بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Çîrokên Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê(5) Hîkayeta Sûto û Tato

Çîrokên Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê(5)
Hîkayeta Sûto û Tato

Aso Zagrosi

Mele Hessen ji lalî Tahîr Axa geryawe qesta lalî bende kir. Xo gîyande gundê hîşî ji eşîreta Rêkanî, gundê Mesîhîyane û saetekê dûre ji Rezge. Şevî Mele Hessen li wê derê ma. Subey zû me dît mirovekî nesranî ji Hîşê hate lalî me û got: “ hez dike Mele Saîd bi tenê bibînim”. Wexte bende dît, got: Melayê Sûto li mala me rûniştîye, dibêjit qewî hez dikim bihême lalî Mele Saîd, çend xeber hene erz bikem. Emma newêrim bêm. Ji ber ku qerawlan neku min bikujin”. Bende jî 9 xulam digel Nesranî hinartin. Min got: “ Herin Melle Hessen ji Hîşê bi selametî bihînîn êre. Mûyek ji serê Mela Hessen bikevit hingê hemîyan dê kime armanca martînan.”

Xulase, xulam çûn Mela Hessen îna. Du şevan ma lalî me. Hemî giftûgo me kirin. Bende gote Mela Hessen: Eger Hezretî Şêx Sûto qebul biket û ji kuştinê efû biket tu wehdê didîy ku Sûto biçite huzura Şêxî?”. Got: “ Belê, emma bi şertê ku Sûto emîn bêt ji ruha xo.”

Bende got: “Bes tu here lalî Sûto bi temamî digel wî biaxive û qewlê ji wî wergire. Heta tu têyewe ez jî dê ligel Hezretî Şêx muxabire bikem û bizanim rêya Şêxî çîye?.”

Mela Hessen me hinarewe bo lalî Sûto û bende destkir bi kaxez nûsînê û sual û cewab ligel Şêxî. Çûnkû bende adetî mehmurêt Osmanîyan dizanî, ku çi wextan qewl û fêhlêt wan muafiq nîne. Ji xeyrî patina kebaba xereza xo çi meqsûdê dî nîne. Me dizanî ku mehdetekî dî Sûto tengawken, heta pareyekî zor ji Şêxî dixwin.

Paşî dumahî hêdî hêdî dê Sûto teltîf kin, heta gellek pare ji wî jî dixwin. Kesek bo kes mehf nakin. Bende wetu selah û minasib dît ku Şêx Sûto qebûl biket, hêşta şûl ji destê wî dernekewtî.

Xulase bi wî mezmûnî bende bo Şêxî nûsî û keyfîyeta hatin û çûn û axivtina me digel Mela Hessen bi tefsîl me bo huzura Şêx beyan kir û hinart. Hezretî Şêx cewab bo bende hinar: “ Her terzî ku mucîbî hifza şeref û namusa daîmî bet di wê maddê de tu wekîl û mezûnî Zîn pes hîç hacet bi muracîha dahîmî nîne. Çawa bifikra xo dizanî emel bike azîzîm We selam Mehemed Sedîq”.

Wextê ev cewab hat, Mela Hessen jî roja paştir hate Rezge. Mela Hessen got: “Eger tu lalî Şêxî xatircemh bî, ez jî layê Sûto xatircemhim, ku xeber ji min dernakeve.”

Bende got: Madem waye ewe em herdu wekîlin. Ez ho selaha Sûto dizanim. Tahîr Axa û Alî Efendî Beylanî digel xo bibet biçite Nehrî. Ser merqedê Seyîd Taha da Şêx wî efû biket. Eger Sûto wêhe neket, tu dizanî ew li dewletê mehkume, dihête mehf kirin”.

Mela Hessen got: “Eger tu dizanî dê ho çîbit. Ez dê wêhe kem.”

Min jî temînat da Mela Hessen ew jî çû bi wî terzî bo Sûto got û Sûto jî qebûl kir. Digel Tahîr Axa û Alî Efendî çû Nehrîyê. Şêx gellek kêfxoş bû. Çûnkû daîmî meqsûda cenabî Şêx arekî hûr bû ji nav du beret req. Ew di xema Sûreçawiş da nebû, wî pare divîya. Gote Sûto: “ Bo xatirê Tahîr Axa û Alî Efendî û bo xatira şerefa merqedê bapîr xo min tu efû kirî ji kuştinê, girtinê û surgînkirinê. Emma hêtîmêt Sûreçawiş feqîrin û hêtîmêt xulaman bêçarene. Xwîna her yekê sed lîrane, hezar û du sed lîrebidet û bi xêr biçîte mala xo.”

Sûto jî qaneh bû. Du cendirme û heşt xulam dane Sûto, ku biçite nav Doskî û Horamarîyan, ku hezar û du sed lire bo Şêxî cima ket û bînît. Xulase çû sê hezar lire zêdetir pilate kir li ser eşîreta Doskî û Horamarîyan û tehsîlkirin. Hezar û sê sed dane Şêxî û yê zêde bo xo hilgirt.

Wextê ku Sûto milaheze jir, têgîhîşt, ku eger Tato mirovê Şêx bit û daîmî xulamêt Şêxî lalî Tato bin, hale wî ê nexoşbit û menfiheta wî dê kêm bit. Got çake tedbîrek wetû bikem Tato bi dostînîyê telef bikem. Paşî salekê ku cîyê Rêkanî temamî kewte destê Şêxî û hasilata Rêkanî ji kerî guh negihîşte Tato. Sûto zanî kewlî heye ku Tato bê lêbînît.

Sûto Mela Hessen hinart lalî Tato, ku bêjite wî: “ Her çi çûyî, çû bila bê ez û ew ahdekê bigirin ji noke wêve bibine dost, çi caran zerara yekûdu nekin. Şêx Mehemed Sedîq ejderhaye, dê me herduyan bixwit. Ewe saleke ew dizanît çi menfehat gehîştîye wî. Ferqa wî û Kurmacekî nîne li nik xulamêt Şêxî. Mademkî Şêx dê me mehf ket, em misamehe bikin selahatire. Eger bawer neket, ez dê keça xo jî didime wî da çak bawer biket, ku ez ji dil meslehetê dixwazim.”

………..

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.