Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 1 September 2008

avkanî www.netewe.com

KURD 1

Mamedê Dêrikî

Dem: 19 Tebax 2008 Seşemi

Em Kurd ên di bin dagirîya Tirkî de, bi salane ku em di bêrî ya (hesret a) radyo û televizyonekê de bûn. Dê û bav, dapîr û bapîrên me di wê hesretê de çûn.

Dapîr û bapîrên me qala radyo ya Erîvanê dikirin; Ku ji bona nûçeyekê, ji bona stranekê, bi rojan, bi saetan li benda wê rojê û wê saetê bûn, ku li nûçeyekê anjî li straneke Kurdi guhdarî bikin...

Îro li Tirkîyê bi hezaran radyo û bi sedan jî televizyon hene. Mixabîn, hîn jî radyo û televîzyonê ku weşanê seranser bi Kurdi dikin tuneye. Lê belê guherînek berbiçav heye. Ji bona vê guherînê zûtir û baştir bike jî berxwedanek bihêz pêwîste.

Nûha, ji me re ango ji bona bakurê Kurdistanê re, ji pêdivî ya radyo û televizyonan bêtir, berxwedana li hember asimilsyon û otoasimilasyonê girîngtire ez bawerim.

Ji xwe pêdivîya radyo û televîzyonên bi xêra stalayta ji holê radibe. Bi xêra vê stalaytan bû, ku cara yekem televizyonek bi Kurdi, Med TV. dest bi weşanê kir. (1995) Dûvre Medya TV, Kurdistan TV, Kurdsat, Zagros Mezopotamya TV, Roj TV. û pirr bûne û Xwedê bêtir zêde bike!

Vêga yeka nû jî li wan zêde bû; Kurd1 Kurd 1, van rojana weşanê xwe ya ezmûnî (test) dike û inşallah ewê zû dest bi weşanê xwe ya resen bike.

Di fragman ê programên Kurd1 ê de, çend gotina bala min kişandin û kêfa min jî jê re hat. Weke ku pêşkeşvanek dibê: “Zarokno, kes we nabe sinemayê, emê sinemayê binin mala we“ Rêzdar Şivan Perwer Jî dibê: “ ... Kurd1 Televizyonek serbixwe ye, lê Kurdistanî ye. Televizyonek nû ye, nûjenî ye“ Brêz Kendal Nezan jî dibêje: “ Kurd1 Televizyonek serbixwe ye û televiztona sedsala 21ê ye“ Û gotina dawyê jî dibêje: “Jiyan, bi Kurdî xweşe“ Weleh raste. Jiyan, bi Kurdî xweşe!...

Belê televizyonek serbixwe û nûjen lazime. Yanî, ji bilî siyasetê, ji gelê Kurd re televizyonek li gora çanda populer weşanê bike divê. Ji ber ku, di televizyonên niha ku henin, pirraniya wan niqaşên siyasî û dirêj bi zimanekî giran dikin. Ev jî ciwanan aciz dike û ji zimanê Kurdî sar dike. Ji xwe, zarok û ciwan ji ziman bidûrkevin, hêdî, hêdi ewê ji doza netewî jî dûr bikevin.

Ciwanên Kurd, ji xwe re model û hezkirî ya di rêze filmê nijadperestên Tirk de dibînin.

Niha li Bakur, Zarokên Kurd, ciwanên Kurd ji çanda xwe, ji gelê xwe û ya herî girîng jî ji zimanê xwe bi dûr ketinin/dikevin. Lazime ku rê li ber vê bê girtin.

Televizyonek ku, programên balkêş ji bona ciwanan û ji bona zarokan çêbikin; Film, rêze fîlm, programên sporê, bi taybetî jî futbolê, konser, magazin û hwd. Bi zimanekî xweş nîşan bidin. Lê bi taybet girîngî yê bide zimanê Kurdmancî û Dimilî ji ber ku li bakur ziman êdî zarok û ciwan pê naaxivin. Bi vî zimanê dewlemend, xweş û pîroz...

Bi xêr hat TV Kurd1

Di bîr û baweryêde, Kurda bike yek parçe. Bike yek dil û çê bûn... Û Kurd yek(in)

08/08/2008

[email protected]

Mamedê Dêrikî
[email protected]

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.