Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 6 December 2008

STENBOL, 6/12 2008 — Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî bi rêya aboqatên xwe duhî got meseleya peymana Lozanê ji bo tirkan safî bûye û çûye û got divêt kurd jî wê peymana îxanetê ya li hemberî miletê kurd qebûl bikin û got divêt Kerkûk û Mûsil jî li gor “Misak-i milli“ bibin bajarên Tirkiyeyê.

Abdullah Ocalanî wekî hemî caran kemalîzm û Mustafa Kemal Ataturk parast û got ew bi xwe ji bo “kurdên Trikiyeyê“ jî ti dewletan naxwaze û tenê konfederalîzma “rêxistinên demokratîk“ dixwaze ko ew jî karê dernekçîtiyê ye û ne daxwaza desthilat yan welateka cida ye.

Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî got bila Kurdistana binxetê bi Tirkiyeyê ve bêt girêdan û di heqê başûrê Kurdistanê de jî got jixwe ew dikeve nêv tixûbên “Misak-i milli“ yê Tirkiyeyê û bila Kerkûk û Mûsil bibin bajarên Tirkiyeyê.

Miletê kurd peymana Lozanê wekî peymaneka îxanetê ya li hemberî xwe dihesibîne û Abdullah Ocalanî bi aşkerayî got bila kurd wê peymanê qebûl bikin û got:

— Ya ko esas ez dixwazim bibêjim Lozana kurdan e. Dema ko [tirk] çûn Lozanê wan du parlamenterên kurd bi xwe re birin. Li wêderê wan got “em wekî nûnerên tirkan û kurdan li vêderê ne“ lê belê paşê ya pêwist nehat kirin. Ji aliyê tirkan ve Lozan temam bûye. Ji aliyê kurdan ve jî divêt îro ew temam bibe. Ez ji vê re dibêjim Lozana didoyê yan jî prosesa temambûna Lozanê. Temambûna Lozanê dê bi demokratîzekirina Cumhuriyetê çêbe. Dema ko ez behsa konfederalîzmê dikim hinek wê xelet tefsîr dikin û dibêjin dewleta neteweyî [ya tirkan] û dewleta parçenebar dê parçe bibe. Ez ne li dijî Cumhuriyetê me jî.

— Mebesta min ji konfederalîzmê bo Sûriye, Îran, Iraq û Tirkiyeyê ye. Heger Sûriye tevlî wê nebe jî kurdên Sûriyeyê û Îran jî dikare bikeve nêv vê bihevrebûnê. Konfederalîzm ji bo kurdên li Tirkiyeyê [ne Kurdistana Tirkiyeyê] formê xweorganîzekirina demokratîk e, ne dewleteka cida ye. Bi Lozanê Cumhuriyet ava bû. Bi konfederalîzmê nêveroka wê dê bêt dagirtin, mafên kurdan dê bên nas kirin. Û bi vî awayî dê Lozan temam bibe. Mûsil û Kerkûk jî di nêv “Misak-i milli“ de bû. Ez wan jî tevlî konfederalîzmê dikim. Misak-i milli giring e. Li vêderê têt gotin ko dê rêz ji mafên kurdan re bêt girtin. Kurdan nedixwest cida bibin. Bi zorê [ingilîzan] ew cida kirin. Mebesta min mafên kurdan e. Çawa osmaniyan şeşsed salan ev herêm wekî hêzekê îdare kiribe, heger çareseriyeka wiha bêt pêşde birin Cumhuriyet jî dikare pêşengiya vê bike û bide berdewam kirin.

Abdullah Ocalanî gelek rexne li ingilîzan girt û ingilîz ji bo Kerkûkê û Mûsilê tawanbar kirin û got sebebê ko Kerkûk û Mûsil neketin nêv tixûbên Tirkiyeyê ingilîz bûn.

Divêt mirov ji bîr neke ko hemî gotinên Abdullah Ocalanî bi rizamendiya hêzên kûr yên dewleta tirkan belav dibin û ev gotinên wî temsîla fikra hinek hêzên Trikiyeyê dikin û ne yên şexsê wî bi xwe tenê ne.

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.