بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Balyozê DYA-yê Jemîs Jefrî û siyaseta wî di derbarê kurdan de…/ Îbrahîm GUÇLU

Jemîs Jefrî, piştî ku wek Balyozê Dewletên Yekgirtî ya Amerîkayê (DYA-yê) li Tirkiyeyê hat diyar kirin, li ser nasnameya wî li Tirkiyeyê jî minaqeşeyên/gengeşiyên gelek girîng dest pê kirin. Hîn jî ew minaqeşeyan didomınin. Ez bawer dikim ku ew minaqeşeyan/gengeşiyan dê hîn dirêj jî bidomînin.

Bi taybetî jî gelek hewirdorên siyasî û dîplomatîq yên şowen û nîjadperest li Tirkiyeyê, ji helwesta Jemîs Jefrî ya pozîtîf-erênî li hemberî Başurê Kurdistanê ditirsin ku ewê di pirsa kurdên Bakurê Kurdistanê de jî, siyaseta erênî ji bo kurdan, neyênî ji tirkan bimeşîne. Beşek hewirdorên siyasî, dîplomatîq yên maqul û rasyonal jî, di wê baweriyê de ne ku Jemîs Jefrî dê di çareserkirina PKKê de bibe alîkar û ji bona ku BDPê ji PKKê dûr bixe dê rolekî bilîze.

Wusa xuya dike li Başurê Kurdistanê birêz Dr. Mehmud Osman jî di wê reyê de ku helwesta Jemîs Jefrî dê di derbera pirsa kurdên Bakurê Kurdistanê de neyênî/negatîf be.

Loma jî min di derbarê Jemîs Jefrî de hem lêkolîneke biçûk kir û hem jî min xwest siyaseta wî ya di derbarê kurdan de şirove bikim.

*****

Jemîs Jefrî, di sala 1951-an de hatiye dinyayê. Li DYA-yê dibistaneke bilind ya bi navûdeng xelas dike. Di destpêkê de li Misirê, di balyozxaneya DYA-yê de wek karmendekî dest bi kar dike. Ew erebî fêr dibe. Loma jî, ji wî re balyozekî “arabîst” tê gotin. Ew di dema darbeya 28ê Sibatê de (1997) li încîrlîkê wezîfadar e, ji generalên tirk û amerîkayî re li herêma kurd ya ku ji rejîma seddamî re hatibû qedexe kirin de, şewirmenî dike. Wê demê ji bona ku “pirsa kurd” çareser bibe û ji bona ku Tirkiyeyê di çarçeweya Yekîtiya Ewrupayê de reformên demokratîk pêk bîne, hewil dide. Wê demê tirkî jî fêr dibe. Di Tebaxa 1996-an de dema ku di navbeyna PDK û YNKê de şer pêk hat, Seddam ji PDKê re bû alîkar gelek kurdên Başurê Kurdistanê li tuxubên Tirkiyeyê civîyan. Wê demê di alîkariya mirovî de wezîfe digre. Ew ji gruba muxalîf ya Kongreya Milî ya Iraqê re dibe alîkar ku ew biçin li Engilîstanê bi cih bibin û li hemberî Seddam bikevin nav têkoşînê.

Kongreya DYA-yê di sala 1998-an de Qanuna Rizgariya Iraqê pejirand. Wê demê Jemîs Jefrî di vê çarçeweyê de wezîfe girt ser milên xwe. Girêdayî serok Clînton û wezîra karên derve Madeleînê Albrightê kar kir.

Ew li Iraqê piştgirê Dewleta Federal ya demokratîk, li Kurdistanê piştgirê dewleta federal bû. Li Tirkiyeyê jî di wê baweriyê de bû ku li hemberî PKKê bi şer qezençkirin mimkun nîne, ew di wê baweriyê de bû ku “pirsa kurd” dê bi demokrasiyeke fireh û zêde çareser bibe. Yanî dema ku kurd di çarçeweya mafên kollektîf de xwe bi tirkan re wekhev hîs bikin, wê demê li hemberî PKKê gav avêtin û serketin mimkun e.

*****

Aşkere ye ku Jemis Jefrî, di “pirsa kurd” ya Tirkiyeyê de jî dîplomateqî erênî ye. Ev reya Dr. Mehmud Osman, dibe ku helwesta Jemîs Jefrî dê di derbarê pirsa Bakurê Kurditanê de negatîf be, ji eniya PKKê de rast e.

Lewra Jemîs Jefrî, gelek aşkere ye, ku di derbarê PKKê de dê siyaseta DYA-yê bimeşîne. Baş tê zanîn ku DYA-yê, PKKê, wek rêxistineke terorîst ya barbar terîf dike. Ev nerîna DYA-yê nû jî nîn e. Ev nerîna DYA-yê nerîneke bi dehan salan e. Îro jî ew nerîna wan dom dike. Lewra di sala 2008-an de dema ku Bush û Erdogan hatin cem hev, di derbarê PKKê de gihîştin encamê ku PKKê him dijminê Tirkiyeyê, hem dijminê Iraqê û hem jî dijminê DYA-yê ye. Loma jî divê li hemberî PKKê helwestek û siyaseteke hevbeş bê domandin û dezgeheke hevmişterek bê ava kirin û li hemberî PKKê xebateke hevbeş bê kirin. Encama vê biryarê jî, di destpêkê operasyon û êrîşa leşkerî ya Tirkiyeyê li Başurê Kurdistanê de û xebata sêqolî dest pê kir.

Ev tîfaqa sêqolî ji berpirsiyarên DYA-yê, Tirkiyeyê, Iraqê pêk tê. Ev demên dawî jî, desthilatdariya Dewleta Federe ya Kurdistanê jî, de facto ket nav vê tîfaqê.

Jemîs Jefrî, gelek aşkereyê ku dê li hemberî PKKê dê vê siyasetê bimeşîne. Lê di çarçeweya vê siyasetê de, BDPê ji PKKê dûrxistin jî heye. Loma jî Jemîs Jefrî, dê li hemberî BDPê xwediyê siyaseteke negatîf nebe, dê bi wan re di nav pêwendiyekê de be. Ev peywendiyên li ber reya giştî nebe jî, dê di bi awayên din dom bike.

Lê ji bona ku BDPê girêdayî PKKê xebat dimeşîne û siyaseta wê didomîne, ez ne di baweriyê de me ku Jemîs Jefrî di ev xebata xwe de serbikeve.

Li cem vê yekê ev siyaseta Jemîs Jefrî ya li hemberî PKKê naye wê wateyê ku dê li hemberî hemû kurdên Bakurê Kurdistanê, pirsa neteweya kurd jî wek hevûdu bin.

Jemîs Jefrî, dê li hemberî kurdên Bakurê Kurdistanê jî, siyaseta DYA-yê bimeşîne. Ji dervayî vê ez bawer nakim ku helwesteke wî ya negatîf bibe.

Siyaset û bername DYA-yê, li hemberî Başurê Kurdistanê zelal e û ji aliyê herkesekî ve tê zanîn. Siyaseta DYA-yê li hemberî kurdên Rojavayê-Başurê Kurdistanê û Rojhelata Kurdistanê jî pozîtîf e. DYA-yê ji bona guhertin û demokraîzebûna Îranê û Suriyeyê kurdan girîng dibîne. Bi awayekî bi kurdên wan beşan re xwediyê pêwendî û alîkariyê ye.

DYA-yê li hemberı kurdên Bakurê Kurdistanê xwediyê siyaseteke zelal nebe jî, xwediyê siyaseteke negatîf jî nîn e. DYA-yê, li Tirkiyeyê di çarçeweya mafên kesayetî û qismî grubî de, di çarçeweya demokratîzebûn û endambûna Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrupayê de çareseriyekê dixwaze.

Jemîs Jefrî jî wek balyozê DYA-yê dê xwediyê vê siyaset û helwestê be.

([email protected])

Amed, 05. 07. 2010

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.