Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî Dijiye...
Mele Mistefa Barzanî beriya vê 30 salî, di 1-ê Adara 1979-an de ji nav neteweya kurd koç kir çû ser dilovaniya xwe. Ew wek kesekî nemir di dilê gelê kurd de dijiye. Lewra jiyana wî bi azadî û rizgariya Kurdistanê re û bi qewimandinên mezin re li hevûdu dike. Neteweya kurd, Bi têkoşîna wî li ser axa xwe muwaqqet be jî desthilatdar bûye. Neteweya Kurd, bi serokatiya wî tahma azadiyê girtiye û desthilatdarî jiyaye.