بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Nomen est omen

Navê te nişeta çi buna te ye.Va qezîya Plautus e. Navê tiştekî, wî bi xwe tîne serê zman. Navê mîrovan, di jîyana wanda karekterê wan digehîne formekê. Dema şerîkek, partîyek an jî dewletek tete sazkirin, ser nav gelek tê sekinandin. Berku nav wî tiştî tîne serê zman. Dema em dibejîn Ewdalê Zeynikê, Exmedê Xanê, Gara Xemo, Aşê Îwiş gelek tişt têne serê zman. Dema dibejin Goma Exmed Axa, an jî Zoma Celalîyan disa gelek tiştî dibejîn. Dema we go Şorişa Agrîyê disa hun parekî dîrokame tînin bîra xwe. Bawerim li Elmanya Fedaral alîyê Danîşgah Oldenburgê li ser navên mîrovanda lekolînek hatibu kirin, di meha Gelawêjê (Tebax) 2010, di Rojnamên Ewropa da, li ser vê lekolînê xeber der çun wan yek bi yek karektera xwedanê navanda agadarîyê dur û direj didan. Nizam kî mala xwe û jina xwe ra zede giredayî dimîne, kî jîyanekî serbest û avare dajoy, kîjan nav zede toxterbazîyê dike.... Lekolînek derheqa navên Kurdî da ji bawerim gelek înteresant be. Gor psîkolojîyê; di demek kwirt da sê mîrov ji hev bê hoyj, mîrovekî ra bejin tu dînî ew mîrov xwe dîn bihesîbîne, yêkîra bejin tu xwirt û pehlevanî ew xwe xwirt û pehlevan bihesibîne. Nizam heta kîjan niqirê, feqet tiştekî dîyare ku; nav şikil didin hebuna mîrovekî, şerîkekê, partîyekî an dewletekî.

Li vir dixwezim li ser navê çend dewletan bisekinim. Ji Lenîn heta Dara Gorbaçev (1922-1991)Yekîtîya Komarên Sosyalîst ya Sovyetê hebu. Ew dewlet (Yekitîya Sovyetê) ji 15 Komarên Serbixwe û 13 Navçeyên Otonom pêkdihat. Yugoslawiya, Dewleta Federal ya Komara Gel (1946-1991) bi vî navî dixwest Yekitîya Gelên Slav a Başur bîne serê zman. Dewleta Osmanî heta ruxandina xwe, xwe weku dewleta hemu gelên ku di di nava sînorên vê dewletê dijîyan didît. Esasî di navda du taife hebun; taîfeya mislimanan û taifeya ne mislimanan, yen ku nemisliman bun weku bindest hun bêjin jêrdest didîtin. Yekitîya Emrîka weku dewlet, yektîya 50 dewletên Emerîka Bakur tîne serê zman. Yektîya Ewropa, di vê katê da yekitîya 27 dewletên Ewropaî pêktê. Çekoslavakya kewnd yekitîya dewletên Çek û Slovak hatibu damezrandin. Wan yekitîya xwe 1918 serxistîbu. Di sala 1939 nehanda keti bin bandura Elemanya Faşîst. Li paş şikest xwerina Elemanya Faşîst wan di sala 1945 da yekitîya xwe carek din pêkanîn û heta sala 1992 da, ew yekitî dan jîyan, paşê bi xwîçk û bratî ji hev veqetîyan, naha du dewletên serbixwene. Di dirokê da hemu navê dewletan rasteyetîya wan tînin serê zman. Îro li ser axa Yekitîya Sovyeta kewnd 15 dewletên her alîva serbixwe jîyana xwe didomînin. Li sar axa Yugoslavya kewnd, dewletên weku Mekadonya, Sirbîstan, Montenegro, Hirvatîstan, Kosovo û Bosna hatine damezrandin. Weku mînak pewîste li vir Hîndîstan û Pakistan jî bêtin ber çavan, di sala 1947 da li paş xwerakişandina dagirkrên Îngilîzîstanê ew ji hev veqetiyan û bun du dewletên serbixwe. Di sala 1971 da, Bangaldeş ji Pakîstanê veqetîya û bu dewletekî serbixwe.

Ez bona çi bi kwirtî li ser navên van dewletan sekînîm? Naha Trakya Rojhilat, Anatolîa û Kurdistanê di salên dawîda, taybetîjî van mehên dawîda li ser hebun û diwaroja Komara Tirkîya (Türkiye Cumhuriyeti) gelek sohpet û minaqaşe tene kirin. Cîh yê ku ew bi hevra pifêdikin ewe ku; Dewleta Tirkîya tenya Tirkâ naîne serê zman, ew dewleta hemuyane, ew ferqiyetê nake nava hemwelatîyên xwe, hemu mîrovên ku nava sînorên Tirkîya da dijin di nava bratîyekê dane û mabeyna wan da qe tu ferqek tune, ew hemu bi hevra Tirkin, çawa li Emrîkayê hemu bi xwe ra dibêjin em Emrîkayîne, Tirkîyê ji pêwîste hemu ji xwera bejin em Tirkin. Ji 1922 virda gelên Anatolî û Kurdistanê bi van falik û kwilikan tene xwepandin, esasî kesek nayê xwepandin, dagirker û xizmetkarên wan xwe bi xwe dixwepînin, berku tiştên ku ew dibêjin, ew bi xwe bawerîya xwe pey naînin.

Balam di zmanê Tirkîda kîteya (luxana) weku –îye xwedanbun û cîh tîne serê zman. Dema mîrov dibeje Selîm-îye, Harb-îye, Mülk-îye an jî Türk-îye; Xwedanbun û cîhê kesan tete dîyarkirin. Selîmîye, dîyardike kû; cîh û milkê Selîm e. Harbîye, dîyardike ku; cîhê mîrovên ku şer (herb) dikin û şer hîndibin cîhê wane. Mülkîye, cîhê mîrovên ku; li danîşgah sîyaset û zagon fêrdibine. Türkîye, sedansed dide dîyarkirin ku; milkê Tirkane. Navê “Türkîye Cumhurîyetî” ji mana xwe ewe ku; Komara Malê Tirkanê. Ango “Türkîye Cumhurîyetî” weku nav milkbuna Tirkan tîne serê zman. Ew tişt weku hîv roj dîyare, ne pewîste mîrov li ser minaqeşe bike. Milkê kesî nabî milkê me, dema mîrov pey milkê kesî digere, dibe dagirker. Me heta naha dîroka xwe da milkê kesî nedagirîye.
Komara Tirkîya gor navê xwedî zagonê, qe tu partîyek, mîrovek, komek nikarê bona gorandina vî navî dengê xwe derxîne û gavekê bavê, ew qedaxaye, Parlemena Tirkîya sedarsed destê partîyekê dabijî, ew partî bona gorandina vî navî nikare tiştekî bike, berku gorandina vî navî qedaxaye û ew weku Ristên/Eyatên Quranêye. Te gotin ku zmanê resmî Tirkîye, kesek nikare ve xalê jî bi gore, ew ji weku Eyata Quranê ye. Zagonê ku şikil didin Komara Tirkîya wusane. Ji ber vê yên ku di nava meda deq û dolabên dagirkeran nezîkî me dibin û me be armanc didin bezdan iro tehlîkeyek gelek mezinin. Komara Tirkîya li ser bingeyek rast ava nebîye û enerjîya kesî bona serrastkirina wê terê nake.

Rasteyetîyê “milkê Tirkan” ewe çend salan virda rojnama, “Hürrîyet Gazetesî” bi serşîara xwe tîne serê zman. Serşîara Hürrîyet Gazetesî yê; Tirkîya ya Tirkane (Türkîye Türklerîndîr) ye. Dema qala Tirkbuna xwe dikin, rîçala xwe heta Mete Xan (2) dibin. Em ne ji Moxolîstanê ne cîhe kî din hatine, em her tim li ser axa xwe bune. Ji ber vê ez dibejim, bila ew û xizmetkarên wan, demoqrasîya xwe, Komara xwe ya Demoqratîk, şerîata xwe, Komara xwe ya “Türkîye Cumhurîyetî”, xwe ra vêşerin, hevcetîya me tiştekî wan ra tune. Bla tenya ji me durkevin, berku em nava serfirazî û aşitîyêda bijin.

Nomen est omen, Zanayê mezin Plautus, Te çiqas baş û cîhê xwe da gotîye.

Bîşar Norşîn

04.10.2010

(1) Titus Maccius Plautus, bbÎ mabeyna salên 254 û 184 dijî. Ew di nava çîyanda gundê Sassîna tê dinyayê. Ew gund îro nava Îtalya da dimîne û navê xwe Sarsîna ye.Plautus di jîyana xwe da nezîka 21 afirandinan dide. Ji wan yek navê xwe Persek e, qezîya Nomen est omen di vê afirandinêda kartîne. Ew di nava leşkerê Romayê da cîhê xwe digre û piranîya afirandinên xwe li ser komedî û henekin dide.

(2) Ew serdarê gelê Hun bu, bi navê Mao-tuns tê nasîn, dîrokvanê Çînî vîra dibêjin Mo-To, wekî din di dîrokêda navê wî û Oxuz Xan ra yek tête karanîn, navê wî yê din Batagîr û Batur Tengriqut in. Bavê wî Tu-men Tengrîqut(Teoman) bu, wî dema dara xwe da eşîrên Xiong-nu / Hsiung-nu di bin federesyonekê da yêk kirîbu. Sîyasetmedar û dîrokzanayên Komara Tirkîya dibên ku; leşkerê me yê yekhem wî rexistîye. Wî bi kuştina bav û brayên xwe destpêkî kar kirîye.

Navê te nişeta çi buna te ye. Va qezîya Plautus e.(1) Navê tiştekî, wî bi xwe tîne serê zman. Navê mîrovan, di jîyana wanda karekterê wan digehîne formekê. Dema şerîkek, partîyek an jî dewletek tete sazkirin, ser nav gelek tê sekinandin. Berku nav wî tiştî tîne serê zman. Dema em dibejîn Ewdalê Zeynikê, Exmedê Xanê, Gara Xemo, Aşê Îwiş gelek tişt têne serê zman. Dema dibejin  Goma Exmed Axa, an jî Zoma Celalîyan disa gelek tiştî dibejîn. Dema we go Şorişa Agrîyê disa hun parekî dîrokame tînin bîra xwe. Bawerim li Elmanya Fedaral alîyê Danîşgah Oldenburgê li ser  navên mîrovanda lekolînek hatibu kirin,  di meha Gelawêjê (Tebax) 2010, di Rojnamên Ewropa da, li ser vê lekolînê xeber der çun wan yek bi yek karektera  xwedanê navanda agadarîyê dur û direj didan. Nizam kî mala xwe û jina xwe ra  zede giredayî dimîne, kî jîyanekî serbest û avare dajoy, kîjan nav zede  toxterbazîyê dike.... Lekolînek derheqa navên Kurdî da ji bawerim gelek înteresant be. Gor psîkolojîyê;  di demek kwirt da sê mîrov ji hev bê hoyj,  mîrovekî ra bejin tu dînî ew mîrov xwe dîn bihesîbîne, yêkîra bejin tu xwirt û pehlevanî ew xwe xwirt û pehlevan bihesibîne. Nizam heta kîjan niqirê, feqet tiştekî dîyare ku; nav  şikil didin hebuna mîrovekî, şerîkekê, partîyekî an dewletekî. Li vir dixwezim li ser navê çend dewletan bisekinim. Ji Lenîn heta Dara Gorbaçev (1922-1991)Yekîtîya Komarên Sosyalîst ya Sovyetê hebu. Ew dewlet (Yekitîya Sovyetê) ji 15 Komarên Serbixwe û 13 Navçeyên Otonom pêkdihat. Yugoslawiya, Dewleta Federal ya Komara Gel (1946-1991) bi vî navî dixwest Yekitîya Gelên Slav a Başur bîne serê zman. Dewleta Osmanî heta  ruxandina xwe,  xwe weku dewleta hemu gelên ku di di nava sînorên vê dewletê dijîyan didît.  Esasî di navda du  taife hebun; taîfeya mislimanan û taifeya ne mislimanan, yen ku  nemisliman bun weku bindest hun bêjin jêrdest didîtin. Yekitîya Emrîka weku dewlet, yektîya 50 dewletên Emerîka Bakur tîne serê zman. Yektîya Ewropa, di vê katê da yekitîya 27 dewletên Ewropaî pêktê. Çekoslavakya kewnd yekitîya dewletên Çek û Slovak hatibu damezrandin. Wan yekitîya xwe 1918 serxistîbu. Di sala 1939 nehanda keti bin bandura Elemanya Faşîst. Li paş şikest xwerina Elemanya Faşîst wan di sala 1945 da yekitîya xwe carek din pêkanîn û heta sala 1992 da, ew yekitî dan jîyan, paşê bi xwîçk û bratî ji hev veqetîyan, naha du dewletên serbixwene. Di dirokê da hemu  navê dewletan rasteyetîya wan tînin serê zman. Îro li ser axa  Yekitîya Sovyeta kewnd 15 dewletên her alîva serbixwe jîyana xwe didomînin. Li  sar axa Yugoslavya kewnd, dewletên weku Mekadonya, Sirbîstan, Montenegro, Hirvatîstan, Kosovo û Bosna hatine damezrandin. Weku mînak pewîste li vir Hîndîstan û Pakistan  jî bêtin ber çavan, di sala 1947 da li paş xwerakişandina dagirkrên Îngilîzîstanê ew ji hev veqetiyan û bun du dewletên serbixwe. Di sala 1971 da, Bangaldeş ji Pakîstanê veqetîya û bu dewletekî serbixwe. Ez bona çi bi kwirtî li ser navên van dewletan sekînîm? Naha  Trakya Rojhilat, Anatolîa û Kurdistanê di salên dawîda, taybetîjî van mehên dawîda li ser hebun û diwaroja Komara Tirkîya (Türkiye Cumhuriyeti) gelek sohpet û minaqaşe tene kirin. Cîh yê ku ew bi hevra  pifêdikin ewe ku; Dewleta Tirkîya tenya Tirkâ naîne serê zman, ew dewleta hemuyane, ew ferqiyetê nake nava hemwelatîyên xwe, hemu mîrovên ku nava sînorên Tirkîya da dijin di nava bratîyekê dane û mabeyna wan da qe tu ferqek tune, ew hemu bi hevra Tirkin, çawa li Emrîkayê hemu bi xwe ra dibêjin em Emrîkayîne, Tirkîyê ji pêwîste hemu ji xwera  bejin em Tirkin. Ji 1922 virda gelên Anatolîa û Kurdistanê bi van falik û kwilikan tene xwepandin, esasî kesek nayê xwepandin, dagirker û xizmetkarên wan xwe bi xwe dixwepînin, berku tiştên ku ew dibêjin, ew bi xwe bawerîya xwe pey naînin. Balam di  zmanê Tirkîda kîteya (luxana) weku –îye xwedanbun û cîh tîne serê zman. Dema mîrov dibeje Selîm-îye, Harb-îye, Mülk-îye an jî Türk-îye; Xwedanbun û cîhê kesan tete dîyarkirin. Selîmîye, dîyardike kû; cîh û milkê Selîm e. Harbîye, dîyardike ku; cîhê mîrovên ku  şer (herb) dikin û şer hîndibin cîhê wane. Mülkîye, cîhê mîrovên ku; li danîşgah sîyaset û zagon fêrdibine. Türkîye, sedansed dide dîyarkirin ku; milkê Tirkane. Navê “Türkîye Cumhurîyetî” ji mana xwe ewe ku; Komara Malê Tirkanê. Ango “Türkîye Cumhurîyetî” weku nav milkbuna Tirkan tîne serê zman. Ew tişt weku hîv roj dîyare, ne pewîste mîrov li ser minaqeşe bike. Milkê kesî nabî milkê me, dema mîrov pey milkê kesî digere, dibe dagirker. Me heta naha dîroka xwe da milkê kesî nedagirîye. Komara Tirkîya gor navê xwedî zagonê, qe tu partîyek, mîrovek, komek nikarê bona gorandina vî navî dengê xwe derxîne û gavekê bavê, ew qedaxaye, Parlemena Tirkîya sedarsed destê partîyekê dabijî, ew partî bona gorandina vî navî nikare tiştekî bike, berku gorandina vî navî qedaxaye û ew weku Ristên/Eyatên Quranêye. Te gotin ku zmanê resmî Tirkîye, kesek nikare ve xalê jî bi gore, ew ji weku Eyata Quranê ye. Zagonê ku şikil didin Komara Tirkîya wusane. Ji ber vê yên ku di nava meda deq û dolabên dagirkeran nezîkî me dibin û me bê armanc didin bezdan iro tehlîkeyek gelek mezinin. Komara Tirkîya li ser bingeyek rast ava nebîye û enerjîya kesî bona serrastkirina wê terê nake. Rasteyetîyê  “milkê Tirkan” ewe çend salan virda rojnama, “Hürrîyet Gazetesî” bi serşîara xwe tîne serê zman. Serşîara Hürrîyet Gazetesî yê; Tirkîya ya Tirkane (Türkîye Türklerîndîr) ye. Dema qala Tirkbuna xwe dikin, rîçala xwe heta Mete Xan (2) dibin. Em ne ji Moxolîstanê ne cîhe kî din hatine, em her tim li ser axa xwe bune.  Ji ber vê ez dibejim, bila ew û xizmetkarên wan, demoqrasîya xwe, Komara xwe ya Demoqratîk, şerîata xwe, Komara xwe ya “Türkîye Cumhurîyetî”, xwe ra vêşerin, hevcetîya me tiştekî wan ra tune.  Bla tenya ji me durkevin, berku em nava serfirazî û aşitîyêda bijin. Nomen est omen, Zanayê mezin Plautus, Te çiqas baş û cîhê xwe da gotîye. Bîşar Norşîn 04.10.2010 (1) Titus Maccius Plautus, bbÎ mabeyna salên 254 û 184 dijî. Ew di nava çîyanda gundê Sassîna tê dinyayê. Ew gund îro nava Îtalya da dimîne û navê xwe  Sarsîna ye.Plautus di jîyana xwe da nezîka 21 afirandinan dide. Ji wan yek navê xwe Persek e, qezîya Nomen est omen di vê afirandinêda kartîne. Ew di nava leşkerê Romayê da cîhê xwe digre û piranîya afirandinên xwe li ser  komedî û henekan dide.   (2) Ew serdarê gelê Hun bu, bi navê Mao-tuns tê nasîn, dîrokvanê Çînî vî ra dibêjin Mo-To, wekî din di dîrokêda navê wî û Oxuz Xan ra yek tête karanîn, navê wî yê din Batagîr û Batur Tengriqut in. Bavê wî Tu-men Tengrîqut(Teoman) bu, wî dema dara xwe da eşîrên Xiong-nu / Hsiung-nu di bin federesyonekê da yêk kirîbu. Sîyasetmedar û dîrokzanayên Komara Tirkîya dibên ku; leşkerê me yê yekhem wî rexistîye. Wî bi kuştina bav û brayên xwe destpêkî kar kirîye.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.