Ana içeriğe atla

ŞÎN

ŞÎN  Di zimanan da hinek  bêje xwedî çend manene. Bêjeya şîn alîkîva li gel sor û kesk rengekî serbixweye. Bi hevqelibandina çend rengan mîrov nikare rengên serbixwe weku zer, sor û şîn biafirîne. Rengên neserbixwe bi hevqelibandina rengan asan tên afirandin. Şîn û zer; kesk didin, sor û zer rengê portakalê didin, sor û reş rengê qawê didin. Mîrov dikarê  bê sînor rengan bi hevtevde û tonên din destxwe bixîne. Reng bona nasandina kes, rewş, kom, partî û şerîkanda rolekî  mezin dileyzin. Bona nasandine car cara tenia rengek, car cara zêde reng bi hevra  weku sîmbol tên  karanîn. Li Başurî Kurdistan dema zere taf  PDK tê bîranîn dema kesk be YNK tê bîranîn. Spî seranserî dine buyê rengê xwedan û devjêberdanê. Reş  di olê mesîhî û mislimananda buye rengê xemgînî  û pozgînîyê. Rengê şîn di jîyana Êzdîyên meda  nişeta bêoxirîyêye. Cil û bergen şîn nayên berkirin, ew reng jîyana wanda teqrîben qedaxeye.  Tê gotin ku tertalekêda lêşkerên ku avitîbun ser Êzdîyên me cil û bergên şîn berkirîbun. Ew reng kuştin, hovtî û tarteleya bê hempa tînî bîra gelê me. Di nava pavejoyda şîn bu rengê mirinê. Te gotin ku Xwedê şîne neke mala kesî,  şîna mirîyan hatîyê danîn, çi hatîye serê we, ma we şîn giredaye an çi?  Şîn  di nava gelanda curebicur tê girtin. Di nava hinek xelkên rojhilata Asyada bi peran jin û mer tên girtin û ew profesyonel li gel gewrîyên malê hostatî digîrin, gor quweta mîrovê mirî û malbeta wî, jimara gîrekaran (ber ku edatên mede tiştekî wusa tune ez wusa dibêjim)zede an kem dibe, ew bi hevra dengdikinhev û digîrin, bi vî avayî şîna mirîyan geşdikin. Hinek ji wan li ber rojingekê disekinin û perêyên ku mirovê mirî bi hosî bona sotandinê hiştine disotînîn,  bi perêyê banqinot  û şewitandina wan, mîrovê mirî tê bîranîn û şîna wî tê geşkirin. Heta damezrandina Komara Hindistanê, di nava hinek gelên Hindî da, li paş mirina meran, hemu malên wanî şexsî li gel wan dihat şewitandin. Berku jin û hespên wan, weku malê wan dihatin hesabkirin; ew ji bi zindî gel wan dihatin şewitandin û xwelava wan jî bi wanra dihat hilanîn. Dîroka wan da mezintirîn xemgînî ew bu ku; li paş mirina padişahekî wan sêsedan zedetir jinên wî bi zindî dabun şewitandin û xwelavên wan li gel xwelava padişah hatibu hilanîn. Li Sudanê navçeyekê bona mirîyekî du cara şîn te danîn, cara yekem dema mirov dimire şîn tê danîn, dura cara duem çend sal şunda, mirî cîheki hatîbu binaxkirin/vêşartin tê derxistin bi gîrî û şînek mezin carek din tê bîranîn, carek din tê kefenkirin û dura dîsa tê binaxkirin/vêşartin.   Gor edetên me yê Kurdên kewnd, yên ku kiras dîgorîn bi saz û pîka dihatin hilanîn, berku rastî mirin tunebu tenê kirasgorîn hebu, şîngirtin bi şîwekî din cîhdihat. Ji ber vê nedihatgotin em diçin serîxweşîya mala ke, dihatgotin em diçin azadîya mala ke... Bo çi xafilda rêngê şîn û şîna mirîya hate bîramin û min ewqas serê we êşand? Biborin sed car biborin....Rojekê roja gundekîda mêrê jinekî  dimrê. Tenya kwirekî wan heye. Jin şîna mêrê xwe digre û mehan, salan şîna wî berdewamdike. Berku merê wê bi cîwanîya xweda mirîye û hîna ew terîhevnebune. Bi kwirewîbuna jinê,  law nava xemînîya dayîka xwe da mezin dibe, te bîstûdu salan.  Ji kwirda merekî spehî,  xwirt ê lewend derdikeve. Hemu qiz û jinên wî gundî dixwezin wî xortîra bibin heval, hinek qîz û jin çavberdidin wî. Kurdên me dibejin çavên felekê kwîrbin, erê qedere, çavên felekê kwirbin, xafilda xortê çelêng, kwirê jina kwirebî nexweş dikeve û dimire.  Dayîka wî xortî hîna şîna merê xwe rizgar nebuye, serda  xwedî şîna kwir dibe. Mala wê û cîgera wê disote, alkîva digîre porê xwe diruçîkîne, çokên xwe dixîne alîyêdinva bi deng bilind û feryad dilore. Deng û gîrîna wê derdikeve ezmana. Hemu jin û qîzen wî gundî tên derdora  wê dayîke  û dixwezin eş û xemgînîya we bigirin ser xwe, we bîçek bê deng bikin,  berku ew ewqas çokên xwe nexîne û negîre.  Dayîka xorte lewend dilorîne û dibejê: ax kwire min cîwanekî spehî bu, hîna nedîtîbu ruyê qîzekê an jinekê,  hîna negîhiştîbu miradê xwe, hîna dest nedabu qîzekê. Dengê dayîke bilind dibu û we bê rawestan porê xwe diruçikand û digîra, çokên xwe dixist û disa digot: kwirê min hîna destnedabu qîzekê, ew bê mirad çu. Di nav jin û qîzên ku li mala dayîka kwirebî  da bona şînê amadebibun, spehîtirin û şîrîntirin qîza wî gundî jî hebu. Dema we dît tawet nakevî  dayîka kwirê lewend û ew şînê mezin dike, we dengbilind qîrîya û got: “metê bo çi tu ewqas dikî hawar, digîri û serdajî  dibejî  -kwirê min hîna dest nedabu qîzekê, hîna negîhiştîbu miradê xwe ew cîwanî mir-  ma kwirê te  tiştek me xwestîbu ku; me nedabu wî,  eger kwirê te bê mirad çuyê, suçê wî ye, ne yê me. Dayîka kwirê lewend hedî hedî gîrîyî kem kir û dengê xwe nizmkir. Bersiv ji wera spehîtirîn û şîrîntîrin qîza gund hatîbu: ma kwirê te ji me tiştek xwest me neda wî.  Rewşa dayîka reşgirêdayî ango ya bi şîn, daxawa hinek sîyasetmedarên me yên Kurd çuye. Dema  qala Kurdistana serbixwe  dibe; ew digîrin çokên xwe dixînin, dengê xwe derdixînin ezmana, “ Kurdistan serbixwe nabe, Emrîka dije, Yekîtîya Ewropa dije, Rusya dije, dewletên dagirker dijin. Hun dikarin bi devên wan lîstêya quwetên ku dîjî  Kurdistanek serbixwene  dirêjbikin. Kurdistana serbixwe nabe ew dijin, hawar, hawar....  Ma we jîyana xwe da qe tu carekê Kurdistanek serbixwe xwest? Hun berbirsîyarîyê dawêjin ser Emrîka, Rusya û Yekîtîya Ewropa. Di vî katî da bersiva qîzka şîrîn tête bîramin: ma kwirê te ji me tiştek xwest me neda wî. Ma we ji dil Kurdistanek serbixwe xwet ku; dinya dijî we bu?  Xwe mexapînin werin vî alî: ew alî ne zede ne kem Kurdistanekî  serbixweye.   Bîşar Norşîn 06.10.2009  

Kekê Bishar norshîn, ez gelek sipasîya vê gotara te dikim û ez te pîroz dikim ti her saxbê destê te dev û dilê te saxbin. birastî jî te rastîya welatê me anîya ziman.Erê ma kîjan ji hêzên me yên sereke heta îro gotiya miletê dinya yê wekî : Amerîka, Ewrupa û rusya Cînê ûhwt. heta ku ew li dijî Serxwebuna me bi raswestin. li cem me di bêjin: DEW XWESTIN Û KODIK LI PISHT Cenabê yani divê Hêzên kurd yên sereke daxwazên xwe hishekere bikn hata kü em karibin ji van welatê ku te qala wan kirîye, gülü gazinên xwe bikin û em bi bêjin cima hün pishtgirîya me nakin ûhwt. Kek Bisar Minak iro roj li Bashurê kurdistan ev derfet hene lê mixabin kes vî tistî naîne ziiman,hata hete Hereb di bêjin bere kurd jime veqetin Serokê kurda di bêjin na, de ke ev ci sire û ev ci kilamete? Li bakurê kurdistan, rewsh hîna xerab tire,Tirk di bejin welatekî yekbuwî hidudekî yek girtî > Apo di bêjê na em tishtekî na xwazin ( em zarok bun me henek kiribun û di bêjin bes tene em ashîtîyeke Mainde dixwazin, deka dewletên din wê ci ji mere bi bêjin ma ew dikarin ji juna meve tishtekî daxwaz bikin BIRA BISAR hete rewsh ev rewsh be Ash jî wê ev ash bê, Qerash jî wê ev Qerash bê Dîsa ez sipasîya cenabê te û ve gotar te dikim Hozan Azad

Yeni Yorum yaz

Bu alanın içeriği gizlenecek, genel görünümde yer almayacaktır.

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.