بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Çend Peyv li Ser Sêdaredana Saddamî..

  Sala nû destpêkir...Ji bo gelê Kurdistanê bi giştî û ji bo gelê Kurdistana Başûr bi taybetî sala nû saleke asan , bêgirûgirft û bêalozî nîne..Hevî û daxwazên gelê Kurdistanê gellek mezin in, lê sala 2007 wekî hemû salên din gellek piçûk e..Wê dema doza Saddamî û hemtawankarên wî li pêş Dadgeha Taybet destpêkir, hemû gelê Kurdistanê bi taybetî jî kes û karên ew Kurdên ku ji alîyê rejîma Saddamî ve hatibûn enfalkirin, kîmyabarankirin li benda encamekî adîlane bûn..Bi awayekî din hemû Kurdên dinyayê li benda wê yekê bûn, rastîyên li ser Enfalê, Kîmyabaranê, tevkûştara Barzanîyan, a Kurdên Feylî derkeve holê..Em dizanin Saddam û ew çend şerîkên wî ên tên dadgehkirin bi tenê û serê xwe ev hemû tawanana nekirine..Dinya jî dizane .... Kurd jî dizanin ew tenê nebûn..Wê dema rejîma Saddamî dest bienfalkirin û kîmyabarankirina Kurdan kir, hemû dinya di nav bêdengîya mirinê de bû..Wê dema rejîma xwînrêj a Bexdayê jehr rijand li ser Helebçeyê hemû dinya li gel Saddamî û li dijî Kurdan bû.. Kurdên Başûr li ser rastîya karînana çekên kîmyewî hawar dikirin, lê qet kesî nedixwast dengên wan bibihîze... Ew kes û an jî hêzên ku dengan wan dibîhîstin, hewl didan gotinên wan derew derbixin..Li ser vê mijarê sedan belge hene... Rojname û kovarên wê demê arşîveke baş e ji bo hevkarî û piştgirîya hêzên serekî ên cîhanê li gel Saddamî û li dijî Kurd..Gelê Kurd li benda wê bû, ku de Dadgeha Saddamî de rastîyên li ser hevkarîyê û piştgirîya Saddamî û sedemên bêdengîya cîhanê derkevin holê..Tenê di dadgeha Enfalê de qala “hevkarîya Tirkan û Saddamî” û dewra çend kesan hate kirin.. Li ser “hevkarîya Tirkan û Saddamî” di dema Enfal û kîmyabarana Kurdan de dadgehê mîkrofon girt û rastîyên li ser Enfalê weşart...Gelê Kurd hezdikir bizanibiya kîjan dewletan di komkûjîya Kurdan de cihgirt?Dewra Rusyayê, dewra Amerîkayê, a Britanyayê, Almanyayê, dewra dewletên Îslamî û Erebî û dewra Tirkan di komkûjîya Kurdan de çibû?Dewra şîrket û tacîrên mirinê di jenosîda Kurdan de çibû?Hêj dadgeh li ser Enfalê di destpêkê de bû... Hêj dadgehên li ser kîmyabarankirina Helebçeyê, 800 hezar Barzanîyan û li ser tevkûştara Kurdên Feylî venebibûn, Saddam hate sêdaredan....Kê niha bersiva van pirsan bide?Saddam Serokê Komara Iraqê û yekemîn berpirs, ango berpirsê serekî ê van hemû tawanan bû..Pêwîst bû Saddam di van hemû dadgehên li ser komkûjîya Kurdan de amadebûya..Piştî sêdaredana Saddamî li gellek deverên Kurdistanê û li derveyî welêt Kurdan dilxweşîya xwe beramberî sêdaredana Saddamê kurdkûj û xwînrêj nîşanda..Ev yeka hanê tiştekî gellek sirûştîbû...Lê, ji bo Kurdan û ji bo pêşvebirina doza Kurdî sêdaredan an nesêdaredana Saddamî mijara serekî nebû... Ji ber ku li Eraqê hezaran Saddam hebûn û hene..Ji bo 200 000 Kurdên Enfalkirî, kîmyabarankirî, Kurdistana wêrankirî û kes û karên şehîdan derxistana rastîyan, tomarkirina belgeyan ji hemû tiştan giringtir bû..Lê sed heyf û mixabin tawanbarê serekî ê van hemû tawanan bi lez û bez ji ber kûştara Erebên Ducilê hate îdam kirin..Sêdaredana Saddamî, serketina Şî’eyê Eraqê, Îranê, şîrketên navnetewî û ew hemû dewletên alîkarîya Saddamî kiribûn û dixwastin rastîyên li ser tawanên wan dernekevin, bû...Sêdaredana Saddamî bi vî awayî bi lez û bez ji bo Kurdan şikestin bû..Ji bo Erebên nijadperest û îslamîstên tundrew ‘serokêkî netewî’ û ‘pehliwanek’ hate afirandin..Ji alîyê din ve Kurd di destpêka vê dadgehkirinê de hetta niha gellek dûrbîn nebûn.... Bi awayekî hûr û kûr û dûr li ser hebûn û dadgehkirina Saddamî nefikirîn...Ji ber vê yekê jî beramberî rewşek emir waqi man..Lê ligel van hemû tiştên negatîf jî redkirina îmzakirina biryara sêdaredana Saddamî ji alîyê Mam Celalî ve gavek başbû... Ne ku ez li dijî sêdaredana vî Kurdkûjerî me, wisa dibêjim... Na, pêwîst bû ew ji bo her şehîdekî Kurdistanê, ango 182 hezar caran bihata dardakirin...Di nabeyna Ereban de şerê olzayî roj bi roj kûr dibe... Ereb hewl didin Kurdan jî bikin beşekî vî şerî û Kurdistanê jî dubare wêran bikin.. Bi kîjan armancî dibe bila bibe, Mam Celal bi refuzkirina xwe a îmzakirina biryara dadgehê, Kurd ji hetta radeyekê şerê navxweyî ê Ereban dûrxist..Pêş sêdaredana Saddamî hatina wî ji bo Kurdistanê helwestekî sembolîk bû.... Bila ew şerê xwe bikin û ji me dûr bimînin....02.01.07Aris Arda

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.