Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 1 August 2008

[b]Rojbaş...[/b]

- Hejmara nû ya rojnameya Agirî belav bû...
- Goran Candan bi dosyek nû li ser pirsa ziman bi we re ye, fermo beşê 1 em...
- Cankurd bi nivîsek nû bi we re ye...

Silav u rêz

[b]Zarathustra News[/b], Stockholm

[center][color=#990000][b]* * *[/b][/color][/center]

[center][color=#990000][b][size=large]PIRS Û GELŞÊN ZIMAN PIRSEKE REWŞENBÎRÎ YE -1-[/size][/b][/color][/center]

[center][img]http://img297.imageshack.us/img297/7862/gorancandanhg6.jpg[/img][/center]
[center][i][b]Goran Candan[/b][/i][/center]

[b]Li ser Gelşên Zimanê Kurdî û Guftûgoyên Heman Mijarî[/b]

Kurd ku ji van doman û qonaxên serûbinbûnî ya civakî derbas bûne, dîsan zimanê xwe winda ne kirine. Her çend ku li warê serbestiya bi karhanîna zimên, em kurd ji tevaya gel û milletên dinê, bi çendî çar-pênc nifş jî li pey mane, dîsan zimanê me, zimanê kurdî jiyaye. Em dikarin her wisan bibêjin, ku ta zimanê kurdî ber bi pêş ve jî çûye. Zimanê Înternet'ê ya kurdî ji bo vê nimûneyek balkêş û berçavî ye.

Ango heger em bi kurtî bihênin ser zimên; di warê zimanî de, em kurd, me tiştek winda ne kiriye. Tiştê ku me winda kiriye, çend qonax û derfetên bi karhanîna zimanî ya çend deh salan bûne û hew. Ev jî, bi tundî li bakurê welêt, li vî perçeyê ku tirk li ser desthilatdar bûne, rû daye.

Her kes dizane ku heger kêm û bi sînor be jî, hem li rohilata Kurdistanê (Îran) û hem jî li başûrê Kurdistanê (Iraq) serbestiya zimanê zikmakî ya perwerdeyî, her û her hebûye. Her çend li perçeyê roavayê Kurdistanê (Sûrî) wek li bakurê Kurdistanê ev maf tune bû jî, dîsan zext û zora dewleta Beesî ya li ser kurdên roavê, ne wek zext û zora tund û bi sîstematîkî ya wek li ser kurdên bakurê welêt gran bû.

Encama van gotinan ev e, ku ji bilî bakurê Kurdistanê, li deverên mayî yên Kurdistanê, kurd ji binî mafê bi karhanîna zimanê xwe ji dest ne dane. Sivikkirina tawanên dagîrkerên Kurdistanê ne mebesta me ye, lê heger kesek ji me heye, ku li hevberî van gotinan derdikeve, bila biferme were ber bi pêş ve. Ma ne welê bû ku Seddamê dîktator jî, rê dida derxistina govar, rojname û weşandina radyoya kurdî? Ma ne welê bû ku wan melleyên orangûtan ên ku Îranê bi rê ve dibirin, rê didan heman serbestiyê û li roavayê Kurdistanê jî serbestiyek bi karhanîna zimanê rojane ya kurdî li wir hebû?

Vêca me naskirina serencama vê biwarê gerek e. Ev jî bi kurtî ew e ku bizava rewşenbîriya kurdî rola xwe tam cî bi cî ne kiriye. Bêguman sedemên vê jî astengên ramyarî bûn. Mirov dikare rûber û muqayesekirinek welê bike. Heger lokomotîf ne be, vagonên trênê bi rê na kevin ji xwe ber. Derfet ji serkêşî û birêvebirinek bi zanetî re çi car ne hatiye dayin. Ji lew re ev gelş û pirsên ku em tê de ne pirr suruştî û normal in.

Ji ber ku van sih (30) salên dawî, bizava rewşenbîriya kurdî, bi tundî li nav liv û tevgerê ye, loma î roj em li ser pirsên zimanê kurdî hûr bûne û em li ser mijarê guftûgoyên tund dikin.

Pêşemîn gelş û pirsên zimanê kurdî, ku î roj ji hêla ronakbîriya kurdî ve dihêne destnîşankirinê ev in:

[b]A - Pirsa bi Karhanîna alfabeyekê
B - Pirsa Zaravayên kurdî
C - Pirsa Yekkirina zimanê kurdî[/b]

Bi ya me ev her sê xal jî tek û yek xal e: ango pirsa Pêşveçûna Zimanê Kurdî ye.
Her bi çi awayî dibe bila bibe, gava ku li ser van xalên A,B,C pêşketin hat dîtin, hingê zimanê kurdî jî bi şêweyek ji xwe ber (otomatîkî) hildipişke ber bi pêş ve.

Pêşketina zimanê kurdî jî bi şêweyek suruştî çareserkirina pirsgirêkên li pêş pêşketina zimanê kurdî yên wek li jêr (A,B,C) nimandî ye. Loma ev çareserî bi riya xebatên rewşenbîrî dibin.
Loma ji ber vê yekê pirsa zimanê kurdî pirsek rewşenbîrî ye. Çi hêz ni kare rê li ber zimanê kurdî bigire, heger em bi xwe riya pêşveçûna zimanê xwe dûr û dirêj û bi asteng ne kin!

Heger em bi şêweyek aşkere û vekirî bibêjin, rastî ev e, ku çi pirsên dinê li pêş zimanê kurdî nîn in, ji bilî vê pirsa rewşenbîriyê.
Gava bizava reşenbîriya kurdî rê û azîneyek (metod) ji bo çareserkirina gelşên pêşketina zimanê kurdî peyda kir, ew roj bizava rewşenbîriya kurdî rola xwe leyistiye.

[b]Encam[/b]

[i][b]A - Pirsa bi karhanîna alfabeyekê :[/b][/i]
Ev pirs jî pirsek rewşenbîrî ye bêguman. Li nav rojekê çareser na be. Jê re dem divêt. Me welê bawerî heye, ku bi karhanîna alfabeyekê ne gerek e jî. Rewşenbîr ji xwe her du alfebayan (erebî, latînî) dizanin. Rewşenbîrê ni zane, ev li gor bîr û baweriya me kêmasiyek kesane ye. Divêt ew kes (rewşenbîr) xwe fêrî alfabeya erebî/latînî bike. Heger ew rewşenbîrên bi pirs û gelşên zimanê xwe mijûl dibin, bi her du alfabeyan ni zanibin, ev çawa pîsporî ye, em tê na gehên. Rewşenbîrên her du aliyan jî gerek e kupirs û gelşên zimanî baş binasin. Du caran dudo dike çar - bê lam û cîm.

Lê heger xebatek zanistî ya ji bo yekkirinekê ya li pêşerojê dest pê bike, ev bêguman baş e.

Li vir me pirsek grîng heye, gelo alfabeyek kurdî ya li rojgariya mêjûyî kurd bi kar dihanîn tune bû? Hin lêkolînên nuh ên zimanî li ser zimanên gel û milletên kevin ên li Kurdistana mêjûyî jiyane dihêne kirinê û encamên van lêkolînan hêdî û hêdî dihêne ber destê me. Yek ji van lêkolînan dibêje, ku 'ji nivîsên li ser niviştên bizmarî em tê digehin ku li Asya Biçûk li bakurê Mezopotamyayê mişe zimanên kevin hebûne ku xwedî alfabeyên taybet bûne!' (Freidrich 1933, Benedict 1963, Diakonoff 1971).

Em dîsan vegerin roja îroyîn: Me bawerî heye, ku çi car alfabe na be sedem ku du ziman derkeve holê. Ev kêmasiya kesane ye. Ev biwêj û vegotinek pirr bêwate ye. Zimanê kurdî çawa dibe du ziman? Lê gava kes (rewşenbîr) xwe baş fêrî zaravayê xwe û her du alfabeyan bike, wê gavê ew kes dibîne ku cewhera hemû zaravayan ji kok û binyad ve yek e. Ango bila devê xwe bigehînin sêva ser darê, bila ne bêjin ku sêv tahl e.

[i][b]B - Pirsên Zaravayî:[/b][/i]
Ev jî dihêt vê wateyê ku, ew kesên (rewşenbîr), ku bi gelşên zimanî ve mijûl dibin, gerek e devoka (zimanê) xwe bi firehî û kûrahî baş nas bikin. Ji bo nimûne, ez vê encamê ji pêzanîn û tecrubeyên xwe yên kesane jî dinasim. Gava ku kurdek (rewşenbîrek) baş bi devoka (zimanê) xwe bizanibe, hingê (ev garantî ye ku) ew kes (rewşenbîr) ji têgehîştin û ta jî ku ji axiftina zaravayên dinê jî baş serwext dibe. Gava ez Goran Candan,kurdê Amedê bi soranî dixwînim û bi soranî bi alfabeya erebî dinivisînim, piraniya kurdên başûr dibêjin qey Goran kurdê Hewlêrê ye û ne ji Amedê ye! Carinan pêwîstî dibe, ku ez bi tirkî bipeyivim ta ku kurdên başûr hîna bawerî bi min dihênin ku ez kurdê bakur im. Ji ber vê destkeftinê ez ji zaravayê dimilkî (zaza) jî serwext im.

[i][b]C - Pirsa Yekkirina zimanê kurdî:[/b][/i]
Em ji binî vê pirsê pirr bêwate dibînin ji lewre zimanê kurdî ji xwe yek e. Pirsek yekkirinê nîn e. Kî bixwaze jî ni kare zimanê kurdî parçe bike. Her ziman jîndar e û xwedî giyanek (dînamîk) ye. Loma ziman her dem xwe diguherîne û xwe li gor demê dinexşîne, xwe adapte dike. Zimanê kurdî zimanê kurdan e û zimanê kurdî pirr û pirr dewlemend e. Dewlemendiya zimanê kurdî ya bê ser û ber: ji ber pirrbûna zarava û devokên herêmî ve baş dixuye.

[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]

[center][color=#990000][b]* * *[/b][/color][/center]

[center][color=#990000][b] [size=large]“Helbestirana Gulên Mûmdankan“ a Mihemmed Hemo[/size][/b][/color][/center]

[center][img]http://img229.imageshack.us/img229/313/helbestapq8.jpg[/img][/center]

[center][img]http://img229.imageshack.us/img229/4623/cankurdsu7.jpg[/img][/center]
[center][b][i]Cankurd[/i][/b][/center]

“Helbeststirana Gulên Mûmdankan“ ji aliyê hozanvanê Kurdaxî Mihemed Hemo ve, û bisergotinek helbstvanê navdar Letîf Helmet, û bi xemleke xweşika Şahî M. Hemo, li çapxaneya Yad. Silêmanî, îsal di bin jimara fermî (1314-2008) de, wekî nofirka (21) ji zincîra weşanên dezgeha Sema ya çandî û hunerî ya Dubey, derketiye.

Helbestvanê me yê, ku berêjî em bi berhemên xwe yên delal û kîbar, wekî “Seyrana dil di şîna evînê de“ û “Di bin dilovaniya jiyanê de“, dilşad kirine, vê berhemê, wekî wefadarî, diyarî hostayê Kurdayetiyê, hêja Osman Sebrî (APO) dike, ku ne tenê wekî rêberekî mezinê gelê Kurd tê nasîn, belku yek ji mestirîn parêzvanên zimanê nivîskî yê kurdî ye, paş têkçûna tevgera “Xweybûn“ û ta bi dawiya jîna xwe.
Di vir de, emê pir li ser Apê Osman -ciyê wî behişt be- nepeyivin, ji ber ku mijara me niha pirtûka hêja M. Hemo ye, lê wekî hozanvan jî di diyarîkirinê de bi xwe aniye zimên,ku ewji Apê Osman fêr bûye, hem nivîsîna bi tîpên Latînî yên Kurdî û hem jî bingeh û rêzimana Kurdî, û Apo Osman ji bakurê Kurdistanê, ji Adîyamanê bû, lê hikariya “posîdeya“ wî li ser giş nivîskarên navçeya Kurdaxê, ku dikeve rojavayê Helebê, baş xuyaye.

[center][img]http://img297.imageshack.us/img297/4392/osmansebridt8.jpg[/img][/center]

[center]Hostayê Kurdayetiyê Osman Sebrî ([b][color=#990000]Apo[/color][/b])[/center]

Hozanvanê me yê hêja jî ji Kurdaxê ye, wekî nivîskarekî kurdaxî jiyaye, û tevî ku ji hin salan ve li Başûrê Kurdistanê dijî, dîsa jî ji aliyê zimên ve, rêş û şopên zarava Kurdaxê û siya mamhoste Apê Osman di ser teviya vê pirtûkê re, wekî pirtûkên M. Hemo yên berê bi ber çavên xwendevan dikevin.

Hêja hozanvan Letîf Helmet di sergotina pirtûkê de destê xwe daniye ser têla rast di sazê vê pirtûkê de, ew dinivîse: “Mihemed Hemo, ew helbestvanê ku ji ber zulim û zora dujiminên azadiyê ji rojavayê Kurdistanê revîye başûrê Kurdistanê ...Wî latên helbestên têr ji bîyanîya gîyanî û çenteyên bombekirî bi bîna bajarê Efrîn hildane ser milên xwe, di gel bijqandina xewnên gergînî; di nav daristanên zêytûnê û sunbulên genimê firîkî de, bi geyayên çiyayî yên berxwedana mirinê di gergîniya vistanê dikin.“ Bi rast jî, gava hozanvanê me li kolanek Suleymaniya azad pêrgî te ditê, paş keurte demekê tu wêneyê Efrîna xopan di can û giyanê wî de dibînî, wî zorbaziya li ser gelê xwe û binpêkirina çandeya gelê xwe di hinav û helbestên xwe hilgirtine, bi xwe re wan dîmenên bi sohtîn û wêranî digerîne, lê her ûher bi hîviyek mezin dijî, ku gulên di baxê Efrînê ber bi çermisînê ve çûne, carek dî bi barana azadiyê geş bibin, û li her derekê ji Kurdaxê şahiyên Newrozê yên rast di azadiyê de bi govend û semayên xwe yên rengareng û nazik û kevneserohat bên li dar xistin.

Di pirtûka M. Hemo de, 40 herf “qesîde“yên helbestê hene, yek ji wan bê nave, lê yên dî bi navin wilo ne: Birîn, buhşt, biyanî, dîlber, şahî...û welato...Sê herf ji wan bi navê “Xuda“ ne , sê dî bi navê “Dîlber“in, û şeş jî bi navê “ Evîn“ in...Cîhana hozanvanê me, evîn û zindan û derketina ji mal û dost û sirûşta Efrînê, ku bo wî hem dayîk û hem jî mala pêşîn e...

Ji van herfan, hinek li zindanê, li gundê xwe, û li Helebê nivîsandine, û hinek jî li bajêrê Suleymaniyê, û wilo em dikanin, guhertina zimanê hozanvan bişopînin, ku li dawiyê piçekî ketiye bin hikariya zaravên Bahdînî û Soranî jî...

M. Hemo hozanvanekî bo gel dinivîse, asan, yekser û bi zimanekî ku her Kurdektêbigihînê, ku pirtûkêa wî wekî baxek gulan dikeve hembêza xwendevan:

Gunehkarî
Gunehkarî ya mezin
ku merov
serê gulekê jêke

Gunhekariya meztire
ku merov
rojê gurzek gul
dîyarî
Yara xwe neke...

An jî di vir de:
Xuda !
Ew sêva Adem
xwarî
buhayê xwe
çend bû...?
Ta niha deyndarê
Te ye...!

Gava mirov bêtir dakeve bi nav baxê M. Hemo de biçe, wê gelek dîmenên xweşik û nazik bibîne, wê Kurdewariyek bê derew binase û zimanekî Kurdî yê resen û hezkirî bibihîse...

Bi hîviya hîn gelek pirtûkên wilo xweşik û rindik, ez supasiya birayê hêja M. Hemo dikim, ji wî re hîn bêtir serkeftin dixwazim û vegereke bi rûmet û azad bo Kurdaxê...

Zarathustra News – [email protected]

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.