بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Bêçaretîya Tirkan

  Di van rojan de li Tirkiyê û li derveyî Tirkîyê gellek li ser Tirkan û helwesta wan beramberî Kurdên Bakur û bi taybetî jî li ser Kurdistana azad tête gengeşekirin û şîrovekirin...Dewleta Tirkan bi hemû hêzên xwe ve hewl dide, ko ew destkeftên Kurdên Başûr ên bi saya xwîna sed hezaran şehîdan hatine destxistin yeko-yek holê rake.. Ji ber vê yekê ye , ko ev demeke Tirkan şerekî derûnî li dijî hemû Kurdan, bi taybetî jî li dijî Kurdistana Başûr destpêkiriye... Ez dixwazin bi rêya şerê derûnî Kurdan û mêjîyê Kurdan bidîl bigire û daxwazin xwe li ser Kurdan ferzbikin..Lê Tirk nikarin bi serê xwe biçin û li dijî Kurdên Başûr şer bikin.. Îro Amerîka li deverê serdest e.. Hêzên leşkerî ên Amerîkayê li İraqê di şer de ne.. Ji bilî Kurdistana Başûr hemû İrak di rewşa awerteyî de dijî û gorepana şerî ye.. Heke Tirk êrîş bibin li ser Başûrê Kurdistanê rewşa Kurdistanê jî aloz dibe... Ev yeka hanê jî di berjewendîyên DYA de nîne... Ji ber vê yekê jî Amerîka hewl dide Kurd û Tirk pirsgirekên xwe bi rêya danûstandin û guftûgoyan çareserbikin.. Lê Tirk naxwazin navê Kurdan û hebûna Kurdan bibîhîzin... Ew azadîya Kurdan û nasnameya netewî a Kurdan wekî nîşana mirina xwe û ji holê rakirina ‘dewleta dawîyê’ a Tirkan dibînin..Di van rojên dawîyê de Wezîrê Derweyî ê Tirkan û Serleşkerê Tirkan çûn ji bo Washingtonê.. Rojeva wan a serekî li ser Kurdan bû... Li ser Hukumeta Kurdistanê, çareserîya pêşeroja Kerkûkê û Kurdên Bakurî bû..Amerîka dizane ko ji şerê sar ve destpêbike heta niha rojevek Tirkan heye. Ew jî Kurd in..Amerîka car bi car raste raste û car bi car jî nerastexwe hewl dide, ko Tirk li gel Kurdan bi awayekî aşitîyanê pirsên xwe çareserbike.. Ji bo vê yekê jî Amerîka ji karbidestên sîyasî û leşkerî ên Tirkîyê re dibêje: “Destên xwe dirêjî Kurdên Tirkîyê bikin... Ev mesele tenê mesela terorê nîne, meseleyeke sîyasî ye... Li gel Kurdên İraqê jî rêya danûstan û dîyalogê bigirin”....Lê karbidestên Tirk ji vê yekê gellek aciz in.. Ew wekî hertim hewl didin pirsa Kurdistanê wekî pirsa terorê nîşan bidin.. Ew sîyaset jî nameş e û nikarin êrîş bibin li ser Kurdistana azad..Tirk niha mecbûr mane li gel Kurdên başûr danûstandinan bikin.. Lê ew danûstandinên wan bi dil nînin... Abdullah Gul gizêrê dirêjî Kurdan dike, serleşkerê Tirk çoyê xwe nîşanî Kurdan dide.. Ev şer şerekî derûnî ye.. Pêwîste Kurd bawerî bi xwe û bi hêza xwe û bi yekîtîya rêz û refên xwe û bi dostên xwe hebe.. Pêwîste helwestê serokayetîya Başûrê Kurdistanê li ser bingeha helwesta netewî bilind bibe. Siyaseta ço û gizêran nîşana beçaretîya Tirkan e.. Heke wan tiştek bi serê xwe bikirana ne ço û ne jî gizêr nîşan didan... Em Kurdên Bakûr vê yekê baş dizanın...19.02.07Aris Arda

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.