بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Sorgul

Dilo rabe çi mizgînî!
Mi bihîst ma tu nebînî?!
Ne sawêr e, ma tu dînî?!
Gula li baxa sorgul e,
Gulê tenê rengê xwînê
Ji nav gulan xwînşêrînê
Bi nazdarî bi evînê
Gula li baxa sorgul e
Şebnem li rû wek çira ye
Şewqa hilat çir-çira ye
Çirîska zêr û dira ye
Gula li baxa sorgul e
Li hev hatî keça bava
Li her dem û hemû gava
Giriftarê tor û dava
Gula li baxa sorgul e
Ketim tora vê dilberê
Dilo bêje te go erê?!.
Evîndar im vîna berê
Gula li baxa sorgul e.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.