Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 7 August 2008

[center][size=large][color=#990000][b]Fonda Pêşdabirina Kultura Kurdî li Moskow[/b][/color][/size][/center]

[center][img]http://www.saradistribution.com/temxel.jpg[/img][/center]
[center][b]Têmûrê Xelîl MÛRADOV[/b][/center]

Seroka Fonda pêşdabirina kûltûra kurdî li Moskow Nadya Miraz Koçoî di malpera fondê da, ya www.kurdish.ru înformasyonek çap kirîye derheqa kar û barên vê fondê da, ku yek ji wan jî dersên zimanê kurdî ne. Em wê înformasyonê bê guhartin raberî xwendevanên xwe dikin.

[b]Heval û hogirên delal![/b]

Em dixwezin çavronahîyê bidine we. Li Moskvayê bi serkarîya Nadya Koçoî Fonda Kûltûra kurdan hatîye sazkirinê. Ewê her car bona we sêmînaran bide derbazkirinê, civînan bide teşkîlkirinê derheqa erf-edet, zargotin, ziman, edebîyeta miletê me da.
Lê karê fondê yê sereke wê hînkirina zimanê kurdî be. Emê her heftê roja yekşemê (ledê), her caran sê sehetan dersên zimanê kurdî bidin ji zarên 7 salî destpêkirî heta 70 salî: sehetek bona zarên 7 heta 12 salî, sehetek bona xort û keçên ji 13 heta 17 salî, sehetek jî bona mezinan. Armanca me ya sereke ew nîne, ku em we hînî zimanê kurdî, zaravê kurmancî bikin. Em bawer in, ku hûn zimanê kal û bavan rind zanin. Meremê me ew e, ku em we hînî xwendina û nivîsara kurmancî bikin.

Dersdarê van kûrsan Têmûrê Xelîl e, ku gelek salan di rojnameya “Rya teze“, radyoya kurdî ya Rewanê, rojnameya kurdî “Golos kûrda“, kovara kurdî “Roja nu“ da kar kirîye, niha jî di radyoya para kurdî ya “Dengê Rûsîya“ da li Moskvayê dixebite.

Emê cara pêşin 24ê meha tebaxê (avgûstê), seheta 2an (14.00an) berev bin. Kê ku dixweze zimanê dayka xwe rind hîn bibe, bikaribe bi wî zimanê şîrin binivîse û bixûne, kerem bikin wê rojê werine mêvanîya me.

Navnîşana me ev e: Moskva, kûça Pyatnîtskaya 8, qatê 3an. (Rex stasyonên mêtroyê yên bi navên “Novokûzneskaya“ û “Tretyakovskaya“).

Têlêfonên me ev in: 89265463561, Nadya Koçoî û 89264083438, Têmûrê Xelîl.

E-mailên me ev in: [email protected]
û [email protected] Sayta (malper) me jî ev e: www.kurdish.ru

http://www.kurdish.ru/

Koma govendê a GOVENDAKÎ bo hemu miroven ku li wir dijin hatiye damezirandin. Em e hînî govendên Kurdî ên ji tevekên Kurdistanê bibin û li ser wateya wan hûr bibin. Em dixwazin di rêya govendê de hevûdî, serpêhatîyên hev û rengê jiyana hevûdin nasbikin. Govend zimanekî gerdunî ê ku mirovan bi hev re girê dide. Govenda me bo destpêkan, zaneyan, jin û mêr, kal û xortan e. http://govendakurdi.blogspot.de/

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.