Skip to main content

MISTEFA KEMAL, ATATIRK Û KURD | Îsmaîl BEŞÎKCÎ‏

Raman û hestên Mistefa Kemal Paşayî û Atatirkî yên di heqê kurdan de, pir cuda ne. Mistefa Kemal Paşa salên 1919 û 1920an, Atatirk salên 1930an tînin bîra meriv. Divê ev li gor rêza kronolojîk yeko yeko bêne diyarkirin.

I. Mistefa Kemal û Kurd

1. Mistefa Kemal, di Hezirana 1919an de, di telgrafa ku ji Cemîl Paşazade Kasım Beg re şandiye de wiha dibêje: “…Bo ku birayên min ên kurd amûrên azadî, refah û pêşketina xwe bidestxin, ez, bi temamî alîkarê dayîna her cure hiqûq û îmtiyazên ku pêwîst in, im.”[1]

2. Mistefa Kemalê Mifetîşê Kevin ê Artêşa Sêyem û Yawerê Fexrî yê Padişahî, di 10ê Tîrmeha 1919-13ê Tîrmeha 1919an de, nameyan ji şêx û serok eşîrên kurdan re nivîsiye. Di van nameyan de, tê gotin ku tirk û kurd tekoşînek bi hev re dimeşînin, ji bo ku welatên Îslamê di bin gîzmeyên dijminan de nemîne tekoşîn dimeşînin, dê dijmin li cihê Kurdistanê Ermenistanê avabikin, ji bo astengkirina vê tekoşîn tê kirin, alîkariya wan tê xwestin. Di van nameyan de, bo şerê ku li Rojhilat bi ermeniyan re, li Rojava bi yunaniyan re tê kirin alîkariya kurdan tê xwestin. Ev name 7 heb in. Name, bo serok eşîr Hecî Mûsa Begê Mûtkî, bo Hezretî Şêx Evdilbaqî Efendî Kufrewîzadeyê Bedlîsî, bo Evdirehman Axayê Şirnexî, Bo Omer Axayê Dêrşewî, Bo Resûl Axayê Mûşarî, bo hezretî Sedûlah Efendî yê mebûsê berê, bo Şêx Mehmûd Efendî, bo Meşayîxê Azam (Şêxê Mezin) Şêx Ziyaedîn Efendîyê Norşînî, bo serok eşîr Cemîlê Çetoyê xerzî hatine nivîsîn. Navê Evdirehman Axayê Şirnexî, Omer Axayê Dêrşewî û Resûl Axayê Mûşarî di heman nameyê de ne. Şêx Mehmûd Efendî, Şêx Mehmûdê Berzencî yê ku li Başûrê Kurdistanê di wê serdemê de li hember Îngilîzan şer dike ye.[2]

3. Mistefa Kemal, di sala 1919an de, ji hin axayên kurdan re jî telgraf şandine. Di 15ê Çiriya pêşîn a 1919an de, telgrafên ku bi wasîta cîgirê Miteserifê Meletîyê bo Hecî Keya û Şatzade Mistefa Axa re hatine şandin di nava vana de ne.[3]

4. Di serdema Heyeta Temsîliye de, 20-22 Çiriya pêşîna 1919an de, liAmasyayê, di navbera Salih Paşayê Nazirê Herbiyeya Osmanî û Mistefa Kemal Paşa, Rauf Beg ve Bekir Sami Beg ên endamên Heyeta Temsiliyeyê de pênc protokol hatibûne îmzekirin. Di protoka ku wek protokola duyem dihat nasîn de, wiha tê gotin: “Benda yekem a beyanameyê sînorên Dewleta Osmanî yên ku tên tesewur û qebûl kirin, ji erdên ku tirk û kurd lê meskûn in pêk tên. Piştî îzahkirina bêîmkaniya veqetîna kurdan ji koma Osmaniyeyê, pêwîstiya temînkirin û pêkanîna vê sînorê herî kêm wek daxwazek hevpar hat qebûlkirin. Bi tevî vê, bi awayekî azad temîn kirina pêşveçûna kurdan, mafê wanê etnîkî û civakî li ber çavan bête girtin û ji bo pêşîlêgirtina vir û derewên biyaniyan ên ku goya bo serxwebûna kurdan in, ji îro ve divê kurd bêne agahdarkirin.” [4]

Di vê protokola duyem a ku behsa wê hat kirin de, sînorên milî jî wiha tête te’rîfkirin: “Di benda yekem a beyanameyê (Beyanameya Kongreya Sêwasê) de, bi hev re hat qebûl kirin ku sînorên Dewleta Osmanî yên ku tên ramîn û qebûl kirin, erdên ku tirk û kurd lê niştecî ne digre nav xwe…

Li virê bi kurtî,“Divê kurd û tirk tekoşîna hevpar bikin, piştî şer yanî dema serkeftin bi dest ket, dê ji kurdan re jî mafên netewî bête dayîn, dê ji kurdan re derfeta geşedana azad bête dayîn. Divê ev rewş ji kurdan re baş bête vegotin. Bi vî awayî divê lîstikên biyaniyan, bi taybet yê Îngilîzan, pûç bên derxistin.” Dihat gotin. Kirpandina ku sînorên netewî ji xaka kurd û tirk niştecîne pêk tê, alîyekî balkêş ê protokola duyem e.

5. Di 27ê Hezîrana 1920an de, Hikûmeta Meclîsa Mileta Mezin, ji Nîhat Paşayê fermandarê El-Cezîreyê re biryareke xwe ya li ser kurdan verêkir. “Li hemû Tirkiyeyê sazkirina îdareyên mehelî pêdivîya sîyaseta hundir û derve ye. Li herêmên ku kurd niştecîne jî, dîsa wek pêdivîya sîyaseta hundir û derve, bo gav bi gav sazkirina îdareyên mehelî tê xwestin ku dest bi tetbîqatê bê kirin.”[5]

Diyar e ku tiştê ji siyaseta hundir tê qestkirin mafên kurdan e. Mistefa Kemal Paşa, di axaftina xwe ya ku roja 1ê Adara 1922an kiribû de, dibêje “rêzgirtina ji mafên etnîkî, civakî û şertên hawirdorî re, xalên esasiyên siyaseta hundir e.[6]

6. Di 20ê Çileya 1921an de, Qanûnê Teşkîlata Esasiyeyê hatiye qebûl kirin. Makeqanûna 1921an, makeqanûnek e ku giranî daye rêbaza îdareyên mehelî yanî rêveberiyên herêmî. Di benda 11.a Makeqanûna 1921an de, tê gotin “parêzgeh di fermanên herêmî de xwedî şexsiyet û xweserîyê ne.[7] Yanî parêzgeh di bicihanîna karên herêmî de, dê xwediyê kesayeta qanûnî û xweseriya tevayî bin. Li gor vê bendê ji derveyê siyaseta derveyî û hundirî, karên adlî û leşkerî, karên din yên parêzgehê ne. Birêvebirina karên perwerdeyê, tenduristiyê, aboriyê, avahîsaziyê, alîkariyên civakî ji meclîsên parêzgehan re têne hiştin.

7. Di Meclîsa Mileta Mezin de, roja 10ê Sibata 1922yan, di danişînek nihênî de, pêşnimaya qanûnek ku li ser xweseriya Kurdistanê bûye hatiye mizakerekirin. Di belgeya ku Horace Rumboltê Komîserê Îngilistanê ji Lord Kurzonê Wezîrê karê derve re şandiye de, di derbarê vê pêşnimaya qanûnê ku di MMMyê de hatiye mizakerekirin de agahî tê dayîn. Hatiye vegotin ku ev pêşnimaya qanûnê li hember 64 dengan bi 373yan hatiye pejirandin.[8]

8. Mistefa Kemal, di rojên 16-17 ên Çileya 1923yan de, li Îzmitê, di hevdîtineke bi rojnamegeran re, de, li ser pirsa rojnamegeran nîqaşa xweserîdana kurdan dike. Di nava rojnamegeran de Falîh Rifki Atay û Ahmet Emin Yalman jî hene.[9]

9. Di hevdîtinên Peymana Lozanê de serokê delegasyona tirkan Îsmet Înonu dibêje ku di tekoşîna mîlî de, kurd û tirkan bi hev re hereket kiriye. Îsmet Înonu van dîtinan tîne ziman. “Bi Peymana Sewrê kurdan jî wek tirkan welatê xwe di xetereyê de dîtin. Çunku li gor hukmên Peymana Sewrê li Rojhilatê Anatolyayê, bi sînorên Ermenistanê ve dê dewletek Kurdistanê avabibûya. Kurdan dizanibû ku dê welatê tirkan bi wan re, nemaze li rojhilat, bi xetereya ermeniyan re rû bi rû bimana. Di seranserê tekoşîna mîlî de, bi dil û can hevkarî kirin. Paşê di dema Peymana Lozanê de jî kurdan bi welatparêzî bi tirkan re hevkarî kirine.”[10]

10. Di hevdîtinên Lozanê de, Îsmet Înonuyê serokê delegasyona tirkan, ramanên xwe yên der heqê kurdan de wiha didomîne: “Kurd, wek ermeniyan bi hatina Lozanê serî li me nedan. Heta di axaftinên Lozanê de, me doza xwe ya mîlî bi gotina‘em tirk û kud’ wek mîletek parast û da pejirandin”[11]

11. Mistefa Kemal, di axaftin û xwe de Mîsakê Mîlî wek “welatê hevpar” ê kurd û tirkan te’rîf dike. Di danasîna etnografîk a Mîsakê Mîlî de “peyvên kurd û tirkan” tên bikaranîn.[12] Îsmet Înonu jî Mîsakê Mîlî wek welatê hevpar ê tirk û kurdan didenasîn.[13]

II. Mistefa Kemal û Unsûrên Cuda yên Civatê

Mitefa Kemal di 1919-1920an de, dikirpîne ku civatê unsûrên cure bi cure yên etnîk û Îslamî pêk tînin. Em karin vana wiha diyar bikin.

1. “Unsûrên me yên ku ji her mîletan e…” (20ê Îlona 1917an)[14]

2. “Her du nejadên bira” (28ê Gulana 1919an)[15]

3. “hemû unsûrên Îslamî… Kurd û tirk, hemû unsûrênÎslamî… Mîleta tirk û Kurd
(16ê Hezîrana 1919an)[16]

4. “Em dê kurdan jî wek birayê rastîn hemêz bikin, hemû mîletê li dora xalek bikin yek…” (16ê Hezîrana 1919an)[17] (4)

5. “Piranîya tirk û kurdan a qehar…” (17ê Hezîrana 1919an)[18]

6. “Kurd jî bi tirkan re bûn yek…” (18ê Hezîrana 1919an)[19]

7. “Ev parêzgehên ku piraniya wan a qehar tirk û kurd in…” (21ê Tebaxa 1919an)[20] (7)

8. “Tirk û kurd du birayên rastîn in ku ji hev cuda nabin…” (15ê Îlona 1919an)[21] (8)

9. “Unsûrên tirk û kurdan…” (28ê Kanûna 1919an)[22] (9)

10. “Unsûrên Îslamî… mîletên bira…) (24ê Nîsana 1920an)[23] (10)

11. “Unsûrên Îslamî yên ku ji hemû tirk, çerkez, kurdan… pêk tên… Mîlet, ji unsûrên Îslamî yên cuda pêk hatiye…” (1ê Gulana 1920an)[24]

12. “Unsûrên cuda yên Îslamî yên di nava daîreya ku me wek sînorên mîlî xêz kiriye de dijîn… kurd, tirk, laz, çerkez û hwd. ev hemû unsûrên Îslamî…” (3yê Tîrmeha 1920an)[25] (12)

13. “Unsûrên cudayên li axa Tirkiyeyê… girêdayê kîjan dîn û unsûrî dibe bila be…” (5ê Kanûna 1921an)[26]

14. “Unsûrên kurd ku di nava sînorên me yên mîlî de hene… Him kurd, him tirk… ev du unsûr…” (16 –17ê Çileya 1921an)[27]

15. “Di nava gelê Tirkiyeyê de… yên bi nejada xwe cuda ne hene. Lê pêwîstî tuneye ku yek ji van nijadan doza tunekirina nijadek din bike…”
(2ê Sibata 1923yan)[28]

III. Atatirk û Kurd

Mistefa Kemal Paşa, Ji dawiya sala 1922yan pê ve dest bi ne telafûzkirina bêjeya kurd kiriye. Ji diyarkirina Komarê pê ve jî qet bêjeya kurd nayê telafûzkirin. Di vê pêvajoyê de êdî, tenê tirk tê kirpandin. Di dawiya salên 1920an de, di salên1930an de jî teza Dîroka tirk û li gor zîhniyeta teoriya Zimanê Rojê tê kirpandin ku her kes tirk e, netewek bi navê kurd tune û zimanek bi navê kurdî jî tune ye.

1. Bi saya îlim û fena ku dê dibistan pêşkêş ke mileta tirk, huner û îqtîsadiyata tirk, helbest û edebiyata tirk bi hemû delaliyên xwe înkîşaf dibe. (Çiriya pêşîn a 1922yan).[29]

2. Dewleta me ya ku ji pêdiviyên cîhana îçtîmaî û siyasî dizê û tekâmula encama dîroka tirk a hezar salî ye, xwedî hemû wesf û şertên dewam û îstîqrarê ye. (Tebaxa 1923yan)[30]

3. mîleta tirk netewek e ku dîlîtîyê qebûl nake. Mîleta tirk dîl neketiye. (1925)[31]

4. Kesên ku tecawizê warê kalê tirkan û serxwebûna tirkan bike, kî dibe bila bibe, li hember wan wek hemû mîlet bi çekdarî derketin û bi wan re tekoşînkirin pêwîst bû. (1927)[32]

5. Bi rakirina Xîlafeta ku sabîte bi sedsalan e li ser mîleta tirk bûye bela, Komara tirkan di pêşketina dîrokê de cihekî ku pak e û îtîbreke mezin a ku layîq e bi dest xist.

Firqeya Komara Gel dê weqifkirina hebûna xwe bo parastinek bi awayekî bêdawî serxwebûna tirkan û komara tirkan, ji hevkarî û midaxeleya xîlafetê dûrxistin wek şertê hebûna welatê xwe yê yekemîn bihesibîne. (1927)[33]

6.Îdareya herî minasibê xweza û edetên mileta tirk, îdareya Komarê ye. (1924)[34]

7. Înkilaba tirkan sazkar e. Şoreşa tirkan, berhema welatperweriya ku bi îdealek însanî ya bilind ve yekbûyî ye. Fêrkirina hunera dîtina hemû delalî û hemû mezinahîyan û di heman demê de, dil şewitandina bi hemû sefaletan bo zarokên xwe ye. (1933)[35]

8. Divê jina tirk bibe jina herî minewer, xwedî fezîlet û herî giran a dinyayê. Ne di sikleta giran de; giranî di exlaq de, di fezîletê de, jinekî giran be. Wezîfeya jina tirk ew e ku nifşên dikarin bi zîhnîyeta xwe, bi hêza xwe, bi azîma xwe, xwe biparêzin, bigihîjîne. Jina ku çavkaniya mîletê, esasê jiyana civakî ye, ancax dema bi fezîlet be dikare wezîfa xwe bi cih bîne. Bi herawayî divê jin payebilind be. (1925)[36]

9. Hevalino, mîleta tirk bi weq’ayên pir mezin selimand ku mîleteke nûhez û înkilabkar e. (1925)[37]

10. Ey Ciwanên Tirk!

Wezîfeya we ya yekem serxebûna tirkan, Komara tirkan heta bi heta mihafeza û midafe’akirin e.

Ey ewladê îstîkbala tirkan! A di nava van rewş û şertan de jî wezîfeya te, Îstîklal û Komara tirkan rizgarkirin e! Hêza ku îhtiyaciya te pê heye, di xwîna te ya eslî ya ku di rehên te de heye de, heye! (Çiriya pêşîn a 1927an)[38]

11. Mîleta Tirk,

Ez ji dilûcan dixwazim di her deh salên ku ber bi bêdawîtiyê ve derin de, ev cejna mîleta mezin bi rûmetên mezintir, bi şadî, di nava aramî û refahê de bê pîrozkirin. Xwezî bi wî kesî ku bêje ez tirk im! (Çiriya pêşîn a 1933yan)[39]

12. Divê bêhna dawîn a her tirkekî, nîşan bide ku bêhna netewa tirk dê netefe, bêdawî ye. Tirkê bilind! Ji bo te sînorê bilindîyê tune ye. A parola ev e. (11ê Çileya 1935an; Bo Xwendekarên Mekteba Mulkiyeyê)[40]

13. Di jiyanê de fexirbûn û serweta min a yegane ji tirkîtiyê pê ve tiştek dî nîn e.[41]

14. Ev memleket di dîrokê de tirk bû, niha tirk e û dê her dem wek tirk bijî.[42]

15. Tirk! Bipesine, Bixebite, Ewle be[43]

16. Tirkek bi bedelê dinyayê ye. (1925)[44]

17. Hûn zanin me çima balkanan wenda kir? Bes sedemek vê heye. Ev jî saziyên ziman ên ku cemiyetên lêkolînên Slavan sazkirine, dema ku hişmendiya netewî ya merivên di nava me de çêbû me xwe ji Balkanan kişand sînorê Trakyayê[45]

18. Ji bo ku zimanê tirkî biser xwe ve bibe, bigihîje delalî û dewlemendiya xwe ya eslî, em dixwazin hemû saziya dewleta me, baldar û bieleqe be. (Çiriya paşîn a 1932yan)[46]

19. Hûn dizanin li ser karên me yên kulturê, wek netew dilê me diricife. Divê ez bêjim ku di serê van karan de jî dîroka tirkan li ser bingehên rastîn bêsazkirin; ji bo ku zimanê tirkî yê rastîn bigihîje rûmeta xwe ji dilûcan xebat hene. Hûn dikarin ji niha ve bawerkin ku dê ev xebatên ha, berhemên çav delînkar bidin. (Çiriya paşîn a 1932yan)[47]

20. Dîrok nivîsîn, biqasî dîrok çêkirinê girîng e. Eger yê dinivîse bi yê çêdike re sadik nebe, heqîqeta ku naguhere dê bibe awayek ku merivatiyê bibehitîne. (Tebaxa 1931an)[48]

Wergera ji tirkî ji aliyê Ahmed KANÎ ve hatiye kirin



[1] Hemû Berhemên Atatirkî, Weşanên Kaynak, Stenbol, Gulan 1999, r. 388-389
[2] Nutiq III, (1919-1927) Belge, Enqere 1984, Belge, 47, 48, 49, 50, 51, 52, 53 r. 24-28
[3] Tamîm Telgraf û Beyanameyên Atatirkî IV (1917-1938) Weşanên Enstîtuya Dîroka Înkilabên Tirkan 1964 r.63
[4] Faik Reşit Unat, Protokolên Amasyayê, Vesîkayên Tarîxê, hejmar 3. ‘18’ r. 361
[5] Nivîsên MMMê yên Danişînên Nihênî, Cild III, Tirkiye İş Bankasi Kultur Yayinlari, Ankara 1985, r. 550-551
[6] Axaftin û Daxuyaniyên Atatirkî I, Berhevkar Nimet Arsan, Tirk İnkilâp Tarihi Enstitusu yayinlari, Ankara 1959 r. 221
[7] Metnên Makeqanûna Tirkan, “Ji Seneda Tifaqê ta Roja me” Amadekar: Suna Kili-Şeref Gozubuyuk, Tirkiye İş Bankasi Kultur Yayinlari, Ankara 1984 r. 92
[8] Robert Olson, Çavkaniyên Neteweperweriya Kurd û Raperîna Şêx Seîd, 1880-1925 OZGE, Wer. Bulent Peker-Nevzat Kiraç, Kasim 1992, Ankara, r. 69-71, 244-246
Di Wesîqeyên Danişînên Nihênî yên MMMTyê ku ji aliyê İş Bankasiyê ve hatiye weşandin de, li wesîqeyên roja 10ê Sibata 1922yan tê rasthatin. Ev wesîqe nîn in. Wesîqe ji 9ê Sibatê derbasî 11ê Sibatê dibin. Cild II r. 726 wd.
Sabah Ghalip, Teksta Helwesta Mistefa Kemal Atatirkî ya li Hember Kêşeya Kurd, di navbera salên 1919-1923yan de û Qanûna Otonomiya Kurdan a 1922yan wergera ji Soranî bo tirkî : Agirxorşîd Zaher, Bîrnebûn Hejmar 39 Payîz 2008, Di vê lêkolînê de, teksta Qanûna Otonomiya Kurdan a 1992yan jî heye r. 67-70
[9] Kovara 2000’e Dogru, 30 Tebax-5 Îlon 1987, Hejmar 35, “Belgeyên ku Hatine Veşartin”, nûçeya bi mijara “Atatirk: Ji Kurdan re Xweserî”
[10] Îsmet Înonu, Bîranîn, Bilgi Yayinevi, Ankara 1987 r. 202
[11] Îsmet Înonu, bn. r. 202 bnr. Hevdîtinên Lozanê, Wesîqe, Belge, Taxim 1 Cild I Kitêb 1 Wer. Seha L. Meray, Pêşgotin: Îsmet Înonu. Weşanên Fakulteya Zanînên Siyasî Ankara 1969 r. 342-375
[12] Dogu Perinçek, Kemalist Devrim 4 Kurtuluş Savaşi’nda Kurd Politikası, Kaynak Yayinlari, Kasim 1999 İstanbul, r. 223-228
Îsmaîl Goldaş, “Em tirk û kurd”, Avesta, 2000, Îstanbul
[13] Lozan Bariş konferansi, y.a.g.e. r.344
Dogu Perinçek, y.a.g.e. r.226
Metin Heper, Dewlet û Kurd, Dogan Kitap, Îlon 2008
Îsmaîl Goldaş, bn.
[14] Hemû Berhemên Atatirkî 2 r. 120
[15] Hemû Berhemên Atatirkî 2 r. 336
[16] Hemû Berhemên Atatirkî 2 r. 388
[17] Hemû Berhemên Atatirkî 2 r. 391
[18] Hemû Berhemên Atatirkî 2 r. 393
[19] Hemû Berhemên Atatirkî 2 r. 394
[20] Hemû Berhemên Atatirkî 2, Nutûq I WeşanênAtatirk Kultur, Ziman-Tarîx Lijneya Bilind, Saziya Tarîxa Tirkan 1989, r. 134 vd.
[21] Tamîm Telgraf û beyanameyên Atatirkî IV r. 71
[22] Daxuyanî û Axaftinên Atatirkî II Berhevkar Nimet Arsan, Weşanên Enstîtuya Tarîxa Înkilaba Tirk, çapa duyem, Ankara 1961, r. 12
[23] Daxuyanî û Axaftinên Atatirkî I, Berhevkar Nimet Arsan, Weşanên Enstîtuya Tarîxa Înkilaba Tirk, çapa duyem, 1959 r. 30
[24] Daxuyanî û Axaftinên Atatirkî I, r. 74 vv.
[25] Wesîqeyên Danişînên Nihênî yên MMMTyê I, çapxaneya MMMTyê, Ankara 1980 r.73 vd
[26] Daîreya Tarîxa Herbê Fermandariyagiştî, Diyariya Hefteya Atatirkî, Çapxaneya Fermandariyagiştî, Ankara 1977 r. 147
[27] Axaftinên Mistefa Kemalî yên Eskişehir-İzmitê (1923) Weşanên Kaynak, Stenbol, Hezîran 1993 r. 104 vd.
[28] Sadi Borak, Axaftin, Daxuyanî û nivîsên Atatirkî yên ku neketine weşanên fermî, weşanên Kaynak çapa duyem, Stenbol Sibat 1997, r. 211 vd. Dogu Perinçek dibêje di kitêba “Şerê Rizgariyê Polîtikaya Kurd” de divê bêjeya muxalîf wek muxtelîf bête xwendin. r. 237
[29] Ramanên Atatirkî, Amadekar: Enver Ziya Karal, Kitêbên Dewletê yên Wezareta Perwerdeya Mîlî, Rêze Berhemên Zanist Kulturê, Stenbol 1986, r. 85
[30] Ramanên Atatirkî, r. 40
[31] Axaftin û Daxuyaniyên Atatirkî II, r. 230.
[32] Nutûq I, r. 14-15
[33] Tamîm Telgraf û Beyannameyên Atatirkî IV, r. 530.
[34] Axaftin û Daxuyaniyên Atatrikî III, r. 74.
[35] Rojnameya Hâkîmiyeta Mîlî, 30.10. 1933, r. 2
[36] Axatin û Daxuyaniyên Atatirkî II, r. 231
[37] Nutûq, r. 95
[38] Ramanên Atatirkî, r. 97.
[39] Ramanên Atatirkî, r. 152.
[40] Ramanên Atatirkî, r. 152
[41] Mahmut Esat Bozkurt, Bîranînên Wekîlê Adliyeyê Mahmut Esat Bozkurt, Bîranînên Xizmên wî, Weşanên Selê, Stenbol 1955, r. 95
[42] Taha Toros, Seyaheta Atatirk ya Edenê, 1939, r.23
[43] Afet İnan, Xatira û belgeyên Atatirkî, Weşana Tirkiye İş Bankasi, Ankara 1959, r. 304
[44] Mistefa Selîm Îmece, Di şoreşa şewqeyê de, Seyaheta Atatirkî ya Kastamonu û İneboluyê (1925), Weşana Tirkiye İş Bankasi, Ankara 1959, r. 14.
[45] Fikir û Ramanên Atatirkî, Amadekar: Utkan Kocatirk, Turhan Kitapevi, 1984, r.149.
[46] Ramanên Atatirkî, r. 88
[47] Ramanên Atatirkî, r. 88
[48] Ramanên Atatirkî, r. 88

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.