Direkt zum Inhalt

Li ser pirsa jin û jinkujîyê tê axivtin.. Lê qet tiştek zelal nebû .. ji sala 1991-ê ve heta niha behsa kuştin û sutandina 13 hezar jin tê kirin. Bila 13 nebe 5 hezarbe... Rojnamevanan dikaribûn ji Serok Wezîrê Kurdistanê bipirsayana "Heta niha çend tawanbar hatin mehkum kirin?" Tê gotin gellek jinkûj dost û xizmên karbidestanê kes nagire ev yeka hanê çiqas raste? Pirsgirek here mezin li Başûrê Kurdistanê "Gendelî" ye.. Ji bo çi li ser vê mijarê yek pirsyar ji wî nehat kirin? Hukumeta Kurdistanê heta niha li dijî gendelîyê çi kir? Rojnamevanên me dikaribûn ji Kek Neçîrvan Barzanî bipirsayana "Ev çend mehin Parlemana Kurdistanê bangî çend wezîran kiriye... Hun van Wezîran çima naşînin? Pêwîste Parleman bizane Wezir çidikin? Ew butçeya ku di destê wan da ye çawa kirin... Erkekî Parlemanê jî kontrolkirina çalakîyên hukumetê ye.. Rojnamevanan dikaribûn ji Kek Neçirvan bipirsayana ji bo çi heta niha ew girêbest an peymanên nefte neçûn ji bo Parlamana Kurdistanê.. PÊwîste parleman li ser wan agadar be... PÊwîste xelkê Kurdistanê li ser van girêbestan agadar be... Hukumeta İRaqê li ser wan girêbestan ji xelkê Kurdistanê û ji Endamên parlemana Kurdistanê zêdetir agahdar e... Li ser kuştin û arişa kuştina rojnamevanên KOvara Livîn e... Asayişa Partîyê tê tawankirin... We dikaribû çawa tê gotin usa bipirsîya? Wê dama birêz Eşref Okumuş " Cara yekê sala 1991-ê ez û rojnamevanekî swêdî em di ser Sûriyeyê re derbasî Kurdistanê bûn, di ser çem re... Zilamê yekê ku me ew dît yekî 70 salî bû. Min rêya Zaxoyê jê pirsî, got: “Wa, tu bi eslê xwe kurd î?“ Min hemêz kir û got “Tu bi xêr hatî Kurdistanê, ser çavan.“ Duh êvarê li nêzî Hewlêrê pêşmergeyekî pasaporta min kontrol kir. Wî jî pirsî: “Tu bi eslê xwe kurd î?“ Min got “Belê!“ Got “Careka din neyê Kurdistanê.“ Min got “çima?“ Wî got “Kurdistan îdî welatê dewlemendan e û feqîr jî îdî kurd nînin.“ Belkî min ji 10 şofêrên teksiyan pirsî, “hûn ji bo hukumetê çi difikirin?“ Pirraniya wan dibêjin “hukumet bes ji bo xwe dixebite...“ Mesafeyeka gelek mezin di navbera hukumet û xelkê de peyda buye. Gelo sebeb çi ye?" dipirse û Şoferan wekî şahid nişan dide, dikaribûn li ser meseleya rojnamevanên Livînê jî rageyandina KUrdî wekî belgê nîşanbidana... Na... Rojnamenivîsên me li der û dora pirsgireke bingehîn, tên û diçin... Raste raste naçin li nav kûrayetîya mijarê.. Dom dike
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.