Skip to main content

Olsaydi, çi ye? Ji xwe heta bi qirikê bi Sedam re di têkilîyê de bû û li himêza Esad jî rûniştî bû. Ma olsaydi'ya vê yekê heye. Divê em mantiq rast bikar bînin û nequrmiçînin, berovacî nekin, serê gelê xwe tevlihev nekin, rê li ber halusînasyonan û qirêjkirina agahî û şîrovekirinê venekin, ev tê gotin. Rêxistinên mezin ên her 2 perçên Kurdistanê bi dagirkerên ji dervê perçê xwe re têkilî çêkirine, jê re gotine taktîk, ne wisa be, em nikanin li ser pêyan bimînin. Rast an çewt, ev bûye. Veşartina qirêjê ne karê min e, bila ne karê te jî be. Lê tiştê nedîtî ew e ku Ocalan bûye heyranê îdelojî û artêşa dagirkerê perçeyê ku qaşo dixwaze rizgar bike. Gel radike ser pêyan, dibêje Kemalîzm wisa ye, wisa kiriye, Kurdistan bindest e, em rizgar dikin, dewleta Kurdan li ser ava dikin. Dûre jî dibêje, ez ji dayikên eskerên Kemalîzmê lêborîn û efûyê dixwazim, Kemalîzm şîr û şekir e û her hefte pesinê Kemalîzmê dide. Aha problem û ferq di vir de ye. Qebûlkirina vê yekê heqaret e li zekaya însên. Heke PDK an serokê wê Barzanî pesnê Beasîzmê bida û bibûya heyranê qumandar û fermandarên Seddam, ma wê gavê Başûr tucarî rizgar dibû? Aha muqabilê tiştê ku Ocalan dike ev e. Ka kîjan rêxistina din a mezin a Kurdistanê ev tişt kiriye? Ma PDK pesinê Seddam û Beasîzmê dide, daye? Ma Barzanî gotiye ku serhildanên li dijî dagirkerîya Iraqê bi destê ajanên Îngîlîzan bûye? Ma PDK Iran pesnê Humeynî an Şah dide, daye? Ma Qasemlo gotiye ku serhildanên Kurdan ên li dijî Şahê Îranê an jî dûre Îslamîyên Îranê bi destê ajanên emperyalîzmê bûye? Heke serokê rêxistina mezin a Bakurê Kurdistanê şev û roj pesinê Ataturk û Kemalîzmê û Artêşa Tirk bide, li gora ku yê ku Bakurê Kurdistanê tarûmar kirine jî ev in, ka Bakur ê çawa rizgar bibe? Ka fedakarîya me, xebata me, keda me, gişt bi ku ve çû? Ma me ewqas berdêl, perçe ji canê xwe, ruhê xwe ji bo ku Ocalan bibe heyranê Kemalîzmê da? Mijara me Ocalan û Bakur e. Miqayese wanî çêdibe... Carekê mantiq rast saz bike, dûre mîsal û mînakan bide Silab û rêz

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.