بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Li Hember Sîstema SiyasiyaTirkan Pêwendiyên Zanistî û Îdeolojiya Fermî* | Ismail Beşikçi

Li Hember Sîstema SiyasiyaTirkan Pêwendiyên Zanistî û Îdeolojiya Fermî*

Zanist, hewldana têgihîştina gerdûnê û li gerdûnê çi dibe ye. Di vê rê de zanist, diyardeyên çavdêrî dişayisîne(teswîr dike), hîpotezên diyarker yên ku diyarde û pêwendiyên di nava diyardeyan de saz dike, paşê van hîpotezan liser diyardeyan diceribîne.

Şertê bingehîn ê zanistê azadiya îfadeyê ye. Di metoda zanistî de, azadiya îfadeyê, şertekî hem pêwist e, hem jî têrker e. Bê ramana azad, bê rexna azad hilberandina zanîna zanistî ne pêkan e. Azadiya akademîk merceke pêwist û têrker î zanistî nîne.
Ta azadiya îfadeyê nîn be, azadiya akademîk pêk nayê. Azadiya akademîk bes di nava azadiya îfadeyê de, li cihê ku rexneya azad dînamîk dijî, li cihê ku raman bi azadî pêş dikeve pêk tê.

Îdeolojî kategoriyeke ku bi kirinê re, bi baweiyê re têkildar e. Bawerî ramaneke ku bê lêpirsîn tê qebûl kirin. Îdeolojî kategoriyên wek ol in. Têkiliya wan bi bawerî û kirinê re rewşeke ku divê li ber çavan bê girtin. Te’rîfkirina Îdeolojiyê wek “Tevayiya doktirînên ku di mijarên civakî, aborî û polîtîk de tên hilberîn û di nav xwe de lihevkirî ne ye.” nerast e. Ev te’rîf bûut(firehî)a bawerî û fî’la ku di îdeolojiyê de ye vedişêre. Îdeolojî kategoriyeke ku di seferberkirina girseyan berbikirinê de tê bikaranîn. Dirûşme û îdeolojî kategoriyên hev temamker in. Rewşev e ku zanist metodeke ramyarî ye ku dirûşman nagre nav xwe.

Zanîn çi ye? Zanîn, ew tişte ku pêşniyazeke diyardeyî ya têra xwe hatiye piştrast kirin tîne ziman. Pêşniyazên zanistê her dem xwe dispêrin zanînê. Pêşniyazên îdeolojiyê jî, pirê deman xwe naspêrin zanînê, xwe dispêrin qen’et û baweriyê. Derxistina rastî an çewtiya vê jî ne mimkun e.

Di vê nivîsê de, îdeolojî, wek kategoriyeke ramyarî ku hewl dide hiş serobino bike, rastiya civakî û siyasî biguherîne, hin caran tune bihesibîne, hişekî çewt biafirîne li ber çavan tê raxistin. Îdeolojiya fermî jî, îdeolojiyeke ku bi mueyîdeyên îdarî û cezayî tê parastin. Divê bê gotin ku îdeolojiya fermî ne îdeolojiyeke ji rêzê ye, ew îdeolojiye ku bi mueyîdeyên îdarî û cezayî tê parastin. Di îdeolojiyê de, fehma “bi maftirîn, rastirîn em in...” serdest e. Ev baweriyeke ku nayê hejandin, nayê lêpirsîn kirin. Hemû kirin bi armanca vê baweriyê di jiyanê de bi cih kirinê têne kirin.

Îdeolojiya Fermî, Sîstema Siyasî ya Tirkan

Li gor qen’eta min saziya herî girîng a sîstema siyasî ya Tirkan, a rejîma siyasî ya Tirkan îdeolojiya fermî ye. Îdeolojiya fermî bes siyasetê diyarnake. Jiyana ramanê, zanistê û hunerê jî diyardike. Dewletên xwedî îdeolojiya fermî, dewletên demokratîk nînin. Ji vê hêlê de Tirkiye jî dewleteke demokratîk nîne. Hebûna partiyên siyasî û parlamentoyê, ji çar salan carekî çêkirina hilbijartinan, hebûna dadgehan... bo demokratbûna dewletekî nebesin. Gelek diyare ku di dozên siyasî de, dadgeh ji aliyê îdeolojiya fermî ve tên birêve birin, biryarên mehkûmkirinê li gor pêdiviyên îdeolojiya fermî tên dayîn. ‘Eyan beyan e ku îdeolojiya fermî îdeolojiya serdest e. Wek mînak di civakê de îdeolojiya birjuwaziyê îdeolojiyeke ji rêzê ye. Wek mînak, li gor parvekirina hatinê bêterazî bûn, li gor kedxwariyê îdeolojiya birjuwaziyê hûn dikarin rexne bikin. Ji ber van ramanên dibe ku hûn bi mueyîdeyên îdarî û cezayî re rûbirû nemînin. Lê, ji hêla mesela Kurd ve, di mijara mafên Kurdan î ku ji Kurdbûna wan tên de dema hûn birjuwaziyê rexne bikin, mueyîdeyên îdarî û cezayî tên rojevê.

Dema ez dibêjim sîstema siyasî, qesta pêk hatina desthilatdariyê, qesta hêzên siyasiyên ku desthilatdariyê pêk tînin dikim. Dema ez dibêjim rejîma siyasî, ez qesta mijara ku li hember dewletê maf û azadiyên hemwelatiyan çi ne, dikim. Divê bê gotin ku yê vana diyar dike rejîma siyasî ye. Dewlet di çarçoveya îdeolojiya siyasî de, evî wek têgihîştina herî rast, wek zanîna herî rast derdixe pêş. Dewlet dixwaze ku gel, nivîskar, her kes... bi vê bawer bike, li gor van zanînan hewest û tevgerên xwe nîşan bide.

Di benda 26. ya Destûrê de “Azadiya daxuyanî û belavkirina ramanê”, di benda 27. de “Azadiya zanist û hunerê” hatiye nivîsîn. Li vir, “Azadiya zanist û hunerê” wek azadiyeke cuda rêzkirin balê dikşîne. Dema ku di benda 26. de, ji“Azadiya daxuyanî û belavkirina ramanê” behs tê kirin, piştî “Her kes xwedî maf e ku raman û qen’etên xwe bi rêya gotin, nivîs, wêne an bi rêyên din, bi serê xwe an bi komî daxuyîne û belav bike.” dibêje, bi gotina “Dewlet bi welat û netewî bi yekîtiya xwe nayê dabeşkirinê “gelek astengiyan li hember bikaranîna azadiyê dijimêre.

Li gor qen’eta min rêzkirina Azadiya Zanist û Hunerê wek azadiyek cuda bi xwe re şaşiyek tîne. Jixwe, kêmkirin/zêfandin û qedexe di benda 27. de jî hatine jimartin. Ev qedexe û zêfandinan di bendên 130 û 131. de jî di derbarê”Saziyên Perwerdehiya Bilind û Dezgeyên Jor” de (YÖK/SPB) cih digrin. Bi vî cudahiya du alî tê xwestin ku kartêkeriyeke wisa bê afirandin ku “Di hin mercande azadiya îfadeyê dikare bê zêfandin/kêmkirin; lê azadiya zanist û hunerê nikare bê zêfandin.” Lê rastî ew e ku heta bi temamî azadiya îfadeyê tunebe, mecên pêk anîna zanistê tunebe ji azadiya zanistê behs kirin ne mumkun e. Mercên pêk anîna zanistê bes bi azadiya îfafeyê, bi rexneya azad a bêkêmanî û dînamîk pêk tên.

Komeleya Mezûnên Sosyolojiyê
Azadiya Lêkolîn/Lêkolîneriyê

Di vexwendnameya bo çalakiyên 2yê Hezîranê ku KOMSOS/SOMDERê şandiye de îfadeyên wiha cih digrin:

”Li Tirkiyeyê, qanûnên ku azadiya karê lêkolînê biparêzin bi gelemperî ji zanyarên civakî re bi taybetî jî ji civaknasan re ewleyiyê bînin tunene. Heta wek ku di rabirdû de dibû, di roja me ya îro de jî xwendekarên zanista civakî jiber lêkolînên xwe têne “Qurbanî”kirin.
Bi azadî diyarkirina mijara lêkolînê, bi azadî gihîştina amûrên lêkolînê û bikaranîna awan, bi azadî parvekirina, belavkirin, encamên lêkolînan û bo ewleyiya kirdeyên lêkolînê xwedî azadiya veşartina zanînên derbarê wan de û hwd.” divê bo selametiya xebatên wiha zanistî di bin ewlehiya destûrî ya ku bê wê nabe de bin.
“Wekî din azadiya lêkolînê bes ne bo xebatkarên li zanîngehan bo xebatkarên saziyên taybet û giştiyên cûr bi cûr û yên bi awakî serbixwe jî re divê mafekî destûrî be.”

Li vir, pêwistî bi gazinên wek “…azadiya zanyarên civakî, bi taybetî jî azadiya civaknasan ya lêkolînkirinê ne di bin temînata qanûnan de ye...” nîne, pêwistî bi qanûnên wiha jî nîne. Yê muhîm ew e azadiya îfadeyê bê parastin. Bo zanistê bo lêkolînê yê pêwist ev e. Ev merceke hem pêwist e, hem jî têrker e. Divê bê gotin ku têgihîştina azadiya akademîk bo lêkolîna zanistî şert û mercan pêk nayne.

Îfadeyên SOMDER’ê wek “Bi azadî diyarkirina mijara lêkolînê, bi azadî gihîştina amûrên lêkolînê û bi karanîna wan, bi azadî encamên lêkolînê parvekirin, belavkirin...” bêguman di cih de ne.

Zanistên civakî, bes bi rexneya îdeolojiya fermî mumkun
Di dawiya sala 1982yan de, Lijneya Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê, payeya Doktorayê ya Hiqûqê dide Kenan Evrenê lîderê cûntayê, Serok Dewlet, Orgeneralî. Dema Senatoya Zanîngeha Stenbolê ev biryar dide dengan nîşana profesoriya zanîngehê jî lê zêde dike. Lijnaya ser Zanîngehan jî, ev nîşana ha li ser navê hemû Zanîngehên Tirkan û Tiba Leşkeriya Gulhanê jî dipejirîne. Serokê YOKê Prof. Dr. İhsan Doğramacı û Rektorê Zanîngeha Stenbolê Prof. Dr. Cemi Demiroğlu, di civîneke Senatoya Zanîngeha Stenbolê de, cubeyê profesoriya zanîngehê li lîderê cûntayê û Serokdewlet Orgeneral Kenan Evren dikin. Endamên YOKê jî di vê merasîmê de amade ne. Di axaftinên ku tên kirin de, beşdariya Kenan Evrenî ya bo zanistê, meziyetên wî yên sinc/exlaqî dirêj dirên bi pesindan tên zimên.

Dema ku mijarên wek lêkolîn-lêgerîn, zanîngeh, zanîst-îdeolojiya fermî, sinca zanistê, azadiya îfadeyê, rexneya azad bê rojevê sûd di lêkolîna vê bûyerê de heye.

Di derbarê 12ê Îlonê de, di derbarê rêberên 12ê Îlonê de doz hat vekirin. Ev mijareke ku wek kesekî min qet texmîn nedikir pêk bê. Ji 12ê Îlonê, ji Lîderê Cûntayê û Serokdewlet Generalê malnişîn, ji Serokomarê Heftem Kenan Evrenî û ji hevalê doza wî Generalê malnişîn Tahsin Şahinkayayî re doz vekirin, hesapirsîna ji Kenan Evrenî, Tahsin Şahinkayayî di jiyana siyasî ya Tirkan de, di kultura siyasî ya Tirkan de bûyerek pir girîng e.

Ji 12ê Îlonê, ji Kenan Evrenî hesab tê pirsîn. Baş e, emê zanîngehê çi bikin? Saziyeke ku ew qas bi îdeolojiya fermî re girêdayî, çawa dikare zanistê, hiqûqê hilberîne, dadê wê çawa pêk bîne? Payeya doktorayê, nîşana profesoriya zanîngehê dana Kenan Evrenî, bi zanist re, bi zihniyeta zanist re, bi sincê zanistê re bi qasî zere jî pêwendî tune. Pesindana hêzên siyasî, pesindana siyasiyên ku hêz di dest wan de ye, bi exlaqê zanistê re bi metoda zanistê re li hev nake. Ev pêvajo bi metoda zanistê re bi girêdaneke piçûk jî ne pêwendîdar e. Di vê mijarê de dikare li nivîsa bi navê “Çavdêriyên li ser Unîversîteya Tirk” jî bê nêrîn. (www.kurdistan-post.eu, 13ê Çotmeha 2011an)

Paşê hat fam kirin ku dana payeya doktoraya hiqûqê, ji alî Kenan Evrenî ve hatiye xwestin, di vê mijarê de ji serokê YOKê re ferman hatiye kirin. Kenan Evrenî bi gotina “bila neyê zanîn ku ev teklîf ji min hatiye” xwestina wiya parastina nepenîtiyê jî hatiye diyar kirin.

Wek ku pêwist e, ev pêvajo li gor zanist-zanîngeh jî bê lêpirsîn, divê ji hêla Kenan Evrenî ve jî bê lêpirsîn. Heta rutbeya orgeneraliyê bilind bûye. Generalekiye ku hemû nîşan û rutbeyan bidest xistiye. Bûye Serokê Fermandariya Leşkerî, generalekiye ku di vê wazîfeyêde derbe kiriye. Tevî hemî van nîşan û hêza siyasî çima pêwistî bi payeya Doktoriya Hiqûqî dîtiye? Di dema ku xwedî erka fermandayînê ye ji profesoran re, ji saziyên ku profesor, rektor sazdikin re, ji YOKê re, çima îhtiyacî bi nîşaneya profesoriya zanîngehê dîtiye? Di vê rewşê de îhtiyacî bi prestîj û rêzdariyê heye, bi vî re têkildar e. Hêvî dike ku bi van nîşan û payeyan prestîj û rêzê kar bike. Gelo îro, bi rastî jî prestîj û rêza van nîşaneyan heye?

Di Derbarê Sîstema Siyasî ya Tirkan de.

Di van çend salên dawin de, di Dadgehên Cezayê Giran yên xwedî erka taybet de, bi navê doza Ergenekonê, doza Poyrazê doz tên vekirin. Di van dozan de bi piranî generalên malnişîn, serbazên malnişîn/teqawudkirî tên darezandin. Hin general û serbazên wezîfedar jî tên darezandin. Piraniya van generalan girtîne. Di rutbeya orgeneraliyê de jî çi malnişîn çi wezîfedar generalê girtî hene. General û serbaz, bi tewana plankirina darbeyê li hember hikûmeta meşrû, tên darezandin.
Di îdî’aname û dosyeyên dozan de, delîlên ku van îdî’ayan îsbat bikin gelek in. Di lêgerînên ku li malan, li buroyan, li biryargehan hatin kirin de, cûr bi cûr axaftin, belgeyên nivîsî yên bi planên darbeyê ve têkildar hatin desteser kirin. Çekên di bin axê de hatibûn veşartin hatin desteser kirin. Di dema lêpirsîna general û serbazan de, helwesta wan a li hember van belgeyan balê dikşîne. Tu generalek”ev îmze ya min e”nabêje. “Vê belgeyê min amade kir” an “bo amadekirina wê min ferman da”nabêje. Wek mînak di mijara “îmza şil”de, gelek lêkolînên pisporan hatine xwestin. Di dema lêpirsînên generalan de, parastinên wan ên bi awayê“min vî nekir filan general kir” jî balê dikşînin. General û serbaz hemû tiştan înkar dikin. Bi awakî vekirî kesên ku bibêjin“min vî kir”, “fermana amadekirina vê belgeyê min da” tunene. Çima? Çunkî, general û serbaz dizanin karê ku tê kirin çewt e. Hikûmeta AKPê bi îsrar diçe ser vê çewtiyê. General û serbaz jî vê çewtiyê naparêzin.

Dikare wiha jî bê ramîn: Ger general, serbaz bi rastiya kirinên xwe bawer bûna, tevî ku destûr û qanûnan bigotana ev kirinên we sûcin, disa jî jiber wijdanê wan qani’e dikaribûn raman û kirinên xwe biparastana. Bi nekirina vê xuyaye ku bi xwe re jî, bi wijdanê xwe re jî nelihev in.

Em salên 1960an, 70yan, 80yan 90an bifikirin. Ji Kurdan, Kurdîstan û Kurdî behs kirin mueyîdeyên îdarî û cezayî yên giran dihanîn. Lê tevî van mueyîdeyên giran hin nivîskar, lêkolîner, rêxistinan bi îsrar qala Kurd, Kurdî û Kurdîstanê kirin. Di parastinên xwe de wan anîn zimên. Çunkî behsa diyardeyên şênber kirin, înkarnekirina diyardeyên şênber pêwistiyeke metoda zanistê bû. Zanist bi diyardeyan re têkildar e. Divê diyarde wek xwe, bi awakî dirust bên tesbît kirin. Tenê piştî vê tesbîtkirinê hîpotez dikarin bên saz kirin. Tesbîtkirineke ku diyardeyan tune bihesibîne, înkar bike, helbet helwesteke zanistî nîne. Bi piştdana zanistê rewş, têkiliyên ku dewlet înkar dike, tune dihesibîne dikare bê parastin. Helbet ev helwesteke çewt e.

Hûrnêrîna helwestên wiha cuda yên general, serbaz û lêkolînên li ser Kurdan girîng e. Lê rewşek ji vî girîngtir jî heye ku divê bê tesbît kirin. Ew jî ev e: Dewleta Tirkan li ser vê çewtiyê damezriye. Sîstema siyasiya Tirkan, rejîma siyasiya Tirkan, sîstema desthilatdariya Tirkan li ser vê çewtiyê avabûye. Ev rewşeke sîstematîk e. Em bifikirin ku ev general endamên saziyên ku wesayeta leşkerî pêk dihanîn bûn.
Fermanên wan, biryarên wan bes dihatin tetbîq krin, rexnekirina wan qedexe bû. Helbet ev rewşeke nû nîne. Ji Îtîhad Terakî vir ve, ji Teşkîlatê Mexsûsan vir ve tê. Bûye sazî.

Di dewletên modern de helbet xwediyê çekan dewlet e. Dewlet vî mafê xwedîtiyê li gor destûr û qanûnan, bi hiqûqê ve girêdayî bikar tîne. Ev rewşeke meşrû ye. Lê dewletaTirkan evî bi awayek nemeşrû bikar tîne. Dewlet, li hember muxalifan, bi taybetî jî lihember Kurdan bi rêyên nemeşrû çekan bikar tîne. Bi hezaran kuştinên ku tê gortin “Kiryar nediyar”, êdî rasterast diyare ku kiryar dewlet e. Karek girîng yê dewleta nepenî ev bûye. Dewleta veşartî, dewleta kûr, bi awakî nemeşrû, lê hemû derfetên dewletê bikar anî, ew kuştinên ku tê gotin “kiryar nediyar” pêk anî. Xwe dikir dilqê rêxistinên muxalif. Wek mînak qiyafetê PKKyiyan li xwe dikir û mêrkujî dikir. Divê di vê çarçoveyê de JİTEM bête lêkolîn kirin. Tesbîtkirina vê girîng e. Lê yê ji vê girîngtir jî tesbîtkirina aliyê veşartî ye ku taybetiya bingehîn dide dewletê. Dema em dibêjin dewleta veşartî, dewleta kûr, diyar em Teşkîlata Îstîxbarata Milî (MİT)ê qesd nakin. Tê zanîn ku Belgeya Siyaseta Ewleyiya Netewî di ser Destûrê de, bi fi’îlî belgeyek ji Destûrê paye bilindtir e.

Lêkolînên hiqûqa destûra Tirk, lêkolînên zanista siyaseta Tirk, lêkolînên sosyolojiya siyasetê di mijara nedeşîfrekirina vî aliyê veşartiyê dewletê de bi hestiyarî tevdigerin. Saziya îdeolojiya fermî, Belgeya siyasetê ya Ewleyiya Neteweyî, hîn neketiye qada lêkolîna zanistên siyaseta Tirk, zanistên civakî yên Tirk. Têkiliyeke organîk a vana hemî bi pirsa Kurdan, Kurd û Kurdîstan re heye. Pêşî lêgirtina daxuyaniya îfadeyê, pêkotî hemû bo astengkirina dîtin, gengeşe krin û têgihîştina van pêwendiyan e.
Heta salên 1990an sê karên girîng yên dewletê hebûn. Tekoşîna bi Komunîzmê, bi rêxistinê çepgir re, tekoşîna bi şerî’etxwazan re û tekoşîna bi Kurdperweran re. Di dawiya salên 1980yan de, di serê 90an de, bi belavbûna Yekîtiya Sowyetan, bi paşketina komunîzmê re, êdî çepgir bo dewletê wek tehdît nehatin dîtin. Ew AKPya ku îro desthilatdar e, bi rehê xwe di nava wan rêxistinên ku di salên1960an de,70yan de, 80 û 90an de, saziyên wesayeta leşkerî bi wan re tekoşîn dikir, dixwast tune bike, yanî di nava tevgerên rastgir ên olperest de cih digirt. Lê îro karê dewletê herî girîng tekoşîna bi Kurdan re ye. Dewlet, bo Kurdan, zimanê Kurdî, mesela Kurdan paşbixîne di nava hewldaneke pir mezin de ye. Di nava hewldaneke de ye ku dixwaze li hember Kurdan tevgerên çep, çepgiran, tevgerên rastgir, şerî’etxwaz jî bikar bîne.

Di mijara paşvexistina Kurdan, mesela Kurdî de, di navbera organên darazî û unîversîteyan de hevkariyek pir mezin heye. Di salên 1960an, 70yan, 80yan û 90an de, kesên ku qala Kurd û zimanê kurdî dikirin bi mueyîdeyên îdarî cezayiyên pir giran re rûbirû diman. Dozgerên Komarê, Dadgehan ji beşên zanîngehan yên wek Hiqûqa Destûrî, Hiqûqa Cezayî, Hiqûqa giştî, Dîrok, Sosyoloji, Zanistên siyasî, Antropoloji, Îktîsad, Felsefe, Tirkolojî ji wan profesorên di van beşan de wezîfedar bi navê “raporên pisporan” rapor dixwastin. Profesoran jî bi boneya sûc heye an tuneye van pirtûk an nivîsan dixwendin, bi awakî “sûc heye an tuneye” raporan amade dikirin. Van raporan bi piranî “sûc” tesbît dikirin. Di wan serdeman de, xebatên unîversîteyan, profesoran yên “zanistî” î li ser Kurdan, li ser zimanê Kurdî ev bûn. Profesorên ku ji wan re rastgir, çepgir, lîberal, marksîst dihat gotin... vî karî kirine. Dadgehan jî bi riya van raporan biryarên mehkûmiyetê didan. Bi ‘eslê xwe Tirkbûna Kurdan, bi navê kurdî tunebûna zimanek bi xîreta îsbatkirina van tiştan biryarên pêwistekî dihatin nivîsîn. Ev biryarên mehkûmkirinê ji aliyê dadgehên bilind ên sivîl û leşkerî ve di demeke kin de dihatin pejirandin. Tê zanîn ku di navbera Dadgehên ‘Edlî û Dadgehên Leşkerî de an di navbera Dadgehên Ewletiya Dewletê û Dadgehên Cezayê Giran î Xwedî Erkên Taybet de di helwesta ‘eslî de tu cudahî nîne.

Bi sâ’îqeya(xaye) “di navê de sûc heye an tuneye” xwendina pitûkek an nivîsek elbet helwesteke zanistî nîne. Gera li sûcan di nava ramanê de nabe helwesteke zanistî. Zanist metodeke ku divê azadiyek bê sînor bo ramanê biparêze. Bêguman heqaret kirin, nejatperestî, cihêwazî krin bi metoda zanistî re li hev nake. Di hevkariya unîversîte û darizanî de, her du sazî jî bi xwe re, bi prensîbên zanistî û hiqûqî î navnetewî re di nava helwesteke ne li hev kirî de ne.
Divê karê înkar kirin û tune hesibandina Kurdan û zimanê Kurdî ne karê unîversîteyan ne karê profesoran be. Xebata îsbatkirna Tirkbûna Kurdan, tunebûna zimanek bi navê Kurdî divê ne karê dadgehan be. Di ‘eslê xwe de, kirina her du saziyan heman karî ji balê ne dûr e. Karê ku ev her du saziyên bingehîn yên dewletê dikin, li rastiya wan saziyan nayê. Lê li gor sîstema siyasiya Tirkan, rejîma siyasiya Tirkan, sîstema desthilatdariya Tirkan karên pir minasibin. Lê ev kar pê ewlebûn û rêzdariya wan her du saziyan jî kêm dike. Vî karî çewtiyên bingehîn pejirandin, teşwîqkirn û meşrûkirin ji xwe re kiriye armanc. Bi gihîştina hişmendiya vê pêvajoyê re dê pêwendî jî bêne gengeşe kirin.

Di 21ê Mijdara 2004an de, li Qosera naçeya Mêrdînê Uğur Kaymazê 12 salî bi bavê xwe re bi 13 gulehan hat kuştin. Di 9ê Mijdara 2005an de, li Şemzînanê Pirtûkxana Hêvî/ Umut Kitabevi ji aliyê“zarokên baş”ve hat bombe kirin. Di 19ê Çileya 1007an de, Hrant Dinkê Rêveberê Giştî yê Weşana Rojnameya Agosê li ber derê rojnameyê hat kuştin. Ev bombekirin, qetil kirin, di dadgehên Tirkan de çawa hatin darizandin me’lûmê her kesê ye. Ev biryar ewlehiya bi hiqûqê û dadê kêm nake? Ji aliyê din ve jî biryarên van dadgehan yên derbarê zarokên Kurdan ku kevir davêjin de hene. Di pêvajoyên van darizînan de dad dertê? Li vir, fonksîyona darizanê ya meşrûkirina karûbarê desthilata siyasî heye.

Unîversîte, Lêkolîn, Zanist-Îdeolojiya Fermî, Karmendî, Zanyarî

Di Qanûna Xwendina Bilind a 6ê Mijdara 1981an bi jimara 2547an, benda 4. de armanca xwendina bilind bi vî awayî diyar dike:

Benda 4: Armanca Xwendina Bilind:

a) Xwendekarên xwe,

  1. Li gor Înkilab û prensîbên Atatürkî, bi neteweperestiya Atatürk ve girêdayî
  2. Xwedî nirxên netewî, exlaqî, însanî, me’newî çandiya mileta Tirk, bi Tirkiya xwe şeref û kamîranî hest kirin
  3. Feydeya civakê di ser berjewendiyên xwe yên kesî re digre, bi heskirina malbat, welat û milet dagirtiye
  4. Wazîfe û berpirsiyariyên xwe yên Dewleta Komara Tirkiyeyê dizane û vana ji xwe re dike wek tevger
  5. Xwedî hêza ramana azad û zanistî, fikra dinyayek berfireh, mafê mirovan re rêzdar e.
  6. Ji hêla beden, zihîn, gan, sinc û hest ve li hevhatiye, bi awakî tendrustî mezin dibe
  7. Bo perwerdekirina wî wek hemwelatiyek xwedî pîşe ku li gor huner û ‘eleqeya xwe beşdarê geşedana welat bibe û xwe birêvebibe.

b) Bi armanca pirkirina refah û kamiranîya Dewleta Tirk welat û mileta wê ji hev neqete, piştevaniya geşedana aborî, civakî û çandî bike bernameyan disepîne, bo bibe hevparê çêkirox, afrînerê medeniyeta hemdem dixebite

c) Wek saziyên xwendina bilind di asteke bilind de xebat û lêkolînên bilind dikin, zanînê teknolojiyê hildibirînin, daneyên zanistê belav dikin, di qada netewî de piştevaniya pişveçûn û geşedanê kirin, bi hevalkariya saziyên hindir û derve re bûna endamek bijarteyê dinyaya zanistê, beşdarikirina di pêşveçûnên gerdûnî û hemdem de ye.

Bi vê têgihîştinê hilberîna zanistê ne mumkun e. Ev têgihîştin li hember pêşketina ramana lêpirsînkar û afrîner asteng e. Bi vê têgihîştinê tenê ji dewletê re karmend tê perwerde kirin. Yên ji Unîversîteyan mezûn dibin an dixebitin mezûn bibin, zanînên îdeolojiya fermî fêr dibin di burokrasiya dewletê de cih digrin. Bi cih anîna pêwistiyên îdeolojiya fermî bi awayê tê xwestin di burokrasiya dewletê de derfetên bilindbûnê bi destdixe. Lê ev têgihîştin zemînek destdayî bo pêşketina zanistê pêk nayne.

Ji aliyê din ve, ji xwendekaran re tê gotin “Bi Tirkbûnê dilxweşî tê fêrkirin”. Wek mînak ji Kurdan re, ji yên ne Tirk re, dê dilxweşiya Tirkbûnê çawa bête fêrkirin. Behsa heskirina welat, milet û ziman tê kirin. Wek mînak heskirina Kurdan ji Kurdîsatnê ji zimanê Kurdî... ne xwezayî ye? Ev heskirin dê çawa bête asteng kirin? Ev asteng kirin dê bi xwe re nerihetî neyne? Di jiyana siyasiya Tirkan de têgiha “terorê” pir tê bikaranîn. Di ‘eslê xwe de, sedema bingehîn a terorê înkar e. Li hember vê terora dewletê pêşketina bertekê xwezayî ye.

Dema unîversîte tê gotin berya her tiştî saziyek ku rastiyê lêkolîn dike tê ‘eqlê mirovan. Unîversîte saziyek polîtîk nîne. Saziyeke ku rastiyê lêdikole, daneyan bi raya giştî re parvedike, li gor vê xwendekaran perwerde dike. Lê ligor qanûna xwendina bilind a li jor hat diyar kirin, Li Tirkiyeyê dewlet û hikûmet unîversîteyê wek saziyek polîtîk têdigihîjin. Tê xwestin ku unîversîte bibin wek saziyên ku kar û barên desthilatdariya siyasî meşrû dikin. Ne yên ku rastiyan dikolin, tenê ji aliyê desthilata siyasî ve, ji aliyê dewletê ve rastiyên têne diyar kirin bêne tecîl kirin, bê gotin”tek rastî, yekane rastî ev e”...

Di dewletên ku îdeolojiya fermî serdest e, ku jiyana ramanê îdeolojiya fermî diyar dike de, fonksiyoneke wiha ya çapemeniyê jî heye. Çapemenî, di dewletên wiha de, li welat di civatê de, di derbarê bûyeran de ne saziyeke ku agahî dide gel. Di sewletên wiha de, wazifeya çapemeniyê ew e ku dîtin û xwestinên dewletê ragihîjine gel. Di dewletên wiha de, wazîfeyeke çapemeniyê ew e ku weka buroyek teşkîlata îstîxbaratê bixebite. Di mijarên wek mesela Kurdan de, mesela Ermeniyan de, wezîfeya bingehîn a unîversîte û çapemeniyê ev e.

Di Qanûna Xwendina Bilind de, di benda 5. de jî ku navê prensîbên esasî lê ye, heman biryaran dubare dike. Ev bend Wiha ye:

Benda 5 : Xwendinabilind li gor “Prensîbên Esasî”yên li jêr tê plankirin, programkirin û sererast kirin:

a) Ji xwendekaran re li gor prensîb û înkîlabên Atatürkî, bo karkirina hişmendiya xizmeta girêdayî bi neteweperestiya Atatürkî ve perwerdehî tê dayîn.

b) Çanda me ya milî, bi ‘edet û toreyê me ve girêdayî, bi şikl û taybetiyên xasê me di nava çanda gerdûnî de bi parastin pêşve tê birin û hêza yekîtî û bi hev re yî ya milî hêza rih û vînê digre.

…..

ı) Di saziyên xwendina bilind de, di pêvajoya perwerdehiyê de. Dîroka prensîb û înkilabên Atatürkî, zimanê Tirkî, zimanê biyanî dersên mecbûrî ne. Wekî din dersa sporê û ji şaxên hunerên rindî yek jî wek dersa mecbûrê tê program kirin û îcra kirin.

Dema li dewletê an li civatê qeyranên siyasî bên dîtin, bi zelalî xuyadibe ku dewlet girîngî dide kîjan saziyan, dixwaze çi biguhere çi neguhere. Kişandina zanista civakî bi bal berjewendiyên siyasî ve mijareke bingehîn e ku her dem dewlet li ser radiweste. Di vê mijarê de guherîn nayê xwestin. Di pêvajoya 12ê Îlonê de, çi di sererast kirina destûrê de, çi ji di hevdîtinên qanûnên bingehîn de, di vê çarçoveyê de hatine bipêşxistin.
Li gor vê nêrînê serdemên 27ê Gulanê(1960) û12ê Adarê (1971) jî diber çav re derbaskrirn bi feyde ye. Di serdemên qeyranên siyasî û civakî de pêşikiyên bingehîn yên dewletê jî dertên holê. Zanînên ku li gor berjewendiyên siyasî hatine manîpule kirin, diyare ku dê zanînên munasibê dîtina fermiya dewletê bin. Vê zanînê bêlêpirsîn wek zanînek biewle, zaninek zanistî qebûl kirin çewt e.

Helwesta Dewletê ya li Hember zanistên Civakî û Zanyarên Civakî

Dewletê herdem ji zanistên civakî û zanyarên civakî guman kiriye. Her dem, di nava hewldanê ku xwestiye zanistên civakî û zanyarên civakî di bin kontrolê de bigre bûye.
Li gor zîhniyeta xwe, yanî munasibê îdeolojiya fermî xwestiye zanistên civakî biafirîne, bo afirandina zanyarên civakiyên di bin sîwana îdeolojiya fermî de hewldaneke girîng bûye. Dewletê di vê rê de, bo zêfandina azadiya ramanê, bo çewsandina ramana azad her cure tedbîr difikire û disepîne/tetbîq dike. Di vê mijarê de, unîversîte saziyeke ku bêqeyd û sînor îdeolojiya fermî diparêze û fermanên wê tîne cih. Nivîsa Li Hember Lêkolîneke Zanistî Hevkariya Unîversîteyê û Polîsan, balkêş e. Bo vê nivîsê Bnr. İsmail Beşikçi, Li Ser Civaka Kurd, (Nivîsên berî 1971an ) Yurt-Kitêp-Weşan, Nîsan 1993, r.63-73 Bo asteng kirina lêkolînê gayret û îxbara unîversîteyê balê dikşîne.

Di75 salên dawîn de, zanyarên civakî, bi taybetî zanistên civakî, sosyolog bi mueyîdeyên dewletê yên îdarî û cezayî î cûr bi cûr re rûbirû mane. Mirov dikare girîngên vana bi vî awayî rêz bike: “Di salên 1940an de, li zanîngeha Enqerê di fakulteya Ziman û Dîrok-Erdnîgarî de rûdawên pêk tên nirxandina wan girîng e. Di vê serdemê de, civaknasên wek Behice Boran, Niyazi Berkes, Pertev Naili Boratav, Muzaffer Şerif ji zanîngehê hatin avêtin. Di dawiya salên 1960an de, di dema rejîma 12ê Adarê de, piştî çewsandinên li ser Oya Baydarê û hevalên wê hin asîstan ji wezîfeyê hatin avêtin. Ez jî yek ji van asîstanan im. Ji ber vî awayî wê mînaka ku min li jor anî zimên balkêş e. Pêla sêyem jî, di dawiya salên 1990an de, di salên 2000an de, çewsandinên li hember Pınar Selekê ne.(Bi vê mijarê re têkildar Bnr. Niyazi Berkes, Salên Jibîrbûyî, amadekar Ruşen Sezer, weşanên İletişimê, Stenbol, Adara 1997, Mete Çetik, Li Unîversîteyê Sîtila Cadûyan Parastina Pertev N. Boratavî, Weşana Weqfa tarîxê, Stenbol, 1998

Piştê 27ê Gulanê (1960), bi gelemperî ji unîversîteyan re mudaxele hatiye kirin. Bûyera 147an... 147 kes piştî mueyîda îdarî di sala 1962 hat rakirin, yanî piştê sal û nîvek vegeriyan unîversîteyê.

Rejîma 12ê Adarê(1971) Li Unîversîteya Teknîkî ya Rojhilatanavîn(ODTÜ) Serokê beşa sosyolojiyê Prof. Dr. Mübeccel Kıray beşê jî ji hev bela dike. Civaknasê Guherînê û Civaka Diguhere Mübeccel Kıray, Amadekarê weşanê Sezgin Tüzün, Weşanên Bağlamê, Stenbol, 2012, Hevpeyvîna bi Mübeccel Kırayî re “Min Di Jiyana Xwe de Qet li Dû Xwe Nenêrî”, weşanên Bağlamê, Stenbol, 2001

Di serdema 12ê Îlonê de(1980) bi navê 1402’yî ku unîversîteyan jî digre nava xwe çewsandineke din jî heye.1402’yî jî bi biryara dadgeha bilind vegerîn unîversîteyê an vegerîn karmendiyê.

Di Pêwendiyên Dewlet-Universiteyan de Zimanê Universiteyê

Di 1933yan de, Darulfunûn û saziyên pê ve hatin girtin û unîversîte hatiye sazkirin. Piştî vê dîrokê di navbera salên 1943-1946an de, rêveberên unîversîteyê wek rektor û mamosteyên unîversîteyê di pêwendiyên xwe yên bi dewlet û Hikûmetê re zimanekî xweşkirinê tê axaftin. Li hember riveberên dewlet û hikûmetê pesnên mezin tên dayîn. Zimanekî telebkar nîne zimanekî lavayiyan serdest e.

Di 1946an de, bi qanûna 4936an ku xweseriya unîversîteyan bi xwe re dihanî gelo guherînek li ser zimên çêbû an na li gor qen’eta min divê bê lêkolîn kirin.

Piştî 27ê Gulanê (1960), yanî di serdema derbeyê de, zimanê di navbera rêveberên unîversîteyan general û serbazên derbekar de guherî an ne guherî rewşeke ku dîsa divê bê te lêkolîn kirin. Wek mînak rektoran dema pirsgirêkek bi rêveberên dewlet û hikûmetê re, bi cûnteyê an endamên cûntayê re parvedikirin zimanek çawa bikar dihanîn? Zimanek ku daxwaz dikir, mafên xwe dihanî zimên, an zimanek lavekar serdest bû?

Di serdema 12ê Adarê(1971) de, di 1973 de qanûna unîversîteyan nû ya 1750 hat qebûl kirin. Di rejîma 12ê Îlonê(1980) de jî, di 1981an de, Qanûna Xwendekariyabilind a (YOKê) 2547 hat qebûl kirin. Di van hemû serdeman de, divê zimanê ku rêveberên unîversîteyan di pêvendiyên xwe yên bi dewlet û hikûmetê re de bikar anîne mijarek girîng ku bête lêkolîn kirin.

Tekoşîna bi Îdeolojiya Fermî re Tekoşîneke ku Pêwistiya Wê bi Helwesteke Durust Heye

Divê îdeolojiya fermî bi metoda zanistî bê rexnekirin. Bi îdeolojiya fermî re rêya herî bi bandor a tekişînê ev e. Ev tekoşîn bi qasî zanînê, heta ji zanînê bêtir helwestek durust divê. Dewlet, hin rastiyên civakiyên şênber înkar dike, diyare ku diyardeya şênber, li diyardeyên hemûyan bandor dike û ji hemûyan jî dikeve bin bandorê. Dewletê, axaftinên li hember îdeolojiya fermî, nivîsên li hember îdeolojiya fermî bi mueyîdeyên îdarî û cezayî ve girêdane. Ev çewsandinên xwe bi awayek bi biryar û sîstematîk dike meriyetê/pêk tîne... Di van mercan de lêkolînerek divê helwestek çawa pêk bîne? Meseleya bingehîn ev e?

*Ji aliyê SOMDERê (Sosyoloji Mezunları Derneği/Komeleya Mezûnên Sosyolojiyê) ve di 2yê Hezîrana 2012an de li Stenbolê panela bi navê Azadiya Lêkolîn/Lêkolîneran hat li darxistin. Ev nivîsa axaftina Mamoste ye.
Panelîstên din Prof. Dr. İbrahim Kaboğlu, Prof. Dr. Zeynep Gambetti, Kiraz Özdoğan bûn. Panelê Mustafa Eren birêvebir.

Werger ji alîyê Mamoste Ahmed Kanî ve hatîye kirin.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.