Bi Xatirê we - Allahaısmarladık
Bi Xatirê we - Allahaısmarladık
Ez bawer dikim 8 meh berê bû, min bi nivîsa [b]Silabek bi Kurmancî[/b] dest pê kir û car caran, nêrîn û hisên xwe yên li ser rewşa Kurd û Kurdistanê bi awayekî mutewazî, wek endamekî ji rêzê ve bi we re parve kir. Ez hêvî dikim ku min kesek ji we bi tu awayî aciz nekiribe, dilê kesekî nehiştibe û ya herî girîng, min tucarî tiştekî ku zirarê bide miletê Kurd û welatê me yê qedîm li vir nenivîsandibe.
Nuha jî dem hat ku biçim, min xwest îcar jî bêjim [b]Xatirxwestinek bi Kurmancî[/b] û rêz û silabên xwe yên herî germ ji bo we dîyar bikim.