Skip to main content

نەناسراو (not verified)

Wed, 2008-07-30 15:03

Rast e, Evdêxwedê û gelek mirovên dîrokî hatibûn miqayese kirin. Lê Sabetay, teva ku rewşa wî û Evdêxwedê hêrî pir dişibin hev, bi wî re nehatibû miqayese kirin. Ew jî te kir, te ew dan ber hev, û bi rastî jî dest xweş, sihet xweş, pir nêzîkî hev in û dişibin hev. Tedî dibêjin dîrok ango tarîx tekerur nake, xwe ducar nake, lê va ye qey carna dike. Niqteya herî girîng, yê ku vê manîpulasyonê dike dîsa bermayê Osmanîyan, TC ye. Ango bi van lîstikan, dek û dolaban baş dizanin, mîrasxurên wan in. Dîsa serok, dîsa terîqet, her çiqas îcar navê wê kiribe partî jî, dûre ew partî veguherandibû terîqetekê, lewra pir zêde cudatî di navbera wî wek serokpartî û serokterîqet de nemabû. Dîsa murîdên xwînî. Û dîsa murîd ji guhertina wî bawer nakin. Ji devê wî jî dibihîzin, dîsa bawer nakin, qebûl nakin ku bawerîya xwe guherandiye, vegerîya ye, ango donme ye. Dîsa hinek dibêjin ji bo ku bibe Mesîhekî mezintir van guhertinan dike. Dîsa hinek dibêjin ji bo ku armancên mezin veşêre, taktîk e. Dîsa hinek wek ku tiştek neguherîbe tev digerin. Maye encam ango netîce. Gelo ew ê encam yek be? An jî vê carê ev lîstik, ev dek û dolab ê bê pûçkirin? Em bibînin, Kurdên Bakur di ceribandin û îmtîhana xwe ya herî dijwar a seranserî dîrokê re derbas dibin. Silabên germ Mancel Bimîne di xweşîyê de Mancel

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.