kir...Sedema vê yekê jî gellek zelal e... Dewleta Tirk ev çendîn salin hewldide rewşa Kurdistana Azad tekbide, rê ji damêzrandina dewleta Kurdistanê bigire, rê li ber bi vegerîyana bajêrê Kerkûkê li ser Kurdistanê bigere..Hertim Tirk bi hincetekê êrîş dibin li ser Kurdên Başûr..Vê carê jî ew ji bo dest jê werdana li nav karûbarên başûr, bi hinceta endamên PKK li Başûrê Kurdistanê tîne rojevê..Amerîkayê jî behsa civînên sê qolî û koordînatoran kir..Tirk ji vê yekê aciz bûn... Wezîrê derveyî ê Tirkan bi vê yekê qaîl nîne..Lê herkes jî dizane rojevek van koordînatoran heye... Ew jî pirsa Kurd û Kurdistanê ye.. Herçiqas ew van koordînatoran bi „koordînatorên PKKê“ destnîşan dikin, lê ew „kordînatorên Kurd“in... Serokê Kurdistanê jî ji bo vê yekê daxwaz kiribû „koordînatorekî Kurd“ têda cih bigire... Ji ber ku, ew tiştên ku ew koordînator dikin hem peywendî ligel Bakur û hem jî Başûrê Kurdistanê ve heye.Tirkan jî generalekî xwe ê xanenîşînî bûyî wekî koordînator destnîşan kir.. Wî jî wekî hemû general û karbidestên dewleta Tirk di yekem daxûyanîya de li dijî Kurdan û rêberên wan xwîn werşîya..General Başer çi dibêje?„Heke Barzanî koordînatorekî destnîşan bike ez dest ji vê erkê berdidim“.....Generalê Tirk li vê derê jî ranaweste û dibêje: „Ez tu car bi wî koordînatorî ve danûstandinê nakim ku ji alîyê kesekî ku bîr û bawerîya rêkxistina terorê a dest bi xwînê sorbûyî, parvedike... Ew danûstandinên wisa bêsûd in û waz ji vê vatînîyê tînim.. Heke Tirkiyê koordînatorekî wisa wekî muhatab qebûl bike , ev yeka hanê hakareteke ji bo hukumeta Iraqê ku serwerîya wê ji alîyê Tirkîyê ve hatiye nasîn“..Hukumeta Tirk „serwerîya Iraqê naskiriye“ û diparêze !!!!! „heke bi koordînatorê Mesud Barzanî ve danûstandinê bike hakarete ji bo hukumeta Iraqê“...Min heta niha gellek derew û virek dîtin, lê ên wekî general û serkomarê Tirkîyê nedît..Serkomarê Tirkîyê naxwaze Serkomarê Iraqê Mam Celal ji bo welatê xwe dawet bike... Ji ber ku Mam Celal Kurd e....Generalê Tirk naxwaze bi koordînatorê Hukumeta Kurdistanê re danûstandinê bike, ji ber ku Kurd e.. Lê destpêdike derewan dike, derewên wan jî hevdu nagirin.. Ev sedan salin Tirk û Ereb û Eceman li ser çarenivîsa Kurdan bi bêy ku Kurd amade bin, biryar dan... Îro ew dem nema... Heke nûnerê hukumeta Kurdistanê ne be jî Kurdek bi navê Hukumeta Iraqê wekî koordînator tête destnîşankirin û Kurd li ser hemû tiştan agadar dibin...

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.