Brayê Serhat!
Ev mijara te li jor nivîsîye û dixwazi li ser gotûbêj bê kirin di cîh de ye.Kesên ku li ser navê Kurda li welatên Ewrûpa dimînin ,lê dûra diçin bi 10 hezaran Euro didin Eskeriya Turko,gelekin.Kesên ku ev tişt nekirine gelekî kêm in.Mixabin rewşa me Kurda eve,û her ku diçe xeraptir dibe û baştir nabe!
Min di sala 1987de li ser wan kesên ku bi BEDEL çûn Eskerî ji Turka re kirin,nivîsek nivîsand û di Rojnameya KURDISTAN PRESS,hejmar 20,1987 de çapkir,Min navên wan kesan hemû nivîsand lê ji alî redaktore Rojnamê de nehat çapkirin û belav nebû.
Divê em baş bizanibin ku ew perên dikevin bêrîka Turka, pê gule û fîşeka dikirin û brayên me dikujin.Nuha jî kesên me Eskeriya xwe bi pera dikin û hejmara wan zêdetir dibe.Li cîhê ez lê dimînim, kesekî ku berpirsê Partîyekê ye(PKK) berî bi 7-8 meha, bi hevalekî xwe re çû Eskeriya Turka kir û vegeriyaye û hîn jî berpirsê vê partiyê ye.
Welhasil derdê me nayê kişandin ,bawerîya me bi mirovê me nayê,bi leq leqê em nagehêjin deverekê.
Bimîne di xweşîyê de!
Re: Sitede yazanlara , Avrupa alanlarinda Tc ye gidip onbinlerce