بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

6.kongreya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê bi hilbijartina 15 endamên komîteya na

 Îro di roja dawiyê ya kongreya Partiya Zehmetkêşkên Kurdistanê de, li bajarê Hewlêrê 15 endamên komîteya navendî ya wê partiyê hatin hilbijartin. Biryar e jî di yekemîn civîna xwe de, komîteya navendî sekreterê nû yê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê hilbijêre.Piştî ku 15 û 16-ê vê mehê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê bi dirûşma ‘em ê kongreya şeşê bikin wêstgeha guhertin, reform, bidestxistina demokrasiyê di nav partiyê de û berdewambûnê li ser helwestên niştîmanî, netewî û bidestxistina xwastekên cemawerê zehmetkêşan’, bi beşdariya 375 endaman şeşemîn kongreya xwe li bajarê Hewlêrê dest pê kir. Îro jî di roja dawiyê ya kongreyê de bi çavdêriya dadwerê taybet, nûnerê wezareta navxwe û parêzgarê Hewlêrê 15 endamên komîteyê navendî hatin hilbijartin.Navên endamên nû yên komîteya navendî ya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê ev in:Behmen Hûsên, Belên Ebdullah, Se’d Xalîd, Hakim Ehmed, Bêkes Qadir, Dilzar Ebdullah, Goran Celal, Niştîman Elî, Îmda Elî, Mamosta Ehmed Xidir, Heval Ebdullah, Yasîn Nebî, Amanc Elî, Rêbaz Mistefa û Hîwa Selîm. Her wiha du endamên din jî wekû yedek hatine hilbijartin. Sazkirina şeşemîn kongreya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê piştî wan pirsgirêkên navxweyî yê wê partiyê hate, ku bû sedem daliqandina desthilata sekreterê giştî yê wê partiyê. Çend rojên bê Mistura dê rapora xwe teslîmî serok Barzanî bike  PUKmediaÎro nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê Steffan de Mistura bi hevalbendiya nûnerên Amerîka, Birîtanya û Yekîtiya Ewropayê li havîngeha Selahedînê serdana serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir. Di civînekê de nûnerê NY-ê aşkere kir ku dê di çend rojên bê de rapora xwe ya li ser deverên nakokbar pêşkêşî serokê herêmê bike.Di civînê de ku hin rayedarên payebilind yên herêmê jî amade bûn, destpêkê Mistura axaftinek kir û qala wan pêşniyazan kir ku NY-ê ji bo çareserkirina deverên nakokbar amade kiriye û got: "Biryar e di çend rojên bê de ew pêşniyaz wekû raporekê pêşkêşî serokê herêmê bên kirin." Serok Barzanî jî da zanîn ku ew ê bi awayekî hûr li ser raporê raweste û paşê bi fermî têbiniyên xwe yên li ser raporê pêşkêşî NY-ê bike.   Pukmedia

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.