[b]Koma Çar Newa bi strana xweyî “Taxa Jêrê“ dilê me (ser) xweş kir.[/b]
[img]http://img247.imageshack.us/img247/41/carnewafl8.jpg[/img]
Muzik birastî dermanê ruhê me ye. Gelek caran bi muzîkê em xwe rehet dikin, û carnan pê dilxweş dikin.
Ji ber ku niha gelek komên muzîkan, hunermendan hene mirov dikarê muzîkê li gorî tarza xwe, li gorî sere xwe bineqîne.
Yek ji wan komên pîroz koma Çar Newa ye. Dengbêjên grubê bê şîrove ne. Di Roj
Tv de, di programa Kawa de beşdar bûn û strana nemir Ahmet Kaya gotin bi kurdî, eslê xwe bi tirkî ye. Di hundirê malê de civat û atmosferek gelek xweş hebû, herkesî dev ji civatê berda dengê Tv´ ye hildan û dest bi guhdarîya koma Çar Newa kirin.
Strana pêşî jixwe “Taxa Jêrê“ ya nemir Kaya bû. Gelek xweş hat şîrove kirin, lê belê muzîk ne xurt bû, ango heqê stranê ne didanê. Ew jî dibe ku gelek înstrumanên Ewrûpî tedabûn ji ber wê yekê, û dengê înstrûmanan li hev ne dihat. Bi giştî stran mirov dikare bêje “prof“ bû.
Em hêvîdarin ku Koma Çar Newa xebatên wisa pîroz pêşkeşî gelê me bike. Koma Çar Newa gelek xwedî tecrûbe ye. Koma Çar Newa bi fikrê min gelek bala kurdan dikşîne, bi taybetî ciwanan, ez li ser navê ciwanên kurd serkeftinê ji Koma Çar Newa re dixwazim. Hêvîdarim xebatên we wisan xurt berdewam bike.
[b]Aran Perînas[/b]
Eurokurd.net / Rositav.com
_______________________________________
[b]TÊBÎNÎ:[/b] Rojbas, ev nivis analizek e. Ji kereme xwe re di cand u henere de biwesinin u sernivise negherin...spas
aran