Skip to main content

Ji şebnema bîranînê.. Helbestvanê gewre Yûsuf Berazî (Bêbuhar) (1931-2009)

Dilawerê ZENGÎ
Ji biçûkaniya xwe de min ji helbestê hezdikir. Min pir guhdarî li stran û berhawan jî dikir. Serhawe û helbest ji min re mîna nan û av bûn. Di jiyana xwe ya rojane de bê wan qet min aram nedikir. Rojên min bê xwendin û nivîsandinê derbas nedibûn. Roj bi roj, şêt û şeyda hezkirin û evîndariya rewşenbîriyê li min gûrtir û hartir dibû. Ji ber agirê wê, min çavê xwe li ûşt û akamê digerand. Min çavê xwe li mirovên rênas û rêberên vê evîndariyê digerand. Di serî de, evê evîndariya rewşenbîriyê ez bi seydayê Cegerxwîn û Tîrêj dam naskirin. Ez bi Hesen Hişyar, Ehmedê Palo, seydayê Keleş, Mele Nûriyê Hesarî, Ehmedê Şêx Salih û …htd dam naskirin. Ez bûm suxte, şagirt û xwendekarê wan. Li civet û rûniştinên wan beşdar dibûm. Di baweriya min de ez guhdarekî baş bûm. Lê, gerok bûm, dilkoçer bûm, her roj mîna mirovekî tî ez li kaniyeke nû digeriyam, min peyala xwe ji kehniya wan dadigirt û vedixwar. Min hinek ji têna agirê dilê xwe pê dişkenand.
Di sala 1984an de min helbestvanê gewre Bêbuhar, cara pêşî, dît. Ne ko min nav û dengê wî ne bihîsti bû yan min berhemên wî bi dengê dengbêjên mîna Mehmûd Ezîz, Seîdê Gabarî û bilbilê xemgîn Mihemed Şêxo ne bihîsti bû. Lê, ji bextê min î reş li hev ne dihat ko em hev bibînin. Di riya Hunermendê mezin Mihemed Şêxo re min ew li Şamê naskir.
Rojekê destbirakê min hunermend Mihemed Şêxo hate mala me û mirovek pêre bû. Mirovekî bejin bilind bû. Bi cilin temîz û spehî bû. Bi qilafet û zend û bend bû. Mirovekî pir mûdêrin û efendî bû. Di wê rojê de Seydayê Tîrêj jî li malê, li cem min bû. Dema ko derbasî rewakê bûn, ewan û seydayê Tîrêj silavin germ dane hev. Di wê gavê de, min mêvanê xwe naskir. Mêvanên min helbestvanê gewre Bêbuhar bû. Ew Bêbuharê ko ez bi hisreta dîtina wî bûm.
Di wê rojê de, ji bextê min î sipî, sê bazên çeleng li mala min civiyan. Birastî min ji dîtina çavên xwe bawer nedikir. Eger min şev û roj xwe bergorî Xwedê jî bika wilo li hev nedihat. Te digot ez di xewn û xeyalan de dijîm. Lê, vê carê xewna min rast e. Bi riwekî geş û bi zimanekî xweş berê xwe da min û got:(Birazî! Ez jî mîna seydayê Tîrêj mêvanê te me. Karê ko ez pê hatime mîna karê seydayê Tîrêj re, bê te çewa dîwana seydayê Tîrêj çêkir, tê ya min jî çêkî). Birastî ji kêfa re nema erdê ez hilanîm …per û bask bi min ve nîne ko ez bifirim. Ew kesên ko nav û dengê wan ji min re mîna efsane û xeyalan bûn, îro ez wan li ber çavên xwe dibînim.. Na, na û mêvanên min in jî. Ez pir bi hatina wan dilşa bûm. Ji kêfa re min kumê xwe avêt azmana.
Li dora bîst û pênc rojan (Bêbuhar) mêvanê min ma. Min dîwana wî Zindan tev li ser tilnivîsê ji tîpên Erebî veguhestin tîpên latînî. Li ser daxwaza wî min pêşgotinek ji dîwana wî re jî nivîsî. Helbestvanê berêz jî di vê dîwana xwe de helbestek pir bi nirx û buha diyarî min kir. /Ez spasdarê wî me/. Ji wê rojê de, peymana biratî, hevaltî û dostaniyê me da hev.
Yûsufê Berazî (Bêbuhar) xwedî pirhuner bû. Mirovekî welatparêz û xebatkar bû. Mirovekî Helbestvan, Sazbend û dengxweş bû.
Di sala 1957an de partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê hate damezirandin. Tekoşerê gewre Bêbuhar ji nifşên pêşî bû ko tevlî tevgerê dibe. Ji ber ko mirovekî welatparêz û miletperwer bû. Ji ber xebat û karê siyaset û ramyariyê, gelek caran hatiye girtin û ketiye hebs û zindanan. Di zindanê de pir lêdan, êş û dijwarî kişandiye. Li ser gotina hevalê wî Mele /Dawidê Zeynê/ yê di wê demê de, pêre girtî bû, dibêje: (Di sala 1961ê de dema em hatin girtin Yûsuf (Bêbuhar) di zindanê de girtî bû; mirovekî mêr û mêrxas bû. Ji hevalên xwe tevan pirtir lêdan dixwar û qet radestî nedikir û serê xwe ne ditewand. Mêraniya wî hêrs û xurtî dida me girtiyan tevan. Tekoşerekî gernas û şoreşger bû.
Gotin dîsa ya Mele Dawidê Zeynê ye:( Her roj du-sê caran di zindanê de li me dixistin. Xwîn ji nav tiliyên me derdibûn, canê me ji lêdanê reş û şîn dibû. Setem û zora li me dibû li tu kesî nebûye. Carekê ji neçarî Yûsuf (Bêbuhar) yek ji wan (mûxaberatan) parastinên ko li me dixistin girt û da ber lukim û pêhna, ew (mûxaberat) di nav xwînê de hişt. Piştî ko yê mûxaberat lêdana xwe xwar hevalên wî ew birin nexweşxanê, heft rojan di nexweşxanê de ma. Lê, mala wan ne ava be lêdaneke pir zor li Yûsuf (Bêbuhar) dan û ew pir êşandin û hema ji mirinê riha bû).
Ev mêranî, serfirazî, û welatparêziya wî her kes jê re dîdar e. Helbesta pêşî ko nivîsandiye bi navê (Hebs û zindan) wêneya jiyana wî ya tekoşînê ye. Ev helbest ji her kesî ve naskiriye. Navê dîwana xwe ya yekem jî kiriye Zindan e. Navên her pênc dîwanên wî nîşana volqana raparîn û liberxwedanê ye. Nîşana omîd û daxwazên gelê Kurd e.
Bêdiro, helbesvanekî jîwerî bû. Ji wêjeya jîweriyê dihat naskirin. Ji naveroka helbestên wî diyar e, ko ew bi derd û kovan, xweşî û nexweşî, paşketin û pêşveçûna gelê xwe ve girêdayî bû. Pir derdê zor û sitemkariya li ser neteweyê Kurd, hoy û sedemên bindestiya wan dikşand. Ewî ji bo rizgariya Kurdistanê pêwîstiya têkoşînek bi yekdest û canbêzariyek bê sînor didît. Bi hunereke bilind û bi zimanekî şêrîn û zelal ev rewş di helbestên xwe de tev aniye ziman.
Seydayê Bêbuhar li ser şop û riya helbestvanên helbesta Kilasîk ya resen helbesta xwe ristiye. Di helbesta Kurdî de xwedî cihekî berz û diyar e. Xwedî gencîneyeke dewlemend û buha ye. Di helbesta resen de bazekî serbilind e. Li pişta evî bazê serbilind, bazekî şeyda û bejin bilind heye; ew jî serdarê evîndaran seydayê Cegerxwîn e. Bêbuhar mîna gelek helbestvanan di bin baskê bazê aza nemir Cegerxwîn hînî perwaze û firê dibe. Bêbuhar di derya helbesta Cegerxwîn de hevotî melevaniyê dibe.
Çewa di meydana tekoşîn û siyasetê de xebatkarekî serfiraz û leheng bû, wehareng e di meydana rewşenbîriyê de jî helbestvanekî bêhempa û zîrek bû. Mirovekî xemxurê pirsa gelê xwe bû. Berketiyê belengazî û xizaniya miletê xwe bû. Mirovekî pir hestenik, dilovan, rûgeş, nefsbiçûk, civatxweş û bi danûstendin bû.
Seydayê Bêbuhar ji biçûkaniya xwe de dest bi hûnandina helbestê kiriye. Naveroka helbestên wî; şoreşgerî, welatparêzî, xweşxwan, perwer û evînî bûn. Awayên helbestên wî nerm, rewan û gelerî bûn. Bi şêweyekî rehet, hêsan û sivik, helbestên xwe dihûnandin. Bi rengekî gelemperî helbestên wî dibûn stran; ji ber ko mirovekî hestenik, guhsaz û sazbend bû. Helbestên xwe bi awaz dida dengbêjên wê demê û li ser serê wan hunermend Mehmûd Ezîz Şakir, û pişt re Seîd Gabarî û Mihemed Şêxo û li vê dawiyê Zubêr Salih û hinin din.
Rojekê min jê pirsî: Seyda! Hewqas dengê te xweş e û tu sazbendî, gelek alavên mûsîqî jî didî, çima tu nastirê?! Ji min re got: (Min di serî de karê siyasetê kir, karê siyasetê û dengbêjî li gorî wê demê li hev nedihat. Civakê mirovên dengbêj qebûl nedikir. Çewa ez karê siyasî bikim û dengbêj jî bim??!! Pir dijwar bû…Bîr û baweriyên bi doza gelê min û karê xebatkarî zora dengbêjiyê birin. Lê, min ji xwe re her û her distira û awaz çêdikirin…û min awazên xwe dida dengbêjên wê demê .. Ez çi bikim, bi vî awayî min kela dilê xwe hênik dikir).
Di sibeha roja pêncşemê 15/1/2009an de li bajarê Serê Kaniyê -parêzgeha Hisiça, siwarê helbesta resen ji nav me barkir. Bi çûna wî re stûnek ji stûnên helbesta Kurdî ya resen hilweşî. Sed mehder û dilovanî li giyanê wî bibare û cihê wî buhişt be.
Di dawiya gotara xwe de ezê rê bidim mamoste û helbestvanê gewre Bêbuhar ko kurtejînenîgariya xwe bi we bide naskirin:
KurteJînenîgariya min:
Ez Yûsif kurê ‘Elî’ Elîyê Şêxo me, pêşî cîwarê bav û kalên me bajarê Kobanê bû. Lê piştî fermana osmanîyan bav û kalên me çûn bakurî bajarê Helebê, li gundê Tilcircê bi cîwar bûn. Ez di sala 1931 ê de li wî gundî ji dayik bûm. Di sala 1947 an de me jê bar kir û em li Minbicê bi cîwar bûn. Piştî heft salan, ango di sala 1954 ê de em hatin bajarê Serê Kaniyê û ta nuha jî em lê dijîn. Berî ku ez bibim helbestvan dengê min gelekî xweş bû, min li tenbûrê “biziq” dixist û min bi heval û dostên xwe re di civatên gelêrî de stiran digotin.. Stiranên me wek ku min gotî hew di şevbuhêrk û civatên gelêrî de bûn. Di wê çaxê de tomarkirin tunebû.
Çîroka min bi helbestê re dûr û dirêj e, Berî ku ez têkevim warê stiranê de, min ji helbestê hez kir. Min di riya dan û standinê re jê re kar kir. Min seydayê nemir Cegerxwîn nas kir û têkiliyên min pê re xurt bûn. Dûvre têkiliyên min bi mamosta Reşîdê Kurd re çêbûn. Wî jî hişt ez hînî rêzimana kurdî bibim. Mele Sîrac û mele Reşîd hebûn, gelekên din jî hebûn, lê nayên bîra min. Min di rêya van ciwanmêran re gelek pirtûk xwendin; mîna dîwana Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanê, pirtûkên li ser pêlawazan, yên li ser dîroka kurdî û herweha pirtûkên bi zimanê farisî jî.
Ji sala 1966-1979 ê de, çi helbesta ku min dinivîsand, min ji seydayê Cegerxwîn re dibir daku serrast bike..
-Min gelek helbest dane stranbêjan
Yê pêşî hunermend Mehmûd Ezîz Şakir bû. Di sala 1967 ê de min ew nas kir û min gelek helbest tevî awazan dane wî.
Mîna:
Hebs û zindan gotin û awaz Bêbuhar.
Perwîn gotin Rêncber awaz Bêbuhar.
Rabe ji xewê gotin û awaz Bêbuhar.
Şînbû rîhan gotin û awaz Bêbuhar.
Eman dilo gotin û awaz Bêbuhar.
Gulîzar gotin û awaz Bêbuhar.
Dilê min her bi ahîn e gotin Bêbuhar awaz mamosta Mihemed Elî şakir.
Şêrîn tu cînara min î gotin Bêbuhar awaz M.M. Elî Şakir.
Mehmûd Ezîz çû êzgeha kurdî li Bexdayê û stiran li wir tomar kirin.

Piştre Se'îd Gabarî derket. Hat cem min, min helbest danê.
Ew jî ev in:
Koçê mi bar kir. Hat xweş buhar. Bê bext felek. Di tarî da.

Ew jî çû êzgeha kurdî li Bexdayê û stiran tomar kirin.

Min hunermend Mihemed Şêxo nas kir, min gelek stiran dan wî jî.
Mîna:
Hebs û zindan. Ez bûm ferar. Şêrîn tu cînara min î. Rabe ji xewê. Yarê şekir. Pismamo. Şeva tarî. Dayê (ez jî bi cî bim). Dayka dilovan. Eman. Eman. Çibkim bi can. Derdan çi ez dil jar kirim. Koçê mi bar kir. Welat welat. Gulîzar. Eman dilo. Perwîn (gotin: Rêncber-awaz:Bêbuhar). Kûba û Vêtnam.
Û hindek stranbêjin dî jî hene min helbest tev awazan daye wan wek Zubêr Salih, û Mistefa Xalid …….

Berhemên çapkirî :

1. Zindan helbest /1988.Pêşgotina: Dilawerê ZENGÎ.
2. Bang hebest /1997
3. Raperîn helbest /2002
4. Serxwebûn helbest/2006. Pêşgotina: Ibrahîm El-Yûsuf.
5.Pêşketin helbest/2007
Û gelek dîwanên min yên ne çapkirî hene.

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.