Skip to main content

Taktîka pîrê rast e û maqûl e. Lê divê meriv hay ji Elodîno jî hebe. Ew kî ye? Tedî dibêjin li gundekî yekî cirrnexweş, çilek û çikûs, menfaetperest hebû. Gundîyan jê hez ne dikir û nedixwest ne pê re qise bikin, ne jî behsa wî bikin. Ew ji vê yekê aciz dibû, li çareyekê digerîya. Çi bike, çi bike ku gundî tev behsa wî bikin? Hema rabû çû di kanîya gund de rît. Kî çû, kî hat, got kê ev gû xwariye, ev pîsî kê kiriye? Gotin, Elodîne. Bi vî awayî, necamêr navûdeng jî da, her tim behsa wî jî bû. Lewra divê kanîya gund were parastin bi awayekî maqûl û rê nede provokasyonan. Silav û rêz

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.