Direkt zum Inhalt

Divê piştevanên dagirkerên Kurdistana bakur jî baş bêne naskirin ..Kemal TOLAN


Divê piştevanên dagirkerên Kurdistana bakur jî baş bêne naskirin û hevkariyeke netewî ya Kurd çêbive !
Weke ku ez di rûpelên dîrokê de dibînim, wisa jî gelek rewşenbîr, zane, lêkolîner, nivîskarên xerîb û Kurdan jî li
gor fikir qeneata xwe da dane xwanê ku, ji dewrana şaristaniya mirovatiyê destpêkiriye û heta vî qirnê dawî jî,
aboriya gelek bapîrên me Ezdahiy(Kurd)an li ser xwedîkirina çandina erdan, bi jiyana koçertiyê, yanî
xwedîkirina pez û dewar(sewal-heywan)an ve girêdayî bû. Ji ber vêye jî gelek bav-kalên me digotin û hêjî
dibêjin, di demên berê de kesî nikarîbû tenê di nav herêmekê anjî welatekî de bimîne û kesî pir giringî ne dida
sînoran. Ji xwe heta ku dagirker ne ketibûne nava me Kurdan hemû beg, mîrek, serokê konfedrasiyon û eşîrên
me Kurdan di nav civak, ol û herêmen xwe de xweser(otonom) bûne.
Çi gava ku rewşenbîr, zane, lêkolîner û nivîskarên me Kurdan bikaribin, li ser vê dîroka me ya derbas buyî,
dagirkeriya Kurdistanê û bi taybetî jî li ser ya afîrender û piştevanên tasavvuf û qelenderîtiya li
Mezopotamiyayê hene baş lêkolîn bikin, emê hingê bivînin ku piraniya dagirkeran ji nava bazirganîvan, beg,
mîrek, serkê konfedrasiyon û eşîrên me Kurdan derketine. Her weha, wê baş eşkere bive ku felsefa piraniya
mistîk, alîm, muftî, tasavvufçî anjî qelender(tarîqetçî)ên li rojhilatanavîn û heta qafkasya yê heyî, ji nava rûhanî,
xas, alim, pîr, dede, şêx û dewrêşên Kurdan derketine.
Her weha çi gava ku rewşenbîr, zanayên dînî, lêkolîner û nivîskarên Kurdan bikevine nava zanîna ilm û qewlên
Ezdahîtiyê(olperestiya xwezayî, dilpaqij, ku ne li ser navên hinek merivan tênaskrin û doza mafê hemû civak, nijad û
olnên li ser ruyê cîhanê hene wekehevûdinê nasdike.), ewê bivînin ku meriv ji berê ve ji bo berjiwendiyên kesayetî,
bazirganî û desthilatdariya xwe bihevûdinê ketine, ji eqs(rik)a hevûdinê ra bûne-dibin Sumerî, Mîtrahî, Mazdaî,
Sasanî, Zerduştî, Cihu, Budîzmî, Nesturî, Musevî, Asûrî, Suryanî, Xirîstiyan, Manî, Elewî, Yarasanî, Ehlî-Heq,
Şabak, Sabî, Dûrzî, Şîî, Misilman, û hwd.
Li goriya dîtina min, divê rizgarîxwazên Kurd bikaribin eşkere û li her deverê rast bibêjin ku, siltan, padîşa,
xelîfe, melîk, kizîr, şah, qiral, mîr, beg, bazarganîvan, walî, axa, jendirme û berpirsyarên hemû baylozxanên
dewletên metîngehkar dîroka heyî(bahskirin û nivîsandinên civakên desthilatdar) li goriya berjiwendiyên
kesayetî û desthilatdariya xwe nivîsandine. Ewan bi hemd, zanistî û bi zilma asîmlekirna xwe nakokî-cûdatî
xistine nav çande, perwerde, raman, nêrîn û bawriyên me Kurdan.
Jixwe ji ber ku ev pirsgirêk, nakokî û cûdatiyên di nava ol û civakên Kurdî de hene, hêjî ji aliyê piraniya
rewşenbîr, rojnameger, nivîskar û niştîmanparêzên Kurdistanê ve baş ne hatine gengeşekirin û zelal ne bûne,
dijminê gelên me hêjî weke berê amedebûnên makezagon, qanûn û reformên xwe bi me Kurdan ra qet
gengeşe nakin. Ew „demokrasî“, „hilbijartin“ û „refenrandum“ xwe timî bi zilma hukumdariya xwe bi me didine
pejirandin. Ew hêjî bihemda xwe fitne, xezeb û neqencî berdane-berdidine nava civak û olên Kurdî. Hêjî me
kurdên Êzdî, Misilman, Elewî, Yarasan, Ehlî-Heq, Şabak û hwd. li ser navê olê, bi fatwa, nivişt, fahlik, çîrok û
xewnên xwefiroşan dixapînin û me Kurdan bi destên „bira“yên me didin qirkirin.
Bi dîtina min heta ku dezgeh, sazî, rewşenbîr, zanayên dînî, lêkolîner û nivîskarên Kurdên li bakurê Kurdistanê
jî hevkar û piştevanên dagirkerên Kurdistanê baş nasnekin, wan rast nedine naskirin, van pirsgirêk, cûdatî û
nenasînên ku di nave çande, civak û olên Kurdî de hene ji gelê me re zelalnekin û hevkariyeke netewî ya Kurd li
bakur jî çênekin, wê Kurdên desthilatdar û hevalbendên xwe hêjî gelekî me belangazên Kurdên Êzdî, Misilman,
Elewî, Yarasanî, Ehlî-Heq, Şabak û hwd. ji bo fikir, remanên dagirkeriya xwe û berhemên xerîban biêşînin. Ewê
hêjî gelek nifir û kiryarên kirêt li ser mafên serxwebûna ol û azadiya barketiyên Kurdistanê berdewam bikin!
Lewma jî dibêjim, heta ku piştevanên dagirkerên Kurdistana bakur jî baş neyêne naskirin û hevkariyeke netewî
ya Kurd li bakurê Kurdistanê çênebe, tenê bi erê, na anjî boykotkirina „refenrandum“an mafên serxwebûna ol
û azadiya Kurdan qet nayêne naskirin.
Çi gotine pêşiyên me : “Ku meriv xwe bi destên xwe nexurîne xura meriv naşkê !”
Kemal Tolan
23.08.10

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.