Ana içeriğe atla

Barzanî: Min Hêvî Nedikir Dema Li Tirkiyê Bim PKK Dest Bi Şer Bike

Rûdawnet – Hewlêr: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragehand ku qet bawer nedikir dema ew li Tirkiyê be PKK dest bi şer bike û nerazîbûna xwe jî li hemberî siyaseta PKKê û bombebarankirina axa Kurdistanê ji aliyê Tirkiye û Îranê ve pêşan da:  ‘’PKK ê dîsan dest bi şer û Tirkiyê jî dest bi bombebarankirina deverên sînor kir û ev karekî pir nebaş bû. Mixabin min qet hêvî nedikir dema ez li Tirkiyê bim PKK agirbestê bişkîne û dest bi pêngaveka wiha bike.’’

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî red kir ku Herêma Kurdistanê tevlî hîç proseyeke serbazî bibe ger ji aliyê welatên derdorê ve bê encam dan. Derbarê bilindnekirina Ala Kurdistanê de li Tirkiyê jî Barzanî got: ‘’Em li Herêma Kurdistanê ne dewleteke serbixwe ne.’’

 

Roja 24ê Hezîrana 2010an Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji serdana xwe ya Tirkiye, Elmanya û Fransa vegeriya Kurdistanê. Barzanî, li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê civîneke çapemeniyê lidar xist û dûpat kir: ‘’Ji bo çareseriya pirsa Kurd li Tirkiye û Îranê em ligel çareseriya aştiyane ne, em daxwaz jî dikin Herêma Kurdistan tevlî hîç proseyeke serbazî ya welatên cîran neyê kirin.’’

 

Derbarê bombebaran û topbaranên Tirkiye û Îranê de jî Barzanî wiha axifî: ‘’Me pir bi dijwarî topbarankirina navçeyên sînor ên Herêma Kurdistanê şermezar kiriye û dikin, di heman demê de em wan kirdaran jî şermezar dikin ku ji aliyê hineke alî ve tên encamp dan. Ew bi wan kirdaran hincetan ji Tirkiye û Îranê re çêdikin, da axa Herêma Kurdistanê bombardiman bikin.’’

 

Barzanî, mesela bilindnekirina Ala Kurdistanê li Tirkiyê jî wiha rave kir: ‘’Em li Herêma Kurdistanê ne dewleteke serbixwe ne, em herêmeke federal in di çarçoveya dewleta İraqa federal de; Di protokolan de dibe Ala Kurdistanê neyê bilindkirin, lê ger bihata bilindkirin tiştekî baştir bû. Dema ez ligel herdû serokên Amerîka Bush û Obama civiyam, herwiha di wan serdanên min ên din de jî bo derve, gelek welatan Ala Kurdistan bilind nekirine û me wek pirsgirêk jî nedîtiye.’’

 

Derheqê nedanîna Ala İraqê de jî Barzanî got: ‘’Bi rastî min hest pê nekiribû Ala İraqê danîne yan na, bi rastî nizanim çima Ala İraqê nehat danîn. Herwiha dûpat dikim kun e li ser daxwaza me Ala İraqê hatibe rakirin, ger danîbana meyê pêşwazî lê kiriba. Em jî beşek in ji İraqê.’’

 

Barzanî serdana xwe ya Tirkiyê wek guherîneke mezin di siyaseta Tirkiyê de bi nav kir û di derheqê serdana xwe ya Fransa de jî got nuha Fransa bi germî hatiye pêş û li ser zarê Sarkozy hatiye dupat kirin ku Fransa piştgiriya doza Kurd dike. Barzanî herwiha eşkere kir ku Sarkzoy soz daye wê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.