[center]
[b]Tirkiyê bû endamê Konseya Ewlekariya UN ê[/b]
[img]http://www.un.org/esa/socdev/unpfii/media/images/UN-LOGO%20copy.jpg[/im…]
Tirkiyê ji herêma Ewropayê bibû namzêtê endametiya Konseya Ewlekariyê ya Yekîtiya Milletan-UN. Di hilbijartina ku li ser pirsê pêk hat, bi 151 dengan weke endamê konseyê hate hilbijartin.
Di heman komê de Izlanda û Awusturya jî bûbûn berendam. Awusturya bi 132 dengan bû endamê konseyê. Lê Izlanda nêgihişt sînorê 128 an, anku 87 deng girtin û nehate hilbijartin.
Ji herêmên derveyî Ewropayê, ji Efrîkayê Uganda, ji Emerîka Latînî Meksîko, û ji Asyayê Japan mîna endamên nû hatin hilbijartin.
Endametiya Tirkiyê ya 2009-2010 di serê sala nû de dest pê dike. Tirkiyê bi şêweyekî fermî berendamitiya xwe di 2003 an de diyar kiribû.
[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]