Skip to main content

"Pêlava birîndar" - Evdile Koçer

Submitted by Rêvebir_E on 9 October 2010

"Pêlava birîndar"

Dema ku polîsan xalê min girtin, bi henekî wiha jê pirsîn, "Em pêlavên te yekoyek ji serê çiyê top dikin, tu çima xwedî li pêlavên xwe dernakevî, şev ji nigê te derdikevin û her yek dikeve nigê terorîstekî..."

Ji bo ku her kes bitirse, deh pêlavên wî yên ku ji serê çiyê top kiribûn li gundiyan belav kirin û cendekê wî avêtin ser sergoyê gund.

Ji tirsa kesî li cendekê wî jî nepirsî.

Dû re hate bîra min...

Ez hingê zarok bûm.

Xalê min bi pêlaveke xwe ya nû ve ji mal derketibû û bi pêlaveke peritî ve vegeriyabû.

Wê şevê jinxala min pê re şer kiribû, "Tu yê serê me bixî belayê heyran, heke sibe kesek vê qulelê di serê pêlavê de bibîne, wê sedîsed fêm bike ku guleyek lê ketiye..."

Xwedê zane ku yekî ew pêlava ku gulê lê ketibû dîtibû û paşê giliyê xalê min kiribû.

Wê zivistanê her kesî bi tirs behsa pêlavên xalê min kirin.

Pêlavên birîndar ên xalê min dû re ketin nav xewnên min jî.

Pêlava Birîndar, Çîrok, Weşanên Han, Îlon 2010, Berlîn, 72 rûpel, ISBN: 978-94040997-20-03
--------------------------------------

Evdile Koçer

Di sala 1977’an de li Sêrtê hatiye dinyayê.

Heyamekê li Zanîngeha Uppsalayê ya li Swêdê li ser ziman û wêjeya kurdî ders wergirt.

Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovar, rojname, antolojî û malperan de derketin.

Her wiha çîrokên wî bûn şano û wergeriyan ser gelek zimanan.

Têkilî:

[email protected]

www.evdilekocer.blogspot.com/

http://www.facebook.com/evdile.kocer2

Ji bi standina pirtûkê: www.kurdewari.com