بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Iraq û Federasyon..

Ev 86 sal in ku dewleta Iraqê li gor berjewendîyên Brîtanyayê û Fransayê ên wê demê awayekî neheq û rewa hate damêzrandin... Dewleta Brîtanyayê ji bo parastina berjewendîyê xwe ji derweyî Iraqê Mîrek ji bo vî welatî anî, bi destê xwe Destûrek ji bo vî welatî nivîsî û hemû saziyên vî welatî bi destê xwe avakir.. Dewleta Brîtanyayê hewl da li gel sê vîlayetên dewleta Osmanî, ango Musul, Bexda û Basrayê dewletek nû bi navê Iraqê avabike..Lê xelkê Musilê û Basrayê ne dixwastin desthilatê Îngîlîzan û nokerên wan qebûl bikin.. Devera Musilê Kurd bû, a Basrayê jî Şîê bû... Herdu dever jî li dijî desthilatê Erebên Sine bûn ku Îngîlîzan li ser wan de ferzkiribû. Ji wê rojê pêve çendin desthilat li Bexdayê hatin li ser hukim, hemûyan hewl da bi terorê, bi zora darê desthilatê hukumeta navendî li her derê cihbicih bike...Bi kurt û kurmancî Iraq wekî dewletek merkezî ji dayîk bû... Ev 80 sal in jî hemû Iraqîyan bi vê çandê perwerde bûn, çavên xwe bi vê çandê ve vekirin û dinya jî wisa dîtin..Bi taybetî jî piştî ku Beh’sîyan bi riya darbeyek leşkerî hukim destxist, ev çanda ku li ser regezperestîya Erebî hatibû awakirin, bi agir û hesin hate cihbicih kirin... Alîgirên vê rêbazê ev kiryarên xwe wekî tiştekî sûrîştî dîtin û bîr û bawerîyên xwe di nav civatê de belavkirin... Sed hezaran Kurd ji alîyê van hêzên ve hatin kuştin, Kurdistan wekî niştiman hate wêrankirin... Enfal û çekên kîmyewî wekî tiştên normal ji alîyê civata Erebî ve hate dîtin.. Piştî rûxandina rejîma Beh’sî DYA û hêzên hevpeymanan hewl dan li Iraqê dewletek bi heta radeyekî desantralîze pêkbînin.. Kurd û Ereban di dema guftûgoyan li ser Destûrê de li ser federasyonê pêk hatin.. Lê, gellek ji hêzên Ereban bi dil li dijî federasyonê bûn, nekaribûn dengê xwe beramberî vê yekê jî bilindbikin..Wê dema mesela navê Iraqê hate rojevî ji bilî Kurdan qet kesekî nexwast navê „Iraqek yekgirtî û federal“ karbîne....Heta radeyekê mafên Kurdan di Zagona Iraqê de misogerbûne... Lê, nijadperestên Ereb dixwazin li ser Destûra Daîmî guherînan çebikin.. Wan rojan pêwîstbû, li Parlemana Iraqê li ser pirsa Eyaletan û pêkhatina herêman bihata qisekirin..Ji ber ku Şîe jî dixwazin di deverên xwe de wekî Kurdan federasyonekê pêk bînin... Hemû hêzên şovenîst ên Ereban li dijî vê yekê ne.. Hemû hêzên Sine, alîgirên Sedr, Hizba Fazîlet neçûn ji bo danûstandina Parlemanê.Wê dema mirov ji nêzîk ve bala dide vê yekê, ji bilî Erebên Sine, gellek ji hêzên Şîê jî li dijî federasyonê ne..Federasyon li Iraqê nameşe.. Ji bo ku welatekî şiklekî îdarî wisa bimeşe, pêwîste ew hêz an jî gelên wê pêk tînin demokrat bin, mafên hevdu binasin ku bikaribin pêkve bijîn... Li Iraqê tiştekî wisa nîne.. DYA, hewl dide yekîtîya dewletek parçebûyî wekî Irakê bi darê zorê biparêze..Saddam û hemû alîgirên wî dehan salan hewl dan nikaribûn yekîtîya nerewa a Iraqê biparêzin... Wan ji bo vê yekê jî hemû tawanên li dij mirov kirin..Amerîka jî dixwaze yekîtîya Iraqê biparêze..Ji bo vê yekê jî, Peter Galbtaith dipirse, gelo Amerîka dikare hêzên Şîê bêçek bike?Ew bi xwe jî bersivê dide û dibêje: „NA“..Heke Amerîka hewla tiştekî wisa bide, pêwîste 300 hezar leşker bibe ji bo Iraqê..Nivîskarê navbirî reçkeke maqûl û adîl pêsnîyar dike û dibêje „rêya konfederasyonê vekin“... Ji bilî siyaseta derweyî û parastina sînoran hemû desthilatan bidin dewletên konfederal...Ev riya adîl û maqûl e...Ev federasyona Iraqê nameşe... Kes jî nikare bi zorê dewletek federal avabike û biparêz e..

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.