Welatparêz û sîyasetvanê kurd Cîhan Abdulnasir Çelîker li ser daxwaza dewleta tirkan li Almanyayê hatîye girtin.
Di 29 ê nîsana 2008 a da, dema ku Cîhan Çelîker ji Hollandayê diçû Almanyayê, li bajarê Lîngen a Almanyayê hate girtin û piştî çend rojan wî birin bajarê Oldenburgê. Niha ew li girtîgeha Oldenbûrgê da ye. Çewa ku em ji awuqatê wî hînbûne, Cîhan Çelîker li ser daxwaza Tirkîyê hatîye girtin, navê wî di nav lîsteya ku Tirkîye daye İnterpolê da hebûye û Tirkîye dixwaze ku were teslîmkirinê.
Cîhan A. Çelîker di sala 1961 a da, li bakûrê welatê me, li Tetwanê hate dinê. Wî di piçûkatîya xwe da tevgera mîllî ya kurdî naskir û beşdarê wê bû. Piştî cunta leşkerî ya Tîrkan a 12 îlona 1980 ya, derket dervayê Tirkîyê û li Hollanda bû penaberê polîtîk û li Hollanda û li Almanyayê beşdarê xebatên sîyasî bû. Her wusa, wî di salên 90 î da, li Unîversîta Hamburgê beşa ekonomîyê xwend.
Ew, ev ji deh salan zêdetir e ku hemwelatîyê dewleta Hollandayê ye, di van 7 salên dawî da li bajarê Deventerê rûdinişt û her wusa di van çend salên dawî da jî, di sazîyekî civakî da, wek şêwirmendê huqûqa civatî dixebitî.
Em wek xwuşk û birayên wî, bang li sazîyên mafê mirovan, huqûqnas û sîyasetvanên Kurd û Almanan dikin, da ku ji bo serbest berdana welatparêzê Kurd Cîhan Çelîker bikevin nav xebatê û ew xewna dewleta Tirk a ji bo teslîmkirina wî betal bikin.
Xwişk û birayên wî.
e-mailên ji bo têkilîyê: [email protected]